Momo û Dizên Demê

Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di her warî de wext wî têk dibe. Karker ji bo di saeta kifşkirî de bigihêje karê xwe bi demê re di şer de ye. Xwendekar ji bo di wextê de bigihêje dibistana xwe bi wextê re di şer de ye. Nexweş, ji bo di wextê de bigihêje nexweşxaneyê dîsa heman pirsgirêkê dijî.

Em mirovên vê çaxê, wisa bi kar û xebata bênavber hatine dorpêçkirin ku carinan nikarin ji bo şîn û şadiya xizm û nasekî xwe jî ji kargehê dûr bikevin.

Sermiyandarên demê fişareke wisa li ser me disepînin, dengê daxwaza wan ya têrnabe her di guhên me de olan dide: Hêj zêdetir xebat, hêj zêdetir hilberîn û hêj zêdetir ‘kar’ ji bo min…!

Gelo çi astengî li pêşberî mirov heye ku di vê dema alav û amûrên di xizmeta mirovahiyê de ewqas bi pêşketî de,  nikare bi wextê re serî bikşîne. Herkes bûne êsîrên demê. Ew kîne ku wextên me hemûyan didizin. Rastî ew e ku hin dizên wextê hene lê piraniya mirovan ji wan bêhayin. Belê tam di vir de romana Michael Ende ya bi navê  Momo di hewara min de hat. Em di vê romanê de pêrgî dizên wextê dibin. Em pê dihesin ku mirovên modern çawa bûne êsîrên wextê.

Roman bi tevnsaziyeke wisa hatiye avakirin ku mirov tê de pêrgî gelek guherîn û veguherînên awarte dibin. Ji ber vegotineke awarte mirov dikare romanê wekî romaneke fantastîk bihesibîne. Beş bi beş bêhna vegotineke çîrçîrokî ji romanê difûre. Serqisê koma ‘mirovên dûman’ ku dixwazin herkes di bin fermana wan de xizmetê bikin, kûsîyê rênîşandêriya Momoyê dike, kulîlka demê ya bi efsûn ku hêza ‘mirovên dûman’ tune dike û hwd. Bi van taybetiyan mirov dikare vê romanê di kategoriya romanên zarokan de bisenifîne. Lê bi min wisa tê ku ji zarokan zêdetir kesên kamilbûyî vê romanê dixwînin. 

Çîrok li dora keçikek nêzî deh salî geş dibe. Navê keçikê Momo ye. Ev keçika biçûçik ya kes  derheqê wê de tiştekê nizane rojekê tê û ji xwe re li nêzî bajêr, li ser kavilê avahiyeke şanoyê ya ji demên pir berê de mayî, bi cîh dibe. Ev kavilên şanoya kevn di nava daristaneke ji darên qajî pêkhatî de ye.

Momo di nava gincir û girîşên qetqetî de ye.  Li bajêr  her kesê bi hatina wê dihese, dixwaze wê bibîne. Momo di demeke kin de deng vedide. Ji karkerên paqijiyê yê peyarêyê hetanî hostayê dîwarlêkirinê, ji zarokên hemçaxên wê hetanî mirovê xwedî xwaringehê pir kes di demeke kin de wê nas dikin. Taybetiya sereke ya vê keçika çavreş kêm qisekirina wê ye. Bi gotineke din guhdareke baş e. Tenê dixwaze kesan guhdarî bike. Şêniyên taxê di demeke kin de pêdiviyên wê di nava hev de, bi hevkarî pêk tînin. Jê re di nava kavilan de holikekê çedikin.

Hev naskirin û ligel hev di nava aramî û kêfxweşiyê de dem derbaskirina li ser kavilên şanoyeke ji demên pir zû de mayî, li xweşa hin kesan naçe. Ev kesên wekî ‘mirovên dûman’ tên zanîn dixwazin  Momoyê û yên li dora wê ji bo armancên xwe yên kedxwariyê bikar bînin. Beppoyê paqijkarê peyarêyê, Gîgîyê çîrokbêj, Nicolayê dîwarçêker, Nînoyê aşpêj li hember pest û pêkutiya koma mirovên dûmanê neçar dimînin. Jê hin daxwazên wan qebûl dikin, yeka wekî Momoyê jî serî natewîne û li ber xwe dide.

Ev mirovên wekî koma mirovên dûman tên zanîn ‘dizên demê’ ne. Çiqas dema kesên din ji bo xwe bi kar bînin ewqas bi hêz dibin. Di nav tiliyên her yekî de cixareyek heye. Hêza xwe, kana jiyana xwe ji dûmana cixareyê digirin. Ji bo dûmana cixareyên wan xelas nebe divê mirovên din hemû  dema xwe ji bo wan xerc bikin. Momo vê yeke qebûl nake û dibe hedefa koma mirovên dûman. Ji bo xwe ji wan biparêze kûsiyek jê re dibe alîkar. Taybetiyek kûsî heye berî nîv saetê dizane çi bûyer dê biqewime. Bi vê taybetiya xwe ya derasayî, kûsî wê ji van mirovên xerab diparêze, wê dibe cem Hosta Hora.

Hosta Hora notirvanê/serwerê wextê ye. Wext bi destûra wî diçerixe. Di avahiyekê bi hezaran saetên cur bi cur dikin çirkeçirk de dijî. Momo bi rêberiya kûsî xwe digihîne vê avahiya xweşik. Hosta Hora Momoyê diparêze, ‘kulîlkeke demê’ dide wê . Momo bi saya vê kulîlka demê wextê dide sekinandin, bi pey mirovên xerab dikeve û şerekî yeman di navbera wan de dest pê dike.

Û gelek bûyer û çirokên li dor kavilên şanoya ji demên dûr li benda we ye…

Dema min xwendina romanê qedand, min dît pirtûka bi navê ‘Prensê Biçûk’ hat di guhê min de wiha got: Ez cêwiyê vê romanê me…

Bi hêviya ku em xwe ji wêjeya cîhanê bêpar nehêlin, her şad bin…

————————————————————————-

Çavkanî: Michael Ende, Momo, Weşanên Pegasus, Çapa yekem, Stembol, 2017,

Ji almanî bo tirkî: Leman Çalişkan

Têbinî: Ev roman li nêzîkî çil zimanî hatiye wergerandin lê mixabin ji ber li kurdî nehatiye wergerandin min tirkiya wê xwend û ev nivîs amade kir.

Nivîskar: Mahmut Ozçelîk

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply