‘Mîrzeyê Piçûk’ bi 300 zimanî hatiye wergerandin

“Mîrzeyê Piçûk” a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan de klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin.”Mîrzeyê Piçûk” bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin.

Li gor daxuyaniya Weqfa Saint-Exuperyê berhem herî dawîn li zaravayê hassanyaya erebî hat wergerandin. Zaravayê hassanya li herêma Sehraya Fasê tê xeberdan û Exupery jî ji vê sehrayê îlham hildaye.

“Mîrzeyê Pirçûk” çîroka yekem e herî zêde hatiye wergerandin û ev hejmar gihîşt 300î.

Exupery wek pîlotekî şirketeke taybet li Sehraya Fasê xebitiye û ev werger gelek sembolîk e, lewra ji vir îlhamê wergirtiye.

“Mîrzeyê Piçûk” cara ewil di sala 1943yan da tê weşandin û heta niha ji 200 milyonî zêdetir hatiye firotin.

“Mîrzeyê Piçûk” bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin.

Ev pirtûk ji aliyê Fawaz Husên ve di sala 1995ê de ji fransî ji bo kurdî jî hatiye wergerandin.

Nivîskarê kurd Fawaz Husên di pêşeka pirtûkê de wiha gotiye:

“Di nav berhemên Antoine de Saint-Exupery de, pirtûka Mîrzayê Piçûk berhemeke yekta û bêhempa ye. Ew di nav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirûda evîneke xemgîn e. Di vê pirtûka ku cîhekî taybetî di nav berhemên nivîskar de distîne, Saint-Exupery dixwaze bibêje ku her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê. Mîrzayê Piçûk ji bo zarokan hatiye hûnandin, lê ew dikare mezinan perwerde bike û wan ji reh û koka wan ve bihejîne.”

Exupery dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Fransa tê dagirkirin wek pîlot di artêşa Amerîkayê de dikeve şer. Exupery di dema sefereke xwe de 31ê tîrmeha 1944an di 44 saliya xwe de li peravên Marsîlyaya li Behra Sipî dikeve behrê û dixeniqe. Balafira Exupery sala 2000î da bi destê masîgiran tê dîtin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Şiroveyek

  1. Hê min ya bi zimanê Kûrdî ne xwendîye, İnşeAllah demek nêzda bibe qismet 🙂

Leave a Reply to AliCancel reply