- RENGÎ GULL JANA
Rengî gull jana[71]! Wekû ruxsareket[72] rengîn nîye
Şekkerî mîsrî wekû guftareket[73] şîrîn nîye
Ehlî[74] Çîn[75]neqqaşî[76] çak in xo, bellan[77] teswîrî[78] to
Neqşî xamey Kirdigar[79]e, karî westay Çîn nîye
Men‘î[80] min ‘emden deka eẋyarî gewc yaxo ker e?
Talîbî pûş û giya, coyay[81]gull û Nesrîn[82] nîye
Mentîq[83]im tey kird[84]be eḥwalatî terîxî şewe
Hîç wekû ‘eşq ba‘îsî[85]can ya mayey jîn nîye
Min ke kuştey tîẋî ‘eşq im rojî dîwanî ceza
Bo çî şahîd bênim? Axir[86] berge kem xwênîn nîye?
Meşqî[87] Mensûr e le wextî kuştinîşda pêkenîn
Arê beşq[88]î ‘eşqe ‘aşiq, ser be buẋz û kîn nîye
Min ke rîswa[89] bûm û tepllî ‘aşqîm lêda îtir
“Kurdî” Hîç perway[90] dil û saman û can û dîn nîye