MIROV XWARÎ
Ji her derî bêhna xwînê tê
Li her derî hevdî dixwin mirov
Bila agirekî mezin pêxin hemû sitemkar
Wek Nemrûdê dîn û har.
Û beroşê herî mezin deynine ser vê tifikê
Me gazî hemû dewr û dewrana kir.
Wê yemyamê heft îklîmê, tevlîyên mirî
Werin vê xwarina ku ji goştê zarokan pêk tê.
Heger têr nexwarin em ê wan bibin
Gorîstana zarokan, bi lazikê xweyên genî
Bi hestûyên rizî dagrin.
Dibê ku bipeqin, bicehimin, biqewirin
Ji vê cîhanê
Ramazan YAMAN
26.08.15-ÊLIH