Muzîka Kurdî li Brezîlyayê hate pêşkêşkirin

Festîvala Muzîk û Sema (Encontro De Musicas E Danças Do Mundo) di 10emîn festîvala xwe de, ji 25ê Çileya 2016an heta 31ê Çileya 2016an li bajarê Bahiya li welatê Brezîlyayê bi rê ve çû.

Bi serperiştiya hunermend Hejar Zehawî û beşdarbûna hunermend Eyûb Elî û Ertan Tekîn. Di dîroka vê festîvalê de cara ewil 3 hunermendên Kurd jî bûn mêvanên festîvalê.

Di festîvalê de hunermendan 2 konserên stran û muzîkan pêşkêş kirin. Hejar Zehawî amûra def û rîtma Kurdî û dîlana Kurdî lêxist, Eyûb Elî jî stran gotin û li amûra saz da, her wiha Ertan Tekîn jî li ser amûra baleban û zurnê zîrekiya hunermendên Kurd pêşkêşî xelkê Brezîlyayê kir.

Ji gelek welatan komên muzîkê hatibûn, wekî mînak Mexrîb, Fransa, Israîl û hwd..

(Jêderk: basnews)

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply