Bi hêminî
Min deriyê dilê wê girt … û … birêketim
Nerîna dawiyê min lê nekir
Bicarekê li paş xwe venegeriyam
Lê gava dûûûûûr meşiyam
Rawestiyam … û … hate bîra min
Ku nalîneke hêdî ji aliyê derî ve biber guhê min ketibû
Nalîneke xemgîn weke dengê bilûrê
û ji wê rojê de
Her ku wijdanê min bi min re rûdine
Bi hêminî
ji min pirsa
Dil û derî û nalîn û bilûra xemgîn dike!
Nivîskar: Mohemed Mensor AL Fadil.
Werger ji Erebî: Majêd A Mihemed.