Mizgeftên Vî Zemanî Bûne Darpxane

Mizgeft cihê manewiyatê ye ne cihê maddiyatê ye. Lê mizgeftên vî  û mîsyonerên wan tev ji rê derketine.

Heraklîtos tîne ziman ku her tişt diguhere û tiştek wek berê namîne. Mizgeftên vî zemanî jî li gorî demê û li gorî pêwendiya mirovan hewceye xwe biguherînin.

Reformeke baş ji dînê misilmantiyê û ji cihe îbadetgahên wan re pêwîst e.

Hewceye ku mejiya hemû misilmanên ji rê derketî bê formatkirin û şertên li gorî qaîdeyên dewra nû têkevin şûna qaîdeyên berê.

Ji me re û ji vê axa ku di bin simên hespên zordaran de hatiye strandin re reformîst û ronesansparêz hewce dikin ku me ji serdema tarîtî derxin cihê ronahiyê.

Peresîn bi xwe jî bi pêş diçe ne bi paş, bi paş ve neçin û bare me nekin kaş.

Ilmê fenê li gorî qaîdeyên zanistê diçe û her dem zanistê timî bi ser dikeve. Kesê li gorî zanistê diçin dibin pêşîvan û kesê guh nade zanistê dibin paşîvan. Ev dînên semawî timî rêya zanistê xitimandine û timî bûne paşîvan.

Kesê bibe  paşîvan ne bi kêrî xwe tên û ne jî bi kêrî civakê.

Ev paşîvan û ticcarê dîn timî berê me dane kaş û li ser hevsarê me cihê xwe qaîm çêkirine. Di bin zordarî, zilma dîn û mîsyonerên wê de hilkehilka me  û berê me li kaş.

Mîsyonerên ku behsa manewiyatê dikin ji manewiyatê dûr in. Mîsyonerên ku behsa namûsê dikin ji namûsê bê par in û zarokên me îstîsmar dikin. Mîsyonerên ku behsa loqmeyek û xirqayekî dikin di devê wan goştê hêştiran, li ser wan cilên herî buha û di binê wan de tirimbêlên modela dawî. Ev qeşmerên wiha mala me wêran kirin.

Ji derketina dîn ta heta niha, dîn tu carî xizmeta mirovên feqîr nekiriye; timî di destên zordaran de bûye şiv. Her dem dîn di xizmeta tîcaret û siyasetê de diçû û dihat. Hîn jî wisa ye.

Stargehên dîn bi xwe jî êdî bûne darpxanê û bûne cihê tîcaretê.

Her în û her remezan û her roja cejnê perê ji mirovan tên xwestin. Ew perê tev dikeve berîka wan mîsyoneran de.

Mizgeftên vê dewrê hema bêje wekî darpxaneyan perê çap dikin.  Wellehî ji derpxaneyan bêtir kar dikin û tu carî jî zirarê nakin.

Niha berê we bikeve kîjan mizgeftê de hûn lê dinêrin di bin mizgeftê de market an jî dikan vekirine. Di wan mizgeftan ji navê xwedê bêhtir navê perê tê bilêvkirin û ji zikir û tespîhan bêhtir şeqşeqa perê madenî tê bihîstin.

Hêvî dikim karê darpxaneyan, biborînin karê mizgeftan timî bi kar û xweş be.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply