Mûzîkjenê cîhanî Xenî Mîrzo: Mûzîka Kurdî di xwîna min de ye

Mûzîkjenê Kurd yê cîhanî Xenî Mîrzo serdana Rojavayê Kurdistanê dike, Mûzîkjen Mîrzo bi afirandina mûzîkeke taybet bi xwe nas kiriye, ku mûzîka Kurdî tev li ya filamêngo dike, di dema bê de jî ji bo alîkariya hunermendên deverê dê kar bike.

Ji nava belengazî û civakeke feqîr ji beriya 25 salan ve mûzîkjenê Kurd yê cîhanî Xenî Mîrzo berî da welatên Ewrupa da xwendina xwe berdewam bike û cihekî din ji bicîkirina xewnên xwe re bibîne, belav kirin û pêşxistina mûzîka Kurdî û afirandina şêwazekî nû ku di riya mûzîkê re çanda Kurdî tev li ya hin çandên cîhanî dike.

Di dirêjahiya karê xwe de Xenî Mîrzo di dehan aheng û festîvalên cîhanî de beşdar bûye û bi dehên xelatan jî wergirtiye. Herwiha 3 berhemên tomarkirî belav kirine, tê de mûzîka filoklorî ya Kurdî bi şêwazê xwe yê taybet çêkiriye. Herwiha perçeyên mûzîkê taybet bi xwe afirandiye, ji bilî dehên xelatan ku ya herî giring li ser çêkirina mûzîka şanoya hezar şev û şevekê wergirtiye.

Xenî Mîrzo ku li bajarê Bercelona li Spaniya xwendin û jiyana xwe berdewam kir, di nava mûzîkjenên cîhanê de bi navûdeng e, ku mûzîka Kurdî bi taybetmendiya xwe dihûne û bi şêwazê mûzîka filamêngo û Caz pêşkêş dike. Piştî van salên ji xerîbiyê serdana Rojavayê Kurdistanê dike û çawayîna pêşkêşkirina alîkariyê ji hunermendên deverê re armanc ji xwe re girtiye.

Xenî Mîrzo di sala 1968 an de li bajarê Qamişlo jidayik bûye, di sala 1993an de piştî xwendina xwe li bajarê Helebê bidawî kir, berê xwe da Spaniyayê û ji sala 1994 an ta bi sala 2000î xwendina bilind di mûzîka filamêngo de temam kir ku piştî wê berhemên wî bûne cihê pesindariyê li cem gelek mûzîkjenên cîhanê.

K24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply