Mirina Bavê Min!

‘‘dayik ax e bav jî av e,
bêbav û malxê jiyan qetran e 

xwûşk mewîj e bira xweşav e 
bêmalî tembûreke bêkilam û stran e…’’

Di nava bêdengiyeke xemgîn de li bendê me ku zarokatiya min (bîranînên min yên li gel bavê min) wê were bi destê min bigire û min bibe mal. Wek ku ez di zarokatiya xwe de her car, ji cihê xwe nedilivîm û li ser riya bavê xwe radiwestiyam û li benda wî dimam. Bavê min dihat, ez maçî dikirim û destê min digirt û em bihev re ber bi malê ve dimeşiyan…

Dîmenên te yên rûken, şîret û gotinên te yên xweşik; dîsa bûne mêhvanên hestên min. Dema min ew dîmen bi bîr anî; laşê min dilerizî, germahiyek bi ser laşe min de diherîkî, dile min bicoş lêdixist. Ew wext û dem ji bo min, dişibine wek ku mirovî ji xeyalên kûr û şirîn, rengîn û xweşik de, di nav tarî û bêdengiya xewnan de ji nişka ve şiyar bibe…

Ez di halekî wisa de me û hîs dikim ku ji vir wêdetir tenê mirin e, tenê bi tofan e, tenê bi bager e û hem jî ji bagera di çilê zivistanê de ku rêwiyekî rêya xwe di nav vê tofanê de berzekirî… Ez neşêm, hesreta bavê xwe ya di dilê min de hatiye dagirandin ji xwe dûr biêxim. Jibîrkirina wî û wan deman, qetûqet ne hêsan û mumkîn e.

Nivîsên herî xweş û dilşewat piştî mirina însanan tên nivisandin. Lê bele hinek rewşên ku gotin têrê nakin û çi gotin lê neyên kirin hene. Hezkirina ku mirov ji dayik, bav û evîndara xwe re dike jî, yek ji van e. Her çi bibêjim, kîjan peyv û hevokê bikarbînim jî hinek tişt wê netemam û kêm bimînin. Ji ber vê yekê jî, di vir de kîjan peyv û gotinên hezkirinê xêz bikim jî dîsa ez ê pê kefxweş û dilxweş û dilşa nebim. Divê mirov hestên xwe yên li hemberî hezkiriyên xwe di saxiya wan de binivîsine…

Têkilîya bi bav re pirr pirr cuda ye(ji ya dayikê). Dayîk hêlîna ku em jê derhatine, xweza, ax û zerya ye. Bavik di vê hêlîna sirûştî de hema bêje nûnerê ti tiştekî nîn e. Salên jiyana zarokî yên seretayî de têkiliyeke (bi vê şêweyê) rû daye; di heyamên pêşîn de girîngiya pêwendiya bi dayikê re ne pêkan e ku bête berawirtkirin a bi bav re. Lê belê bav di vê cîhana sirûştî de nûnerîyê neke jî; cemsera dî ya hebûna mirov ya gerdûna hizrî, tiştên destçêkirî yên mirovî, rêbaz û ferman, perwerdehî, gerr û serpêhatiyan de nûner e. Bav mamosteyê zarok e, rêheval û rêberê wî yê jiyanê ye.

Têkiliya bi dayikê re dil û derûniya me, têkiliya bi bav re jî hiş û deraniya me ava dike. Me daxilî nav tekoşîna(îmtîhana) derveyî ya li ser rûyê erdê dike. Belkî jî ji ber vê yekê têkiliya bi bav re, berevajî ku tê zanîn dijwartir û îmtihaneke zortirîn bû; jiyaneke civakî ya hêja, hêzdar û têrûtijî bi hezkirin encax bi rêbertiya bavekî dilovan û (dil û kesayet) hêzdar de pêk tê.

Min  hemû nirx û pîvan, rabûn û rûniştin, rê û rêbaz, peyv û axaftinên mirovên berê; di rih û kesayetiya bavê xwe de dîtibûn. Nexwe em Kurd, beriya her tiştî bi zimanê xwe, bi çand û hunera xwe, bi urf, adet û kevneşopiya xwe Kurd in. Gerek em li van nirxên xwe yên bi rûmet xwedî derkevin. Bavê min ji bo sosyolojî û mirovatiya Kurdan mînakekî bi rûmet û taybet bû. Mirovên wisa bi jîn û sekna xwe ve rasterast qêrînek in, ku hiş û mêjiyê zarokên xwe û yên Kurdan dihejînin. Dinya xem û endişe ye ji bo wan…

Bavê min merivek ji merîvên zemanê berê bû. Ji merivên civatên berê… Ne li gorî zemanê nû bû. Ji xwe merivekî bêdeng û bêzirar bû. Mirovekî di halê xwe de bû. Mijarên rojane û gengeşiyên pûç, qetûqet bala wî nedikişandin. Wî dest û lingên xwe ji zemanê nû vekişandibûn. Bi bedena xwe li cem me bû, lê bi rih û derûniya xwe di zemanê berê de bû û di nava çîrokên bav û kalên xwe de bû…

Heke mirov nikaribe daxwaz û miraza dilê xwe, bi zimanê xwe bîne zimên, nikare ray û ramanên xwerû jî derxîne meydanê. Di hundirê meriv de çi çêbe, meriv bi awayekî herî baş û xweşik, hew bi zimanê dayika xwe û bi reng û boyaxa bav û kalên xwe tîne zimên.

Bavê min bi gazî, lorîn û kilamên dengbêjan, bi zimanê bavûkalan û bi çand, adet û kevneşopiya Kurdan mezinbûyî bû û ji wan pir hezdikir. Nêzîkî hezaran plak û kasetên wî yên berhevkirî hebûn. Gelek stran, heyranok, payizok, çîrok, hîkayet, metelok, tiştonek dizanî bûn. Xwediyê arşîveke girs, giranbiha û bêhemta bû. Heya roja ku Gever (û mala me) hate şewitandin jî me ew arşîva wî di bin banê malê de vedişart.

Ez gehiştim dema dîwan, şevbihurk û muhebettên germ û jidil. Ji ber ku televizyon hêj neketibû malên me hemiyan, dema saet ji berêvarê derbas dibû û berê xwe dida şevê, dinyaya min a zarokî jî berê xwe dida destan, çîrok, hîkayat, tiştonek û kilamên dengbêjan. Ewilî bapîr dest bi gotinê dikir, ji me re destan û çîrok digot û dihûnandin. Min hefsarê hişên xwe bi wan çîrokên Mîrza Mihemed, Rostemê Zal, Harûn Reşîd û Behlûl, Memê Alan, Îsê Delan, cin, pîra mirovxwer, teyrên sîmir, dêw, ejdeha û ezmansorkan ve berdida. Paşê em li ber çokê dapîra xwe rûdiniştin û wê dest pê dikir, ji me tiştonek dipirsîn. Me bersivên wan nezanîbana jî ji me re bersîvên wan ne didan û heta me bixwe peyda dikirin. Hinek caran çend rojan em li ser bersivekê difikirîn û me peyda nedikir. Paşê jî her kesek derbasî oda xwe dibû. Em jî wisa, derbasî oda xwe dibûn û bavê min dest bi kilamên dengbêjan dikir, distrî û dilorand…

Bavê min her dem wekî çiyayên bilind, sermij û birîndar xweş distrî û dilorand. Min kilamên dengbêjan bi deng û dilketina wî keşif dikirin û ji wan hez dikir. Wê demê, ez hêj zarok bûm lê dîsa jî dil û mêjiyê min bi dengê wî tijî dibû. Ji bo min ew dibû derek ji derên dîrokê. Kî dihat li ber wî derî û di wî derî de derbasî hundir dibû, hingê tehma kilamên berê hildigirt, hingê sirrên hizn û kederan dizanî, hingê tenêtiya xwe didît û fehm dikir…

Min di bin siya wî de guh dida dengbêjên Kurdan. Bi wan kilaman ve cerg û mêlakên min tijî xwîn û xem dibû; emrê min dibû guleke çilmisî û xezalên birîndar û ku di çavên wan de hemû kaniyên welatê min diherikîn. Ava wan kaniyan jî timûtim sar û sor bû; mîna mirinê sar û mîna evînê sor…

Bavê min di dengê Cemîl Horo de kilama ‘‘Lê Bavo’’ bû; di dengê Kawîs Axa de kilama ‘‘De Xalo’’ bû; di dengê Hecî Evdilkerîmê Patnosî de kilama ‘‘Wey Dil’’ bû; di dengê Huseynê Farê de kilama ‘‘Were Têlî’’ bû; di dengê Ayşe Şanê de kilama ‘‘Heywax Dayê’’ bû; di dengê Meyrem Xanê de kilama ‘‘Dotmam’’ bû; di dengê Şeroyê Biro de kilama ‘‘Hekîmo’’ bû; di dengê Zahiro de kilama ‘‘Heso û Nazê’’ bû; di dengê Miradê Kinê de kilama ‘‘Kewê’’ bû; di dengê Karapêtê Xaço de kilama “Derwêşê Evdî” bû; di dengê Salihê Qûbînî de kilama ‘Şerê Mala Faro’ bû; di dengê Mahmut Kızıl de kilama “Cembelî” bû; di dengê Şakiro de kilama “Rezîlo Dilo” bû; di dengê Huseynê Omerî de kilama “Mamedê Aliyê û Seyrê” bû; di dengê Feyzoyê Rizo de kilama “Qîza Melê” bû; di dengê Sidiq Karliova de kilama “Saliho û Kejê” bû; di dengê Dengbêjên Radyoya Rewanê de kilamên evînî, bêkesî û koçberiyê bûn…

Tevî ku girîngiya dirokvaniya dengbêjan hebe jî, ew mezintirîn nûnerê çanda devkî ne. Mehmet Uzun ku ji nava dilê xwe dengbêjî dijiya û lêkolîneke firehtir li ser kiribû, dengbêjiyê wiha dide nasîn: “Dengbêj; deng li gotinê, gotin li kilamê, kilam jî li stranê werdigerîne. Wekî yekem Homerosê wêjeya nivîskî…’’

Bavê min di kilamên berê de hemû xewn û xeyalên xwe, eşq û evîna xwe, xort û gencîniya xwe diqîrî û dilorand. Ew besî wî bûn. Ew, Homerosê min bû. Min ew wisa nas kir. Ew, bavê min bû. Ew, şansê min ê herî mezin ê jiyana min bû.

“Babo,
Tu dê her bimînî ji bo min û dê biye pirtûka jiyana min
Û ez dê li herdem û dewran, li her cî û waran
Dê te bi awayek bextewarî xwînim
Û cîhana dilê xwe, li ber çurîskên te rohnî kem…
Dê bibî silavek wisa ku çi caran tu ji ber çavên min neçî…
Li şûna te ez dê bime silavek û sirûda koçberiyê…
Û li dawiyê…
spassss….
ku tu babê min î.”

Hinek mirov hene, tenê piştî mirina wan, behsa wan bi başî û xweşî tê kirin. Lê hinek jî hene ku di her rewşê de xwediyên xatir û rûmeta xwe ne. Bêşik yek ji wan jî bavê min bû. Heçî kesê ku bavê min carekî jî dîtî û naskirî, digot in: “Ew merivekî zehf baş bû, hêja bû, durist û nêtpak bû.” Birastî jî her wisa bû û heta zêdetir jî bû…

Du xûsnetên wî yên zehf baş û pêşve çûyî hebûn. Ya ewilî, merivekî rast û durist bû. Yanî her tim nimêjên xwe û taetên xwe yên din jî dikirin û kedeke helal qezenc dikir. Li helal û heramiyê pirr dîqet dikir. Ti caran karê şik û guman tê de heyî hez jê nedikir. Ji bo bazar û danûstandina xwe saxlem bû û her çiqas gelek caran hatibe xapandin jî di jiyana xwe de ti kes nedixapand. Dîsa jî guh nedida xapandinên xelkê. Digot hema ez kesî nexapînim bila ez bême xapandin…

Xûsneta din jî li ser kok û rihên xwe mabû û bi wan dimeşiya. Înkarkirin û tiştên mîna înkarkirinê di dil û berîka wî de tune bûn. Bi qet û qamet, kilam û stranên xwe ve, kok û rihên xwe û yên me her dem geş û şên dikir. Li ser şopa bav û bapîrên xwe dijiya…

Evîn û xerîbistana wî her Gever bû. Ji Geverê pir hezdikir. Ji bilî mala wî û Geverê bêhna wî li tu deran nedihat. Her dem digot, “Gever beheşta li ser dinyayê ye. Weyseta min ev e ku, ez li kî derê bimrim, cenazê min bînin Geverê, bînin dev dayika min û xwuşka min….” Du roj beriya ketina xwe jî ev gotina xwe ji min re dubare kiribû. Bawerkim ku mirin(a wî) ketibû dilê wî, ji ber ku barekî giran li ser milê xwe didît. Wekî bindestî û jiyana Kurdan ya çarsed salan di bin komkujî, talan, xerabkirin û mişextiyê de borandî…

Ji Tîrmeha 2015an û pêve li Tirkiyê pêvajoya aşitiyê bi dawî bû û bajarên kurdan bûn cihê operesyon, xendek û pevçûnan. Di van şer û pevçûnan de zêdetirî 10 bajar û navçe kavil bûn. Gever yek ji wan bajaran e. Di bihara 2016an de dewletê kolandina xendekan kire hincet û Gever hemû xerab kir, tarûmar kir. Di navbera sê hefteyan de ew Gevera xweşik û rengîn bibû wêran û kavilistan. Di vê navberê de mala me jî xerab bû, ked û xebata bavê min ya 40-50 salî jî di rojekê de çû…

Şerê xendekan ku li gor daneyên Rêxistinên Mafên Mirovan, bû sedema mirina bi sedan sivîlan, kuştina 4 hezar şervanan – ji herdu aliyan- wêranbûn û kavilbûna bajarên kurdan û koçberbûna bi dehhezaran kesan… Di vî şerî de gelê kurd çem û çem têk çû û zirareke nedîtî dît. Ev proseya tarî û qirêj di dîroka Kurdistanê ya nêzîk de bû sedema trajedî û paşveçûneke siyasî, aborî, çandî, civakî, derûnî… Kurd bi her awayî têk çûn û herî kêm 50 salî paşketin, hemî destkeftiyên xwe berze kirin. Encam; xendek hatin girtin lê birîn vekirî man…

Ev nêzî du salan bû ji ber şerê xendekan, bavê min ji Gevera xwe dûr ketibû û mala me anî bû Wanê. Piştî qedexeya li ser Geverê rabû, bavê min carna diçû li ser şûna cih û warên xwe yên berê û kavilên mala xwe ziyaret dikir. Piranî jî bi tenê diçû; qet nedixwast ti kes li bal wî be û rondikên çavên wî bibîne; rojên berê, bîranînên wî û yên Geverê dihatin bîra wî… Çimkî bavê min bi hemû kok û rih, esl û esas, çîrok û hîkayatên xwe ve li wî bajarî xwe naskiri bû û hemû emrê xwe jî di wî bajarî û wê malê de derbaskirî bû…

Ev dinyaya kambax, bêbext û bêmerhamet bi çavên serê xwe dît û ev yek li wî zehf zor dihat. Bi rih û beden, bi hemû hebûna xwe ve ev rewşa heyî qebûl nedikir. Dikir û nedikir nedikarî ev karesata hatiye serê wî û miletê wî jibîr bike. Ev zilm, zordarî û neheqî di gewriya wî de nediçû. Û ji xwe ya çûyinê jî nebû… Nedişiya bîranînên xwe yên 50 salî di bin kavilên mala xwe de derxîne. Ji ber vê yekê êdî nedixwast bi dinyayê û însanan re jî mijûl bibe, têkiliyan dayne û peywendiyên xwe geş bike. Ew bi rih û derûniya xwe ji dinyayê û însanan xeyidî û qetiya bû…

Pişt re wî bedena xwe jî ji ser dinya me vekişand; sal 2017, meha Tebaxê bû. Vê carê mirinê di rêya Geverê de tîra xwe li dilê wî dabû. Dê dîsa biçûya serdana Geverê, bi çavên girî û dilekî tijî hesret û xem kavilên mala xwe ziyaret bikira. Vê carê çûna dawî bû. Lê belê wî jî nedizanî mirinê silaveke bêwext û çavsor bidê û qeyd benda nevegerînê dest û lingên wî bixe. Negehiştê… Di dilê wî de kul û keser zehf bûn, kezeba wî gelek bi şîn û şewat bû. Dilê wî, xwe ji ber wan kul, derd û kederan negirt û di rê de mirinê dilê wî yê nazîk dorpêç kir; qirîza dil derbas kir. Qelbê wî bîst deqan rawestiya bû. Ewilî gihandine nexweşxaneya Elbakê(Başkale); (qelbê wî) wegeriya lê hişê wî nevegeriya. Paşê di navbera saetekê de anîne nexweşxaneya dewletê ya Wanê. Bi hişê girtî ve di nav tarîtiya mêjiyê xwe de li hember vê trajedî, bextreşî û bêsiûdiya serpêhatiya xwe 36 rojan li ber xwe da…

