Mizgîn Hesko berhema xwe ya nû:Nexşeya rewanê bêdengiyê

Nûtirîn berhema helbestvan û nivîskara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Hesko û ji nav weşanên Serserayê derket.

Berhema nû ya Hesko ku ji 92 rûpelan pêk tê, helbest e û bi navê Nexşeya rewanê bêdengiyê ye. Ev berhem di adara 2021ê de hate çap û belavkirin. Tabloya bergê ji hêla Cîhan Îbrahîm ve hatiye çêkirin. Kitêb 30 helbestan li xwe digire.

Mizgîn Hesko berî niha 8 berhemên din çap kiribûn ku tevî vê berhema nû dibin 9 berhem. Di gulana 2019an de Hesko berhema xwe ya bi navê Rêgehên keskîn û li ba Sersera dabû çapkirin ku ew jî gurzek ji helbestan bû.

Ji berhemên Mizgîn Hesko yên çapkirî:

1- Tîpên evînê. Avdar 2007- Çapxana Bafet.

2- Asoyekî tijî Endeko. Tîrmeh 2008- weşanên Han.

3- Di nav henasên kovanan de. Avdar 2010.weşanên Han.

4- Li ber pala welatekî birîndar diherikîm.Çapa yekem. Avdar 2012- weşanên Han. Çapa duyem .2020 Weşanên Sersera.

5- Ristek Lale. Êlon 2013- weşanên Han.

6- Ber bi werzên hezkirinê ve.Çapa yekem . Mijdar 2015 – weşanên Soran. Çapa duyem. 2020- weşanên Sersera.

7- Rêgehên keskîn. Gulan 2019- weşanên Sersera.

8- Ji Bexçika jiyanê. 2020 weşanên Sersera.

Mizgîn Hesko kî ye?

Di 20ê Mijdara 1973 li gundê Şelhûmiyê ji dayik bûye. Heta bi lîseyê li dibistanên Tirbespiyê xwendî ye. Ji zaroktiya xwe xwedan behrî bû û hîna bi Kurdî berdewam e.

Ji sala 1996- an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristik xwendî ye û di sala 2004- an de diploma wergirtî ye.

Ji sala 2015 ew ji  desteya birêvebir a Pênûsa nû ye .Ji Endamên Yektîtiya Nivîskar û Rojnamavanên kurd li Sûriyê ye.

Ji bilî helbestan ew Gotara jî dinivisîne . Piraniya gotarê wê di Pênûsa nû de û di malpera Welatê me de û hwd tên belavkirin.

Besam Mistefa -Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply