- ÇÊJTIM EM RO JEHRÎ MAR
Çêjtim em ro jehrî mar û roḥî şîrîn im nehat
Zamî[2] konem hate jan û merhemî birîn im nehat
Min xem im xward û xemîş xiwênî cigermî xwarde we[3]
Boye giryam çend beçend, firmêskî xwênîn im nehat
Ẋem serî lêdam[4] û yarîş qet serêkî lê nedam
Sebr û hoş im royîwe[5], ẋaretgerî dînim nehat
Dill desûtê[6] çîn be çîn deşkête ser yek wek fener[7]
Xawenî rûyî ateşîn û zulfî çînçîn im nehat
Dîde[8] wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
Pêkenînî ẋunçeyî new sebz e perjîn im nehat
Goy serim[9] çewganî[10]mîḥnet daye ber xoy ray firrand
Way ‘eceb, bo şasiwarî[11]xaneyî zîn im nehat?
Kewtime[12] wextî mirdin û ẋem xistimye ḥallî ẋerrẋerre[13]
Kurdî bê kes xom le hîç layê seday şîn im nehat