Pençşem , Tebax 16 2018
Malper / Lêkolîn / Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan – 2

Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan – 2

1.2. Mîtên li ser çêbûna nîjadê

Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” de, gotinên “mîta ku xwe dispêre kokeke hevpar” û “mîta nîjadeke hevpar” bi kar tîne û dibêje “bêyî mîta nîjadî pir zor e ku etnî li jiyanê bimînin”.[6] Der barê mîtên afirînê de, di nav kurdan de jî mîteke çêbûna kurdan a ji bavekî/ecdadekî heye. Di hejmara 12’an a Ronahiyê de, bi nasnavê Herekol Azîzan nivîseke Celadet Bedirxan a bi sernavê “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan” heye. Di vê nivîsê de rîwayeteke li ser koka kurdan, nemaze li ser kurmancan vediguhêze ku li Zaxoyê ji kalemêrekî bihîstiye. Li gorî vegotinê, li qûntara çiyayê Agiriyê zilamek bi navê Kurd hebûye ku xwedan malbat bûye. Rojekê şepe/berfende bi ser wan de tê û ji bilî du lawên wî ku wê gavê ne li wir bûne, hemû ferdên malbatê di bin berfê de dimirin. Navên wan her du kesên filitî yek Mil û yek jî Zil bûye. Eger em bi awayekî kurtebir bibêjin, hemû kurmanc ji van her du lawên Kurd zêde bûne û paşê bi navê eşîrên Mil û Zil hatine naskirin. Dîsan li gorî gotinan, çendî hemû êl û eşîr wekî Mil, Zil û Silîv bên zanîn jî, Silîv bi xwe ji Zil peyde bûye. Her wiha di heman nivîsê de serî li Şerefnameya Şerefxan û wê rîwayeta li nav xelkê heyî jî dide ku li gorî wê îcar kurd ji du bavan, ji “Bext” û “Becen” in.[7]

 

1.3.Mîtên li ser cîsmên esmanî û ajalan

Di nav kurdan de mît û efsaneyên li ser ajalan/heywanan jî pir in û ji ber ew ajal pîroz tên pejirandin, nayên kuştin. Her wisan li ser cîsmên esmanî jî mît hene. Beriya ku ji yên li ser ajalan bê behskirin, pêwîstî pê dibînim ku pêşî ji ya li ser mîta çêbûna heyvê behs bikim ku di dema zarokatiya xwe de me ji mezinên xwe gelek caran li çîroka çêbûna heyvê guhdarî kiriye. Li gorî gotina gotinbêjan, heyv ji dê sêwî bûye û li ber destê dêmariyê/jinbavê mezin bûye. Zirxweşkeke wê ya ji damariyê hebûye ku mîna wê ne bedew û xweşik bûye, yeka sik û çist bûye. Damariya wê tim jê çavnebarî kiriye ku ew hem delal hem jî jîr bûye. Rojekê gava jinbava wê hevîr dike, ji dexesî û pexîliyan lemata xwe ya bihevîr di ser çavên wê dide. Keçik ji ber ku pir ji destê damariyê kişandiye û nekariye hew baristan bike, dua dike da ku ji ber destê damariya xwe bifilite. Xwedê duayên qebûl dike û dibe heyv. A ew lekeyên li ser rûyê heyvê, gava ku tam gilover û geş dibe baş dixuyên, ew lekeyên hevîr in bi xwe ne ku damariya wê li ser çavên wê xistibûn.

 

Di kurmancî de jixwe peyva heyvê (hîvê) ji aliyê zayenda zimên ve mê ye û bi biwêja (îdyoma) “heyv şîv xwarin” jî ew bi mirovan hatiye şibandin. Gava heyv êvarê bi awayê heyva tije, heyva şardehşevî derdikeve, ev biwêja “heyvê şîv xwariye” tê bikaranîn.

 

Pîrozbûna heyvê jî heye, loma nabe ku mirov bi tiliyan wê nîşanî hev bidin, li hemberî wê bimîzin û bi taybetî gava ku geş û têr e, di rewşa tije de ye, nabe lê bê mêzandin, nemaze zarok. Wê gavê dibêjin “hûn ê bi heyvê bikevin.” Ketina bi heyvê jî tê wateya nexweşîneke giran. Nîşanên vê nexweşînê jî bi awayê emelbûn, vereşîn, barandina rondikan, cotbûna nav birûyan û hatina avê ya ji bêvilan xwe dide der. Her wisan hin nexweşîn jî bi nûbûn û kevnbûna heyvê re tên eleqedarkirin. Mîna nexweşîna bîrovê (cureyek nexweşîna egzamayê). Dîsan ew kesên ku xûy û exlaqên wan li gorî tevgerên heyvê, nûbûn û kevnbûna heyvê ne xweş dibin, ji wan re dibêjin “heyvok”.

 

Li bal kurdan jî heyv sembola bedewîtiyê ya keç û jinan e. Xweşikiya wan bi heyvê tê mînandin. Di gel van yekan, hewce pê heye ku bi awayekî berfireh li ser rol û hêmaya heyvê ya taybetî bê sekinandin û çanda kurdan bê ron û zelalkirin.

