Nadia Visser : Muzîka kurdî bi êşên kûr hatiye pêçan

Nadia Viseer ji strana Metin-Kemal Kahraman ya Hala Bêrê ya Mikail Aslan Şiye û heta ya Şivan Perwer Yarê distrê . Jina muzîkjen  li bajarê Hollanda yê Bredayê dijî di heman demê de jî xwendekara zanîngehê ye.  Nadia evîndara muzîka Kurdî ye bi taybetî jî ya zaravayî Kurmanckî (Zazakî) ye.  Him stranê Kurmanckî him jî yê Kurmancî distrê, her wiha ji bo hînî zaravayê Kurmanckî bibe perwerdehiyê jî distîne.  Nadia Visser nêzî 8 sal e li ser muzîkê dixebite, ji xeynî ziman û muzîka welatê xwe berê xwe bi Kurdistanê vekiriye bi saya projeyekê rêya wê bi Dêrsimê ketiye û li wir tovê evîna muzîka Kurdî di dilê wê de şîn bûye.  Bi dengê xwe yî tenik awazeke cûda deng daye stranên Kurdî  û hîn jî ev hezkirina wê û berdewam dike.  Di heman demê de Nadia Visser bûka Kurdan e hevjînê wê  Alan Ciwan e bi xwe şanogerekî Kurd e ji Batmanê ye. Nasîna Nadia ya muzîka Kurdî beriya zewaca wê dest pê dike. Nadia dibêje beriya Alan, min dest bi hînbûna Kurmanckî kiribû. Ka werin em çîroka muzîkjena Hollandî ji wê guhdar bikin. Stranbêj Nadia Visser ji Heftenameya Basê re behsa hezkirina xwe ya li hember muzîka Kurdî kir.

Ji ber gelek sedeman hin hunermendên Kurd berê xwe ji muzîka Kurdî diguherinin, bi zimanê biyanî distirên, hin muzîkjenên biyanî jî hene ku berê xwe bi muzîka Kurdî ve dike. Yek ji muzîkjenê biyanî  ya berê xwe bi muzîka Kurdî vekiriye Nadia Visser e. Çi bûye sedem ku muzîkjena Hollandî berê xwe bi muzîka Kurdî vekiriye û bûye dildareke stranên Kurmanckî ? Derbarê vê yekê de Nadia bi me re van agahiyan parve dike;

Di sala 2012an de ez çûm Dersîmê bi helkefta projeyeke bi navê Music Generations. Li wê derê min him xweza û him jî mirovên wir nas kirin. Min li muzîka wan guhdarî kir. Ev yek tecrûbeyeke gelekî cûda bû ji bo min.  Me li wê derê çend konsêrt li dar xistin û me bi zimanê wan bi Zazakî stran ji wan re gotin. Tiştekî zahf xweş bû dema min ew kêfxweşiya li ser rûyê xelkê deverê dît. Belê min tenê bi stranekê ew kêfxweş kiribûn. Min  jî got heke ev muzîk karibe tiştekî wiha bêhempa bike divê ez berdewam bikim. 

Muzîka Kurdî  xwedî roleke mezin e di warê berdewamiya zimên de.

Nadia Visser tenê bi dengdayîna stranên Kurdî qîma xwe neaniye di heman demê de fêrî Kurmanckî bûye derbarê vê wiha amaje dike;

Di destpêkê de ez ne xwedî zanyariyeke wiha bûm ku çend zaravayên zimanê Kurdî hene.  Lê ez çawa bi ser Zazakî vebûm ez bûm, dildarê wê. Ew deng, çand û dîrok bi giştî tiştên nû bûn ji bo min. Stran gotina bi vî zimanî mîna serpêhatiyeke balkêş  bû ku ez pê hînî gelek tiştên nû bûm. Hînî gelek stranan bûm, li dû wê min hewl da fêm bikim bê tên çi wateyê. Bi vî rengî Zazakî bû zimanekî ku min xwest fêr bibim. Ez di wê baweriyê de me ku muzîk xwedî roleke mezin e di warê berdewamiya zimên de. Ji bo Zazakî jî ev xaleke gelekî girîng e. 

