Mirov Dosyeyên Xwe Yên Ku Di Flaş Dîskê De Nayên Xuyan Çawa Dertîne Holê?

Merheba xwînerên me yên hêja. Di vê nivîsê de em ê behsa pirsgirêka pelên ku di flaşdîskê de ne lê nayên xuyan bikin. Hin cureyên vîrusan hene ku dikevin flaş dîska mirov. Û belgê û tiştên mirov yên tê de diveşêrin. Çareseriya vê pirsgirêkê di vê nivîsê de ye.

ÇAWA TÊ KIRIN?

GAVA 1EM

1.1 – Pêşî di darikê peywirê de li qismê lêgerînê “cmd” binivîse. Navê vê sepanê ya temamî wiha ye: “Command Prompt” (Daxwaza Fermanê). Vê sepanê ku derkete pêşberî te veke.

1.2 – Mirov bi sê awayî dikare xwe bigihîne vê sepanê. Me li jor behsa ya ewilî kiriye. Ji bo ku mirov xwe bigihînî sepana “cmd”ê riya duyem jî ev e: pêşî pêl li bişkoka Wîndowsê bikin û dû re pêl li herfa “R“yê bikin (ji bo kirinê binêre rismê li aliyê çepê). Pişt re wê qutiyek biçûk yê bi navê “Run” derkeve ber we. Di wê qutiya ku derket de “cmd” binivîse û pêl li enterê bike.

1.3 – Ji bo ku mirov xwe bigihînî sepana “cmd”ê riya sêyem jî ev e: Pelek vebike û di pêristê de vê binivîse û pêl li enterê bike:

“C:\Users\[navê te yê bikarhêneriyê]\AppData\Roaming\Microsoft\Windows\Start Menu\Programs\System Tools”

(guherandina qismê navê te yê bikarheriyê ji bîr nekî). Piştî ku te vê nivîsand di pela ku derket de “Command Prompt” heye. Pêl bike serê û veke.

GAVA 2YEM

Piştî ku te bi yek ji van mêtodan “cmd”yê vekir, li wir qismê ku flaş dîska te lê ye binivîse, di “E:” “F:” an jî “G:“yê de dikare bibe. Qismê ku lê ye binivîse û enter bike. Binêre rismê:

rismê “cmd”yê

Yê min li “G:”yê bû lewma min “G:” nivîsand û enter kir.

GAVA 3YEM

Piştî vê “attrib –r –s –h /s /d *.*” binivîsin û pêl li enterê bikin.

“attrib –r –s –h /s /d *.*” binivîsin û enter bikin

Piştî ku hûn van sê gavan bi cîh anîn, êdî wê pelên di flaş dîska we de yên ku ji aliyê vîrusan ve hatine veşartin derkevin holê. Û bi vî awayî hûn ê karibin bigihin pelên xwe yên di flaş dîskê de.

JÊBIRINA VÎRUSÊN DI FLAŞ DÎSKÊ DE

Ji bo ku ev pirsgirêk cardin dernekevin ber we, vîrusên di flaş dîska xwe de jê bibin. Eger hûn bixwe nikaribin, bi alîkariya bernameyeke antîvîrusê (vîruskuj) van vîrusan jê bibin. Pêşî nava flaş dîskê bidin skenkirin. Û dû re vîrusên ku bernameya antîvîrus derxiste holê jê bibin.

FERHENGOK 

Ku – En – Tr

  • Darikê Peywirê: Taskbar – Görev Çubuğu
  • Sepan: App – Uygulama
  • Bişkok: Key – Tuş
  • Bişkoka Wîndowsê: Windows Key – Windows Tuşu
  • Pêrist: Index – Dizin
  • Sken Kirin: Scan – Taramak

 

teknistan.com

Derbar ziman

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply