Sêşem , Tîrmeh 23 2019
Destpêk / Wêje / Çîrok / Mîrzade û Hûtê Sê Serî!

Mîrzade û Hûtê Sê Serî!

Hebû û qet tune bû!
Li gundekî Kurdistanê sê bira hebûn. Her sê bira bi şev û roj, li çol û çîyayan gencîneyan (xezîne) digeriyan.

Piştî çend mehan, li cihekî asê li bin qûntara çîyayekî, bîrek ku dawîya wî xuya nedikir dîtin. Her sê bira li ser wê birê rawestiyan û wisa bawerî pê anîn ku di binê wê bîrê de gencîne heye. Lê her dû birayê mezin newêribûn xwe berê binê bîrê bidin. Mîrzade beriya birayên wî jêre bêjin, wî werîs li nava xwe girêda û got;

– Ez amade me, lê heta ez sê caran werîs nekşînîm hûn min nekşînin jorê.

Her du bira rabûn Mîrzade berdan binê bîra bê binî. Werîs têre nekir, rabûn werîsekî din pê ve girê dan.

Mîrzade hatibû dawîya bîrê, werîs ji nava xwe vekir, li dora xwe temaşe kir, dît ku di dawiya bîrê de ronahîyek heye. Şûrê xwe kişand û ber bi ronahîyê ve çû, lê çi bibîne, odeyeka pir mezin û di nav odeyê de çar odeyên din jî hene. Hêdî û nermik çû ber odeya yekem o derî vekir, lê Mîrzade çi bibîne, li ber ronahiya findê keçikeka pir delal li ser qenewîç nexşa çê dike. Mîrzade ji keçikê pirsî;

– Tu li vê bîra tarî û bê binî çi dikî?
– Huşşş! Ez ne bi tenê me.

Mîrzade rakir keçikê o hate odeya duyem jî vekir, nihêrt keçikek ji ya din xweşiktir, ew jî li ser campûn û qenewîç nexşa çê dike. Rakir wê jî û hat ber odeya sêyem û derî vekir. Bi vekirina derî re dît, xweşîkî û bedewiyekê, hundur wek ronahiya heyvê ronî dikir.

Her çar ketin wê odeyê û Mîrzade ji wan pirsî;

– Ka bêjin çima çawa û kî we anîye vê derê?

Keçika mezin;

– Li odeya dinê hûtek sê serî heye, wî em anîne vê derê. Heta niha gelek simbêlsor hatin vê derê, lê tu kes heta niha nefilitiyê. Hêna şansê te heye û ew di xeweke giran de ye, vegere bi rêya xwe ve here.
– Heta ez wî nekujim û we rizgar nekim ez bi tu cîhekî ve naçim.

Hersê keçik li hember jixwebawerî û bibiryariya Mîrzade gelek kêfxweş dibin.
Keçika mezin dibêje;
– Mîrzade! Kuştina vî hûtê sê serî ne hêsa ye. Li wî quncikê hanê gîsin heye. Divê tu wê li ser agir bisincirînî di guhê seriyê navîn de biçikînî û derbeyeka bi tenê bi şûr li nava serê wî bixî.

Mîrzade radibe agir pê dixe, gîsin têr sor dike û tê ber odeya hutê sê serî lê ye. Derîyê odeyê vedike, ji ber xime xima hût nefes anîn û dayîna wî, wek bahoz çêdibe. Mîrzade bi hemû wêrekî û hêza xwe ve gîsin di guhê seriyê navîn yê hûtê sê serî radike û derbeyek şûr li nava serê wî dîde. Qêrîn û orîneka wisa ji hûtê sê serî dîçe ku erdhejek çê dibe û dibêje;

– Ez dizanim tu mêrê mêran Mîrzade yî û ji mala sêderba yî.

Mîrzade dibêje;

– Rast e ez mêrê mêran im lê ji mala yekderba me.

Piştî kêliyekê hûtê sê serî diçirpike û dimire. Her sê keçik ji kêfan, xwe davêjin stuyê Mîrzade û dibêjîn;

– Ji îro pêve em qewraşên te ne.

Mîrzade dibêje;

– Em sê bira ne. Eger hûn bi dilê xwe bixwazin, em dikarin jiyana xwe bikin yek.

Her sê jî erê dikin û tên binê bîrê, Mîrzade werîs li nava keçika mezin girê dide û sê caran werîs dikşîne û dibêje;

– Ev a birayê mezin e.

Ya duyem dişîne û dibêje;

– Ev a birayê navîn e.

Mîrzade werîs li nava keçika xwe girê dide ku wê bişîne, keçik jêre dibêje;

– Ez pir xweşik im. Ditirsim birayên te li te xayîn bigerin. Piştî min, li wir kûpeka mezin a zêr têde ne bişîne, wê nîyeta wan aşkere bibe. Eger xayin bigerin û te dernexin jor, li pişt odeya yekem baxçeyek heye, her roj du kûçik bi hev re pir bi lez şer dikin. Eger tu destê xwe bi kûçikê spî bikî tê derkevî rûyê erdê, lê tu destê xwe bi kûçikê reş bikî tê heft kat herî binê erdê. Mîrzade radibe keçîka xwe dişîne û dibêje evîya jî eva min e.

Her du bira dema çav bi keçika Mîrzade dikevin, gêj û sermest dibin. Radibin careka din werîs berî jêr didin, Mîrzade werîs li kûpê zêr girê dide û dişîne.  Piştî kêliyeka kin kûpê zêr tê li ber lingê Mîrzade dikeve. Mîrzade dibîne werîs bi kêrê hatiye birin û fam dike her du birayên wî lê xayîn geriyane.

Mîrzade neçar dimîne tê baxçe û dinêre bi rastî jî kûçikekî reş û yek spî pir bi lez li dora hev diçin. Mîrzade bi lez destê xwe dirêj dike lê hezar car mixabin destê wî bi kûçike reş dibe û heft qat diçe binê erdê.

Çiqas dem diçe ne dîyar e, lê Mîrzade piştî şîyar dibe dinêre ji durî ve bajarek heye û berê xwe dide bajêr. Pîştî demekê, tê bajêr û diçe avahiya pêşîn, li derî dixe, pîrejinek derî vedike. Mîrzade serpêhatiya xwe ji pîrejinê re dibêje. Pîrik dibêje;
– Heta deriyek ji te re vebibe, tu wekî kurê min dikarî li vir bimînî.

Pîrê ji Mîrzade re xwarinê tîne û Mîrzade pîştî xwarinê dikeve xeweke şîrîn. Dotira rojê, Mîrzade ji xewa şîrîn şiyar dibe, dibîne pîrê jêre xwarin daniye.  Xwarina xwe dixwe û ji pîrê re dibêje;
– Dayê ez pir tî me, tu dikarî taseka av bidî mîn?

Hêstir ji çavên pîrê têne xwarê û dibêje;

– Lawo ev çend meh in bobelatek bi serê vî bajarî ve hatiye.

Mîrzade radibe serê pîrê dide ser sînga xwe, hêstirên çavên wê paqij dike û dibêje;
– Dayê ka ji min re bêje çi bobelat e bi serê vî bajarî ve hatiye?

Pîrê dibêje;
– Lawo here were kanîyeka vî bajarî heye, ev çend meh in marekî ziya xwe daye ser kaniyê, heta em ciwanek nedinê, ew nahêle kesek avê ji wir bîne. Îro jî dor dora qîza keyê me ye.

Mîrzade dibêje;

– Dayê tu dikarî min bibî ser kaniyê?

Pîrê radîbe Mîrzade dibe ser kaniyê, Mîrzade çi bibîne, hemû bajarî li ser kaniyê kom bûne û dikin qêrîn û hewar. Mîrzade xwe li nav girsa gel dixe û tê pêş. Dinêre keçikeka pir cîwan û xweşik ber bi marê zîya ve dîçe. Mîrzade bi lez diçe pêşîya keçikê û li marê ziya dike qêrînî;

– Ezim ez, Mîrzade me! Hatime serê te bifirînim.