Dema jineke Hollandî  bi zaravayekî zimanê Kurdî stranan distirê, Kurdan helwestek çawa nîşan da ye liser vê Nadia wiha diaxive;

Xelkê bertêkên gelekî şêrîn nîşanî min dan. Heke ez bi awayekî eşkere bibêjim destpêkê min fêm nedikir bê çima wiha tevdigeriyan. Lê piştî ku min derbarê dîroka Kurdan de çend xwendin kirin, min bêhtir gel û hûnera wan nas kir. Vê yekê hêzeke xurttir da min ku ez bi zimanên Kurdistanê muzîka xwe berdewam bikim.

Dema ez distrêm ez çavên xwe digrim da ez bikaribim bêhtir hestên xwe derxînim holê

Serdana muzîkjena  Hollandî  ya Dêrsîmê, bûye sedem ku stranên Kurmanckî bistrê, lê gelek ji wan strana li ser karesetên li Dêrsimê qewimiye hatiye nivîsandin. Dema jê dipirsim haya te ji van karesetan jî heye yekser bersiva min da û wiha berdewam kir ;

Nasîna miletekî tenê bi xweşî û şahiyên wan nabe. Divê haya mere ji êşên wan jî hebe. Ji ber vê yekê ravekirina hestên min jî zehmet e bo min, dema distrêm… Ji ber ku hema bi carekê re diherike. Ne ku ez gelekî li ser difikirim û dixebitim berî bistirêm. Dema ez gotinên stranekê dibihîzim an jî li muzîka wê guhdarî dikim ez bi ser wateya stranê vedibim û hewl didim ku wê bighînim gel. Ez muzîka hestbar nadim bi ya profesyonel û tehmsar. Ji ber wê yekê dema ez distrêm hewl didim aram bim û dêhna xwe bidim ser hestên xwe. Zorê caran dema ez distrêm ez çavên xwe digrim da ez karibim bêhtir hestên xwe derxînim holê.

Kurmanckî ji aliyê UNESCO ve di kategoriya zimanên ku di bin xeteriya wendabûnê de tê nîşandan. Dema ez ji Nadia re behsa vê yekê dikim ew jî girîngiya ziman û hûnerê wiha amaje dike;

Bi baweriya min muzîk amrazeke girîng e bo parastin û berdewamiya zimanekî. Bi vî hawî dikare hişmendiyek ava bibe. Hin xebatên rêzimanî hene helbet ji hêla akademîk ve ji bo parastina ziman û vegûhastina wê bo nifşên dahatû. Lê belê ji bo gel karibe têkelî bibe, hûner divê. Halê hazir ez li ser çend besteyan dixebitim. Bi min, ji ber ku ez bi eslê xwe ne Kurd im, ev him dibe fersendek him jî kelemek di heman demê de. Ez bi axaftina Zazakî mezin nebûm lewra jî bi îhtimaleke mezin hêza zimanê min jî wê negihêje wek asta kesekî ku ji dema çêbûye bi vî zimanî xeber dide. Ez li gel zimanekî biyanî bi guhdarîkirina muzîkeke ciyawaz mezin bûm. Helbet ne ji bo nifşê me lê ez ji bo nifşê ser me re dibêjim. Ev yek dê bike ku muzîka min bi awayekî xwezayî ber bi hêleke din ve biçe. Bi ya min tiştekî baş e ku zimanek xwedî muzîkên curbicur be. Lewra ev tê wateya ku dê guhdar jî her ewqas cûrbicûr bin û wê ev yek ziman zindî bihêle.

Îjar jî em ji Nadia Visser bipirsin ka helwesta Hollandîyan li hember muzîka Kurdî çawa ye, helwesteke erênî an neyênî nîşan dane? Li ser vê muzîkjena biyanî wiha dipeyive;

Em muzîka ku ne ji perçê cîhana me ye, wek muzîka cîhanî bi nav dikin.  Dema xelk cara pêşî dibihîze ku ez “muzîka cîhanî” çêdikim hinekî ecêbmayî dibin. Ji ber ku baş nizanin bê çi ye. Dema lê guhdarî dikin gelekê wan jê hez dikin.  Malbata min û hevalên min timî bûn piştgir bo min. Heta diya min û pîrika min çend stranên ku ez distêrem jî dikarin bistrên lê helbet ne peyvên wan, melodiya wan.