 

Di nav bîr û baweriya kurdan de gelek gotegot li ser mirovbûna ajalan hene. Mesela tê gotin ku hirç, pepûk û legleg mirov bûne. Em bi dorê li ser wan bi awayekî kurt rawestin. Bawerî ew e ku hirç jineke ducanî bûye. Rojekê gava bi xesî û xezûrê xwe re diçine cihekî, li ser sergo çavê jinika ducanî bi çekûr ango çermekî hişkolekî dikeve. Nebîraniyan dike û dilê wê dibije goşt. Li dû wan hêdî hêdî diçe ku heta mesafe dikeve navbera wan û ji wan dûr dimîne. Bi awayekî xwe ji wan çepeve dike, vedigere ser sergo û wî çermî dixwe. Xesî û xezûrê wê lê diwerqilin ku bûk ne li dû wan e, li dûşa xwe vedigerin, dibînin ku wa ye ketiye ser çerm dixwe. Bûk ji şerman li xwe nifir dike û dibe hirç.

 

Ji bo kurdan hirç ne tenê heywanekî gir û debeng e, her wisan ew nîşana dilşewatiyê ye. Ji lew re gotinên wekî “hirçê kezebşewitî”, “hirçê di geliyan” û “hirçê bişewêl” ji bo wan kesan tê gotin ku ew xwe li ser lêzimên xwe qebûl nakin, li dij neheqiya ku li wan bûye derdikevin û şewata wan ji xizm û lêzimên wan re zehf e.

 

Pepûk jî keçikek bûye. Ew û birayê xwe ji dê sêwî û li ber destê damariyê bûne. Biharê wexta kerengan jinbava wan ew dişîne kerengan. Keçik di gel birayê xwe kerengan diçine. Torbeyê ku binî qul e û haya wan jê nîn e, bi kurik re ye. Heta nêzî êvarê keçik kerengan diçine û dike tûrikê di destê birayê xwe de, lê wexta vegerê dinêre ku ji bilî çend heban kereng di tûrik de nîn in. Keçik ji birayê xwe guman dike ku wî ew xwarine û newêre bi kerengên hindik ku têra şîvê nake vegere malê. Çendî lawik dibêjê ku wî ew nexwarine jî, keçik bawer nake û jê re dibêje ku ew ê zikê wî biqelêşe û hîn bibe ka rast e yan derew e. Keçik zikê wî diqelêşe, dibîne ku piçek jî kereng di mîdeya wî de nîn e. Kurik dimire û keçik rûdine li xwe dixe û dide giriyan. Li aliyekî mirina bira li aliyê din tirsa damariyê. Nifiran li xwe dike, nifirên wê diçin qebûlê û wekî pepûkekê bi çolan dikeve. Her sal biharê dema kerenga pepûpepûya wê ye û dibêje “kê kuşt, min kuşt…”

 

Gotina pepû/pepûkê wek belengazî û dêraniyê tê bikaranîn. Nemaze gava jin li ser bira û lêzimên xwe yên mêr şînê dikin an ji halê wan re dilê xwe dişewitînin dibêjin “ez pepûk bim”, “li min pepûkê” û hwd.

 

Çawan li ser çûbûna heyvê roleke xerab û bêrehm a damariyê heye, di vegotina pepûkê de jî bal li zalimî û stemkariya damariyê tê kişandin. Di çanda kurdî de bawerî ew e ku ne bi mirina bav lê bi mirina dê zarok sêwî dimînin û damarî hêmaya stem û zordestiya li zirzarokan e.

 

Meseleya ku li ser leglegê tê gotin jî pir seyr e. Li gorî baweriyê ew jî mirov bûye. Beg û axayekî têra xwe zalim bûye ku jin û mêr başewal (ji navê berjêr tazî) dane xebitandin. Gava di wexta xebatê de xwar û rast bûne, heyayên wan, ango organên wan ên cinsî xuya bûne û ew jî bi wan keniyaye. Hingî ku ew bende lê nifir kirine, Xweda lê hatiye xezebê û ew kiriye legleg. Ew leqleqa leglegê jî dengê wan kenên wî bûye ku niha jî didomîne.

 

Ji van mînakan mirov dikare bigihîje encameke wiha: Zilm ji kesî re namîne, Xweda “hequl evd e”, ayîk û oyîkên mirovan ji kesî re namîne. Dua jî nifir jî diçin qebûlê. Xweda tim li hawar û gaziya kesên hejar û bindest tê, parêzerê wan ew e. Ev berhemên hizirên mêjiyên mirovan in ku çareya li dijî serdestiyê bi ravekirineke wiha dibînin û didin xuyakirin ku doma zilmê tune ye. Şirovekirina diyarde û hebûna candar û tiştên li sirûştê, wekî fikra der heqê mirovbûna hin ajalan de, mîna dayîna bersiva hin pirsan e ku ew ji xwe dikin.

Zana Farqînî-Amîda Kurd


[6] Ji bo agahiyên hîn berfireh bnr Anthony D. Smith, h.b., r. 41-43.

[7] Herekol Azîzan, “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan”, Ronahî, Sal 1, Hejmar 12, Şam, 1943, r. 12-14.

 

Wê bidome!

Kaynak: Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan 2 – Amîda Kurd

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Awireke pelenûsî di pirtûka “Ramanek”ê de

Îro min xwendina pirtûka çîrokan a bi navê “Ramanek”ê tewaw kir, ku ew bi xwe …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir