Mîrza Mihemed a Xezne

Nizam min gotibû an jî negotibû lê rastiyek heye ku ez nasnameya xwe ya Kurd di pirtûkan de naskirim. Jixwe gotinên C. Alî Bedirxan û Cegerxwîn jî bi ser vî yekî ne. Ev 2-3 sal in ez bala xwe didim ser pirtûkan û bi wan re dîroka xwe, çîroka xwe, herî girîngtir jî xwe nasdikim. Çend hefte berê min pirtûkek li ser înternetê dît, ev pirtûk bi her aliyê xwe va bala min kişand. Ji ber berhevkarê vê xezinê hembajarê min bû. Navê vê xezinê Mîrza Mihemed e û di nav de 50 çîrokên bav û kalan (gelêrî) pêk tê. Demek dirêj neçû min pirtûkê xwend û xilas kir. Çîrok zêdetir li bajarê Agiriyê hatine tomar kirin. Yê ku min zêdetir şa kir jî ev yek bû.

Taybetmendiyeke pirtûkê dîsa heye ku ew jî; pirtûk bi devoka Agiriyê hatiye nivîsandin. Gelek gotin û çîrok bala min kişandin, yek ji wan jî çîroka ‘Ker, Kûçik, Pişîk û Dîk’ bû. Ev çîroka bi mijar û peyama xwe lazimê me Kurdan e. Wekî wiha aqilmendîya Qîza Mîr a hember Şivên jî pir balkêş e. Dîsa dikarim bêjim ku çîrokên ‘Qencî û Xerabî’ û ‘Qeder’ jî balkêş in û mirov dikare tiştên xwe ji wan ji jiyana xwe re bike felsefe. Bê guman hemî çîrok ji hev qîmettir in. Mîrza Mihemed xezneya bajarê min e herêma sar û sermayê ya Serhedê ye. Heke em xwedî xizneyên xwe dernekevin emê dê bêçand û bêziman bimînin. Dixwazim gotinên xwe bi gotineke ji pirtûkê bi dawî bînim; ‘-Me ya xwe kire yek, me dijmin perçe perçe kir.’ De bimînin bi xweşiyê..

Ömer Özcan

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply