MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 8 kesan
*Mirîşk: Hebek
*Birinc: 2 qedehên avê
*Parçegoştê sor: 200 gr
*Rûnê malê: 4 kevçiyê xwarinê
*Rihan: Nîv kevçî
*Îsota pûlikî: Nîv kevçî
*Îsota reş: Kevçiyekî çayê
*Xwê û av: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA MIRÎŞKA HEŞANDÎ
Mirîşka xwe bişon û ziwa bikin, birincê xwe bişon, bisefînin û bixin derdanekê, goştê xwe hûrik hûrik hûr bikin.
Goştê xwe bikin beroşekê, bi qasî ku birinca we pê bipije avê bixin serê, xwê ya wê bixin nav û deynin ser agir. Dema goşt pijiya, avê ji ser goşt hildin, rûn bidin ber goşt û sor bikin, birinc berdin ser goşt. Bîskekê birinc û goşt bi hev re sor bikin, ava wê ya goşt berdin serê, li ser agirê kiz qasî 10 deqeyan bipijînin, ku birinc nîvpehtî bû, îsota pûlikî, îsota reş, rihanê tev bidin û beroşê ji ser agir hilînin.
Bi birincê ku we amade kiriye mirîşkê biheşînin, cihên vekirî bi ta bidirûn. Rûnê nivîşk bixin beroşekê , mirîşka dagirtî di nav rûn de heta rengê wê zeraxî bû, sor bikin. Paşê avê berdinê, bila av bi ser mirîşkê bikeve. Devika beroşê deynin serê û deynin ser argûnê bila bipije. Bi devê çetel çend cihên mirîşkê qul bikin da avê hilçîne. Dema av keliya, avê ji binê beroşê kiz bikin, bila mirîşka we li ser agirê kêm bi qasî 40 deqeyan bipije. Gava mirîşka we pijiya tayên dirûnê jê vekin û bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be