Na na..! ez ne bêhêvî me…
Bi navê Ellahê Rehman û Rehîm…
…..
“Êdî bi rastî, bi her tengayîyê ra firehiyek heye.
Bi rastî jî, bi her tengayîyê ra firehîyek heye.”
(Înşîrah 5-6)
Kurdistan..!
Ey cihê berxedan û kela îmanê!
wê bi te, alî eşkere bin.…
Bi ‘egîd û cindîyê te.…
Wê teref xuya bin.…
Kurdistan..!
Ruyên kerih, destên qirêj gavên dawî davêjin..
Bedenên lewitî kêferatên geber bûnê dikin..
Siyaset û fitneya wan êdî noq dibin
Ey..! parçeyê din ê warê umeta Îslamê..
di serîde Rojhilata Navîn
İraq, Sûrî..
Filistîn, Misir..
Û hemû herêmên mezlumiyetê
Pakîstan, Afgenîstan, Afrîkaya Navîn.…
Hêvîdarbin kû…
Ev êş û derdê bi we re
Çîk û janên biharek nû ye..
Mizgîniya ‘îd û newrozê ye..
Biizna Xwedê.…
Na na..! ez ne reşbîn û bêhêvî me…
Ez bêhêvî nabim..
Di vê geştiya li ser behra bahoz û tofan.…
Vê geştiya di nav taritîyê.…
Û li bîramen e herûher
Zarîn û nalînê dayikê bê çare….
Girîyê zarok û rebenê sêwî, êtim…
Dîse em dibên û her emê bi bêjin…
Em bi hêvîne ji bo xweziyê xwe..
Em bi bawerin kû taritî, neheqî na domê.
Pêşiya zilmê, rêya neheqiyê girtiye…
Bi di’a û hewarê rebena.
Bi rehm û şefqeta Ellah…
Lê belê em dîse bi bîr û bawerin kû devih tê gîrêdan, piştre tewekkul tê bîran. Çawa ku, rê bi gavek dest pê dike, bi meşê an bi bezê di domê û piştre; yan dawiya rê xelas dibe. Meriv digihîjê qest û ermanca xwe. Yan jî rê xelas nabe. Lê niyeta meriv, aliyê meriv, awaz û xweziya meriv eşkere dibe.
Naxwe qethiyen lazime ku hinek erk û wezîfe werin cih. Lazime kû ‘ewil erk û wasîfê herî girîng, herî hêja, pêwistî di wext û cih de werin kirin. Lewra berdêl li gora xebatêye, çi mumin be çi kafir be…
alîkariya Ellah heye, Amenna…
em bi Ellah hene, li piyana, dijin…
Em ên jar û neçar
Ew e zal û hêzdar
Em bestî û bindest
Ew serwer û serdest
Lê… dîsa bi destûr û alîkariya Ellah û piştre bi sebr û sebata merivê dibin zilmêde û bi ‘ezm û xebata merivên hişyar û bîrewer wê ev xwîn bisekine, ev birîn wê rihet be…
Bi destê ‘egîd û mêrxasên hêja, ev zilm û neheqî wê bi tebitê.. Wê bi teribê…
Yek bi ‘ilmê xwe, biqelema xwe… yek bi şurê xwe… yê din bi teknolojî û zanîna xwe… Her wek vana bi huner û qabiliyetê…bi hînbûna edebiyat, dîrok, tenduristîyê… Car car wek bazirganîyê û mîna vana bi kar û mijulê curbecur… tevlî îman û teqwaya rasterast. Wê bibin esteng û manî ji vê xwîna tê rijandin, herikandin, ji vê dijmintiya li her çar aliyê dinyayê…
Her wek me gotî em bi hêvî û xwezîne kû… Neyarê mirov û mirovatiyê Îsraîl û ‘Emerîqa wê noq bibin dibin lîtava kufrê de… wê winda bibin dinav tarîtiya nezaniyêde. Wê serê xwe li lata bixin ji ber dîwanetîya qedandinê… wê bi felişin û bi helişin ji bo vê fehşîyata fecî…
Heware ya Rabbî…! Ji destê nefsa xwe…ku em dijminê xwe nas nakin…
Ku em heval û hogirê xwe xelet dikin…
Heware ya Rabbî…! Di herikê xwîn, mîna çem… nalîn û zarîn heye her dem…
Heware ya Rabbî…! Ji bo vê zilma ku der û dora me dorpêç kirîye…
em hêvîdarin ku Xuda.. xebat û xizmeteke berdewam nesibî me bike…
da kû em şerm nekin alîkariyê û serkeftinê bixwazin…
da ku em li hember dijminê xwe serfiraz bibin.
M.Emîn Zeynî