Bavê min çû ser dilovaniya xwe û gehişte ber rehma Xwedayê xwe. Niha li hembêza bajarê ku ew wekî dayîkeke xemgîn û dilsoj rapêçaye, li warê ku pir jê hezdike de danîşî ye û dilê xwe yê westiyayî vedihêse…

Wan 36 rojan de ez bi şev û roj di nexweşxaneyê de raketim û rabûm, rojê du an jî sê caran ez diçûm bal bavê xwe; wek rojên berê li cem wî bûm. Lê belê vê carê ez diaxiftim û wî guhdariya min dikir. Min ji wî re behsa rojên zarokatiya xwe dikir, behsa vegera Geverê dikir, behsa kilamên dengbêjan dikir, behsa xewn û xeyalên wî dikir, behsa rewşa malbatê dikir, behsa neviyên wî dikir, çimkî ji wan pir hezdikir…

Û min ji wî re ‘Mp3 Player’eke biçûk jî kirî bû û danî bû ber serê wî. Mp3 Player bi kilamên dengbêjan û dengên neviyên wî tijîkirî bû. Hişê wî girtî bû lê min bawer dikir ku ew wan dengan tu caran jibîr nake û dibîhîze. Çimkî dengbêjî wekî nexweşiyekê ye, kesê ku bi vê nexweşiyê ketibe nema jê xilas dibe. Dermanê vê nexweşiyê jî tenê kilam in. Dengbêj her ku kilaman dibêje û evîndarê dengbêjiyê jî guhdar dike bi ser hişê xwe ve tê…

Em hemû kes, ên ku bi şev û roj bi bavê min re bûn, em her car li hêviya xebereke baş bûn. Îşareteke gelek piçûk jî dikaribû me bixista nav hêviyên mezin. Lê pir caran ew hêviyên me vedigeriyan ser reşbîniyê.  Xemgîniya me careke din aj dida û me heman pirs dubare dikir: “Çima, gelo çima di emrekî ciwan de, trajediyeke wiha, demildest hat ber deriyê wî konê xwe vegirt û bar nekir?…”

“Bilbilo!
Dengê bi kul û jan
Bes min dihêrînî perîşan
Ma nayê guhê te ev fîxan”

Piştî mirina bavê min, deşt û zozanên Geverê ên wek bûkeke çardehî xemilî, qulîngiya dengbêjan, şalûl û bilbilên welatê min, ba û bager, çiya û newal, sosin û nêrgizên ax û erdnîgariya min, kalekala berx û karan, “gula baxê îrêmê bohtan, şebçiraxê şebên kurdistan” hemû xaka min, bûne kesereke giran û êdî nedihat kişandin. Ewrên reş û tarî li ser welat û jiyana me nediçûn û bêhna mirinê em di fetisandin. Mixabin! ‘qewî kesad e bazar’a siûda me… Hemû bîranînên zarokatiya min bûne êzingên kelekela tebaxê, xeyalên min bûne termekî bêgor û bêmezel, pêyvên min bûne nalîneke bêzar û bêdeng… Mirinê her tiştê min serobin kir, hiş û hesabên min têk birin, hemû xwestekên min sêwî hiştin, temamê hêvî û xweşbîniya min kuştin…

Lê belê ez merivekî bawermend bûm, min baş dizanî ku mirin û jiyan bi hev re hatine afirandin, bi hev re dimeşin, mirin heq e û her kes dimire; dapîr û bapîr, dayik û bav, bira û birazî, yar û evîndar, dost û heval, hogir û rêger, nêz û nas… Hemû jî di roja xwe de dimirin. Dora me jî dê bêt, em jî dê bimirîn. Tu çare nîne li dijî mirina malikxirab û bêwext. Mirov ditirse. Mirov dîl e, bêgav û bêçare ye… Çimkî “Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin Xweda”.

Dilê min îro jî kûr dinale bi destê derd û êşên vê dinyayê, bi destê birîn û hesretê… Ez wî bi minet û bi hesret bi bîr tînim. Heta roja mirinê ez ê wî ji bîr nekim; kesera dilê min e û ti car dernakeve. Sipasdar im ji bo wî û ku ew mîrateya ji min re hiştî ya bi xêr û bereket…

Xwedayê Gewre û Dilovan rehma xwe li bavê min û hemû miriyên me teva bike û wan bi rehma xwe ya bêdawî şad bike înşeallah. Amîn!

Ersîn Tek

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply