Ji aliyê naverokê ve jî helbestên Kurdî zêdetir ji bingeha sofîzma maddî hatine hûnandin. Wate: Kurdî di helbestên xwe de wek helbestvanên kilasîkên din beḥsa jinê nake lê ciwanî û xoşikîya Xwudê li bedena mêrxasek an însanek bi giştî dibîne. Eve jî bûye xisusîyet û taybetmendîya helbestên Mistefa Begê Kurdî.
Ta niha têzekî doktorayê li ser rol û pêgey Mistefa Begê Kurdî hatiye nivîsandin li Zanîngeha Silêmanî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Naz Eḥmed Se‘îd ve bi navê “Dengî Mistefa Begî Kurdî Le Şî’rî Klasîkî Kurdî da”[1]
Digel ku gelek helbestên wî hene jî em dê li vir wek numûne şeş helbestên Mistefa Begê Kurdî raberî we bikin.