Li hember van gefên Mîrzade hêrsa marê zîya pir tê û bi hemû hêza xwe ve nefesa xwe dikşîne, lingê Mîrzade û keça key ji erdê dikşe û ber bi marê ziya ve difirin. Mîrzade şûrê xwe dikşîne, bi destekî qevda şûr û bi destê din jî bi serê şûr digire û bi hêz xwe ber bi devê marê zîya ve davêje, bi şûr devê marê ziya diçirîne, marê ziya dibe du parçe. Keça key destê xwe li xwîna mar dixe, xwînê li pişta Mîrzade dixe. Hemû bajar ji kêfan sitranan dibêjin û dîlanê dîgrin.  Tişta rû daye, diçe guhê key û key bi şahî tê cîhe bûyerê, keça xwe tîne cem xwe û bang li lehengê keça wî û bajarê wî azad kiriye dike. Sozê dide ku wê keça xwe bide wî lehengî. Çiqas mêr hene li wî bajarî diçin dibêjin me kuştiye lê keça key yekî jî napejirîne. Keya ji keça xwe re dibêje;

– Hemû mêrên bajar hatin lê te yekî pesend nekir.

Jinek ji nav girsa gel dike qêrînî;
– Keyê min, li dervayê bajêr pîrejinek heye, min doh xortekî li mala wê dîtibû, ew xort xuya nake.

Key bi lez ferman dîde çend siwaran ku herin mala pîrê û Mîrzade bînin cem key. Piştî Mîrzade tînin ba key, key ji keça xwe dipirse;

– Ew leheng ev e?

Keça key dibêje;

– Pişta wî vekin eger pênç pêçiyên min li xwîna mar xistibû hebe li ser, ew e.

Pîşta Mîrzade vedikin dibînin şopa pênc pêçiyên bi xwîn li ser pişta wî ye. Key li hember hemû şêniyên bajêr dibêje;

– Eger tu jî bipejirînî min keça xwe da te.

Mîrzade spasiya key dike û hemû serpêhatiya xwe li hember gel dibêje;

– Eger derfeta we hebe hûn min vegerînin cihê min, ez ê şa bibim.

Ji nav gel kalekî rû spî dibêje;

– Li filan çiyayê teyrê sîmir heye, bi tenê ew dikare te derxe qata heftan.

Keya û hemû gelê bajêr radibin bi rê dikevin, diçin wî çîyayî û ji teyrê sîmir alîkarî dixwazin. Teyrê sîmir li hember lehengiya Mîrzade vê daxwazê dipejirîne û dibêje;

– Pêdivî bi çil tenûr nan, çil duvberan û çil şerbik av heye.

Keya vedigere bajêr û ferman dide, heta sibê wan pêdiviyan amade bikin. Dotira rojê, Mîrzade xatir ji hemû bajêr dixwaze û li teyrê sîmir siwar dibe. Teyrê sîmir jêre dibêje;

– Çiqas min fir li xwe xist tu parçayek nan, parçeyek duvberan û şerbikek av bide min.

Û ber bi jor ve difirin.

Teyrê sîmir bi serkeftî Mîrzade derdixe jor. Mîrzade spasî û xemgîniya xwe pêşkêş dike û xatir ji hev dixwazin.

Mîrzade tê ber devê bîrê, dibîne hespê wî yê rewan hêna li ber devê bîrê li benda wî ye. Mîrzade li hespê xwe siwar dibe û bi hêrs ber bi malê ve diçe. Nêzî malê dibe, dinêre her du birayên wî li ser, parvekirina destgirtiya wî, di nav şer de ne. Mîrzade şûrê xwe dikşîne û wek bayê, bez dide hespê xwe û serê her du birayên xwe difirîne. Ji bo bi serpêhatîyên xwe neêşe, radike destgirtîya xwe û berê xwe dide welatekî ne dîyar.

Çîroka me çû dîyara, rehma xwedê li miriyê gohdaran.

Min ev çîrok ji pîra xwe XÊLYA gohdar kiribû. Xuda wê bi rehma xwe şad bike!

Metîn Şeker-Amîda Kurd

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Nêçir û Nêçirvan

Heke xelet nebim li berê pênc salan bûyerek ecêb hatîbû serê me.  Belê gava ku …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *