Mirov û Mirin (Xutbeyên Kurdî)

E’ûzû bîllahî mîneş-şeytanîr-recîm, Bîsmîllahîr-rehmanîr-rehîm. Wes-selatû wes-selamû e’la Resûlîna Muhemmedîn, we’ela alîhî we sehbîhî ecme’în. (Amîn)

Hemd û sena ji bo Xwedayê vê a’lemê be ku ew Xaliqê  kaînatê ye.

Selat û selamê bê hed li ser Resûlê Xweda Hz. Muhemmed salallahû  e’leyhî wesellem be.

Mûmînên Ezîz!

Qisedana  me ya îro li ser mexlûqê herî şerefdar insan û li ser mirinê ye. Alem û her tiştê di vê alemê de Xwedayê Teala xulq kiriye. Lewre Wî, pêştir ve Xaliq tune ye. Di nav mexlûqê Xwedayê Teala afirandiyî yê herî şerefdar û sergewre insan e. Li ser insanî Qur’anê Kerîm wiha ferman dide:

“Leqed xeleqnel însane fî ehsenît-teqwîm.” (Sûreya Tîn – Ayeta 4’an)

“Soz be ku, Me mirov bi şiklekî pir rind xulq kiriye.”

Di ayetekî dî de Xwedayê teala wiha ferman kiriye:

“Wema xeleqtûl-cinne wel-înse îlle liye’bûdûn.” (Sûreya Zariyat – Ayeta 56’an)

“Min tenê cin û insan ancax ji bo naskirina min û ji bo min îbadet û evdîtî kirênê afirandiye.”

Madem insan mexlûq e, hem madem sedema xulq kirina me insanan ji bo Xwedê evdîtî kirine, lazim e insan ku hêj mirin nehatî, wezîfeya xwe ya eslî qet ji bîr neke. Qebûl bikin ku wezîfeya me ya eslî jî îman û dûa ye.

Mûmînên Delal!

Ew tiştên a niha ez ê bibêjim we çi car ji bîr nekin; Bizanin, Mirîn, li stûyê me girêdayiye, dinya jî pê me de tê pêçan. Her gav me hêdî hêdî digehîne mirinê û her dem em nêziktirê mirînê dibin.

Vê baş guhdar bikin; Dinya alema xewnê ye. Axîret alema ji xewnê hişyar bûnê ye. Di navbera her du aleman de derek heye, ew jî mirin e. Em jî a niha di nav xewnekê tevlehevdanin.

Ew kesê ji bo axîretê, xwe amade dike, Xwedê (cc) rehma xwe dide. Yê ji pêşiya mirinê nefsa xwe muhasebe dike, Xwedê (cc) dê merhamet bike.

Ey Kurdên Bawermend!

Kusa dinya fanî ye, eynî wisa jî her tiştê di vê dinyayê de jî fanî ye. Mal, milk, meqam, navdarî, heta mirinê û heta devê qebrê ye. Wextê mirîn nêzik bû, ne mal, ne milk, ne meqam, ne navdar û meşhûrbûn kêra çi nayê, Ev tiştên wiha wî gavê ne hêja ye, ne mûhîm e û ne jî birûmet e.

Mixabîne ku, mirazê me jî bûne ev tişt. Ev tişt in ku tiştên ne fayde ne, ji bo axiretê. Kesê ku ev tiştan bi dest biêxe lazim e van tiştan jî bi riya axîretê rêbike. Mal ji bo axîretê, milk ji bo axîretê, meqam ji bo axîretê, navdarbûn û meşhûrbûn ji bo axîretê, jiyan û emir ji bo axîretê be ku Xweda (cc) ji me razî be. Rabîn û rûniştina me, xwarin û vexwarina me, xeber û gotina me, emel û tevgerên me, xebat û şolên me ane gorî Qur’an û sûnneta pêxemberê me eleyhîs-selam be ku kera axîretê be.

Bizanin ku çi kes xelas nekiriye û negiheştiye mirazê xwe yê ji vê dinyayê. Ku yek hecet û hewcetiyê me qediye û hatiye cih, yêk dî jî tê cihê wî. Tiştên li vê dinyayê ji aliyê te ve hatiye viyayî, tu çend bivê jî, bê şupe û bê guman dê tu ji wan cuda bibî.

Mirov, mirînê û kefen kirinê her daîm li ser yekek dî dibîne. Qet naanîne bîre xwe ku rojekê dê bê şûştin, kefen kirin û veşartin.

Mûmînên Ezîz!

Xwe bizanin, Xaliqê xwe nasbikin, Xaliqê xwe bidine naskirin, evdîtiya xwe ji bîr nekin, Evdîtiyê nedin ji bîr kirin.

“Rabin mûmînên delal, ji dil qamet bigrin û nivêj bikin. Rabin, ji bo axîretê rêwîtî heye.”

Necmettîn KEVE-Kurddiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply