Morî yek salî ye
Edîtoriya weşanxaneyê dest nîşan dike ku, Morî, bi dilxwaziyeke zarokane û bi evindariya zimanê xwe di 22ê Hezîrana 2016an de li Amedê avabûye û van agahiyan dide;
“Morî bi tenê ji bo zarokan, pirtûkên perwerdeyê amade dike. Armanca me ew e ku bi riya pirtûkan xewn û xeyalên zarokan pêş bikevin û ev materyal di perwerdeya Kurdî de bên bikaranîn. Weşanxaneya Morî bi hişyariya ku zimanê zikmakî herî baş di zarokatiyê de tê hînkirin dixebite û ji bo ku zimanê Kurdî bi riya materyalên cuda bê hezkirin û li gorî derûniya zarokan pirtûkên zanistî, hestiyarî, civakî û psîkomotor tên amadekirin. Naveroka pirtûk û materyalên me, bi hişyariya zayenda civakî, ekolojî, pêşveçûna çand û hunerê, ziman û zanînê, civakî û takekesiyê, bîrkarî û pêşveçûna tenduristî û fizîkî bi baldarî tên amadekirin.“
Ji bo pirtûkên zarokan bi qasî mijaran, hêsaniya ziman û xêzkirina pirtûkan jî girîng tê qebûlkirin. Edîtoriya weşnaxaneyê li ser vê mijarê wiha dibêje;
“Di saziya Moriyê de pirtûk ji destê nivîskarekî dernakeve. Dema em pirtûkê ji bo çapê amade dikin, em 4-5 hevalên nivîskar re dişînin. Piştî ku ew li ser tekstê û li ser sererastkirina ziman disekinin, em wê tekstê ji pedagoga xwe re dişinin. Paşê jî wekî pirtûk çap dikin. Em bi gelek wênesazan re dixebitin ji ber ku formata her pirtûkeke me cuda ye. Carinan jî em pirtûkên xwe wekî mînak çap dikin û beriya çapê di dibistanan de bo perwerdeya zarokan bikartînin. Li gorî nêrîn û rexneyên mamosteyan em pirtûkên xwe ji nû ve dizayne dikin.”
“Armanca me ew e ku hemû zaravayên me pêşbikevin”
Edîtoriya weşanxaneyê li ser cure û zimanên pirtûkên Moriyê van agahiyan dide;
“Piştî avakirinê me 2 setên perwerdeyê û 4 pirtûkên folklorîk û 2 pirtûkên Kurdên Xorasanê çap kirin. Di nava salekê de 4 set 13 pirtûkên zarokan hatin çapkirin. Em bi hemû zaravayan pirtûkên xwe çap dikin. Armanca me ew e ku hemû zaravayên me pêşbikevin. Heta niha me pirtûkên çîrok ên zarokan bi Kurmancî çap kirin û setên perwerdeyê jî pirtûka Bîrkariyê ya pêşdibistanê bi Kurmancî û Kirmanckî jî çap kir”
Pirtûkên Morî’yê;
- Torî Morî (destpêka xwendinê 6 pirtûk)
- Kundê Zana (seta xwendinê 8 pirtûk)
- Tûtî (3 pirtûk)
- Şengê û Pengê
- Pirê û Dîko
- Mam Rovî
- Çîrokên Kûndirîkê
- Pîrê û Çûçê
- Şahmaran
- Rovî û Legleg
- Nûtiya Xweşik
- Kêzxatûnê
- Bendar(2 pirtûk)
- Kevirê Xelatê
- Baxçeyê Kulîlkan
- Hitokê û Papûşko(10 pirtûk)
- Yaro û Pînekê ne
“Di vê Îlonê de emê gelek pirtûkên hêja çap bikin”
Edîtoriya Morî diyardike ku Morî bi tenê çîrokên folklorîk çap nake û wiha pê diçe;
“Wek me li jor jî qal kir armanca me ew e ku em ji temenê 3an bigire heta temenê 14 salî bo hemû zarokan pirtûkan çap bikin. Em pirtûkên xwe dikin sê beş;ya yekem çîrokên zarokan, ya duyem pirtûkên perwerdeyê, ya sisiyan bo zarokên nûciwan jî pirtûk û romanên fantastîk. Em niha 2 romanên bo xortan amade dikin. ‘Bendar û Kevirê Xelatê’ her du roman jî fantastîk in.” Edîtoriya weşanxaneyê di derbarê eleqeya ji bo pirtûkên zarokan ên bi Kurdî de wiha dibêje ”Dê û bav pirtûkên me bo zarokên xwe bi dilxwazî dikirin. Zarok jî hem ji hêla wêne ve hem jî ji hêla naverokê ve ji pirtûkên me hez dikin.Di zarokîstanê de, zarok çirokên me yên folklorîk ji ber dikirin.”
Edîtoriya Weşnaxaneya Morî di dawiya gotinên xwe de van tiştan dibêje;
”Di vê Îlonê de emê gelek pirtûkên hêja çap bikin. Morî dê her dem bo perwerdeya zarokan bixebite. Morî her diçe mezin dibe. Malbatên me li ser malpera me û herwiha li ser înternetê jî dikarin pirtûkên me sîparîş bikin û peyda bikin.”
Gönül Gün
Heftenamya BAS