 Muzîka kurdî, bi taybetî jî ya zazakî bi êşên kûr hatiye pêçan

Muzîkjena Hollandî nêzî 8 salan e ku bi muzîkê re mijûl e, cûdahiyên di navbera muzîka biyanî û Kurdî heye bi çi awayî ji hevûdu cûda ne? An jî aliyên ku dişibin hevûdu wiha diyar dike;

Dengdayîna stranên Kurdî  zehmet e. Ev ji bo stranên Îngilîzî jî wiha ye ji bo yên Kurdî jî. Ji bo min di muzîka Kurdî de tişta herî zehmet bicîhkirina hestan e, ji bo stranên ku dibêjim. Gelek stranên muzîka pop ya Îngilîzî  tenê li ser dildarî an jî hevberdana dildaran e. Stranbêja biyanî him stranên Kurdî distrê di heman demê de haya wê ji bûyerên ku hatine serê Kurdan jî heye derbarê vê jî wiha dipeyive ;  Muzîka Kurdî, bi taybetî jî ya zaravayê Zazakî bi êşên kûr hatiye pêçan. Ji ber vê yekê jî bîra mirov divê her wan êşan bizanibe. Lê li hêla din muzîka Îngilîzî bêhtir pala xwe dide aliyê teknîkî.

Ji xeynî stranên Kurmanckî muzîkjena Hollandî stranên Kurmancî jî gotiye yek ji wan jî ya Şivan Perwer strana ‘’Yarê’’ ye. Di muzîka kurdî de zehmettirîn stran jî yên hunermend Şivan Perwer in. Ji bo Nadia Viseer taybetmendiya hunermendê Kurd heye an na em ji wê guhdar bikin;

Ji ber ku ez bêhtir li muzîka Zazakî guhdarî dikim, nikarim bibêjim ku muzîka Şivan Perwer bandoreke mezin li min kir. Lê dema ez dixwazim li ser stranekê bixebitim, dibînim ku gelek ji wan an ji hêla wî ve hatine nivîsandin an jî gotin. Stranên ku ew dibêje li gor yê din zehmettir in ji hêla teknîkî ve. Ev yek jî wan balkêştir dike.

Nadia Visser di heman wextê de bûka Kurdan e. Hevjînê wê Şanogerê kurd Alan Ciwan e ji gundê Hêsarê yê girêdayî Batmanê ye.  Dema ez ji muzîkjen Visser dipirsim bandora hevjînê te li ser nêzîkbûna ziman û muzîka Kurdî kir? Dibêje;

Beriya ku wî nas bikim ji xwe hînî Zazakî dibûm û vêga hin caran ez hewl didim ku hin pêyvan fêrî wî bikim. Lê helbet dema ez dixwazim straneke Kurmancî bistirêm, ez her tim jê dipirsim bê ka ez gotinên wê rast dibêjim yan na. An jî bê wateya wê çi ye. Lê ji ber ku Alan jî di warê hunerî de wek şanogerekî dixebite em dikarin bêhtir li ser ziman an jî hunerê biaxivin û ji hev hînî tiştên nû bibin.

Nadia Visser heyranê du hunermendên muzîka Kurdî ye, yek jê du bira Metin-Kemal Kahraman in ê din jî Mehmet Akbaş e her wiha bandora wan jî li ser wê gelek e.  Di dawiya axaftina me de  daxwazên xwe wiha anîn zimên;

Ez heyraneke mezin ya Metîn – Kemal Kahraman û Mehmet Akbaş im. Ez dikarim bi seatan li muzîka wan guhdarî bikim. Ez wiha bawer dikim ku ew gelekî girîng in ji bo berdewamiya zimanê Zazakî. Wek min anî ziman, bi ya min tiştekî zahf girîng e ku stranên berê jî bên gotin û yên nû jî li wan bên zêdekirin bi şêwe û stîlên nû. Heke bibe ez dixwazim li gel Mehmet Akbaş stranan bibêjim ku bêhtir şêweyê wî caz bûya.

HEFTENAMEYA BAS – Nûjîn Onen

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply