Mûçeya kêmtirîn pêşî li Rihayê hatiye dayîn

Di demên dawî de li ser mûçeya kêmtirîn nîqaşên mezin çêdibin. Gelo we dizanî ku di dîroka mirovahiyê de mûçeya kêmtirîn pêşî li Rihayê derketiye?

Li gorî kolanên dawî yên dîroka mirovahiyê, mûçeya kêmtirîn cara pêşî di sala 3500î ya berî mîladê de li Rihayê hatiye tetbîqkirin. Delîlên vê rewşê di kolanên dawî de li Rihayê têne dîtin. Wan rojan li Rihayê kevnargehak hate vekirin. Berhemên ku hatine pêşraxkirin ji bo dîroka mirovahiyê agahiyên nû dide destê me.

Kevnargeha arkeolojîk û mozaîk li ser 200 cotyar hatiye avakirin. Taybetiya kevnargehê ew e ku, niha li  Tirkiyê kompleksa herî mezin e. Ziyaretvanên xwe ber bi dîrokê ve dibe û digerîne. Kesên ku dixwazin temamê vê kevnargehê bigerin divê miheqeq rojeke xwe veqetînin. Ji bo kevnargehê 80 milyon panot hatiye xerçkirin. Tê de zêdetirî 75 hezar behremên dîrokî hene. Midûrê Kevnargeha Rihayê Müslüm Ercan amaje dike û dibêje, “Me guzergehek amade kiriye ku ji dewra keviran dest pê dike heta dewra Îslamê tê. Me di kevnargeha berê de 500 berhem pêşrax dikirin lê niha em 10 hezar berhem pêşrax dikin.”

Gava mirov dikeve hundirê kevnargehê mirov pêşî nivîsên berfireh yên li ser dîwaran dibîne. Di neqebeke zirav re mirov derbas dibe û dikeve kûrahiyên kevnargehê. Di her gavê de mirov dibê qey bi sedan salan paşde çûye. Hawir li gorî vê hestê hatiye dîzaynkirin.

Yewmiyeyên karkeran bi tasikan dihatiye pîvan

Tiştekî ku mirov şaş dihêle jî delîlên şênber yên mijara mûçeya kêmtirîn in. Rayedarên kevnargehê agahiyên berfireh yên di derbarê mûçeya kêmtirîn ya pêşî de dane. Mirov hîn dibe ku sepandina mûçeya kêmtirîn ya pêşî li Rihayê pêk hatiye. Insanan, ekonomî cara pêşî di salên 3500 û 3000 berî mîladê de kifş kirine. Ji bo ku ekonomiyê tomar bikin yewmiyeyên xulam û karkeran bi tasikan didane. Ji bo yewmiyekê bi tasan ji xûrekên weke nan, genim, dehl û hwd. didane. Îro mirov dikare van tasên ku 5 hezar sal berê li Rihayê hatine çêkirin bibîne.

 

Çavkanî: zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply