Di sala 1912´an de li Cizîra Botan hat dinê û di 17. 12. 1986´n de li bajarê Dihukê koça dawî kir. Xwediyê dengê germ, dengê çiyayên Botanê bû. 28 sal beriya niha rojeke 17´ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da.
Di dîwana wî de kes nebû ku dengê wî bibihîse û neponije. Bi hunera xwe re semîmî û tenê ji dilê xwe, eşqa mirovahiyê û keyfxweşiya xelkê re distira. Qîmeta mêvan û xwediyê dîwanê li ba wî pir bû û hez nedikir bo malê dinê bistre û dilê xelkê şa bike. Şîret li pey şîreta din di peyvên stranên wî de xelk hişyar dikir. Li ser exlaq û adetên civakê şehreza û li her derê dizanî ka heya kîjan sinorî dikare pêngavên xwe hilîne. Xweşxwan û dengxweş bû. Babê stranên dîwankî bû û di kilamên wî de ji mijarên dîrokî û civakî bigire heya mijarên exlaqî û şervanî em rastî tablûyekî bedew yê hunera Kurdî tên. Ew di karê xwe di wisa hosta û şehrezaye ku dema li tembûra xwe dixe, wê wek çeka herî bihêz a cihanê dibîne.
Hosteyê karê xwe bû
Dengê germ, dengê çiyayên Botanê, dengê xweşî û nexweşî, dengê bîranên herî xweş yên jiyana wan kesan ku li cem wî bûne û pêre jiyan derbas kirine, dengê hunermendê navdar Mihemed Arifê Cizîrî ye. Ew aşiqê wê kurte demê bû ku bi heval û dostên xwe re di etmosfêrekî semîmî de derbas bike. Ji ber wê jî di hemû rûniştinên xwe de dema ku dengê tembûra wî tê, gelek caran wiha dibêje:” guhê xwe nedin malê dinê, malê dinê yê li dinê bimîne, nav, deng û huner jî yê tim bimînin…”Dema ew Xezal-Xezalê distire, êşek di dengê wî de tê hiss kirin ku mirov di stranên wî yên din de kêmtir wê êş û elemê dibîne. Bawerim di wê stranê de peyvên xêzanî, cefa û xerîbî hene ku Mihemed Arifê Cizîrî di hemû jiyana xwe de hem gelekî xêzanî dît û hem jî li dûrî wê axê û bajarî dijiya ku li wira mezin bibû, têde fêrî awayê strangotinê bibû, di kûçe û kolanên wê de avkêşî kiribû û ji bo doza xwe ya azadiyê ketibû zindanê jî. Belê li ba wî Cizîra Botan navekî pîroz bû. 28 sal derbas bûn û dengê wî hê jî di guhê me ye. Di karnameya pirbar a jiyana Mihemed Arifê Cizîrî de naveroka stranên wî baş nehatiye analîz kirin. Li vira tenê ez li nav, rol û cihê jinê di stranên wî de disekinim.
Rol û cihê jinê di hunera M. Arifê Cizîrî de
M. Arifê nemir, di stranên xwe de ji evîna paqij pir hez dike û ji her tiştî re sinorekê dide xuya kirin. Herwiha di tevaya pêvajoyên jiyana zilamê Kurd de wefadariya jin û dayikên Kurd jî bi bîra me tîne. Jiyana bi evîn û daxwaza jiyanek rast û durist (heta bila bê malê dinê jî be), daxwaza wî ye.
Di strana Lawkê Meidenî de jî piştî ku lawik pîr û kor dibe, Gulê dev ji evîna wî bernade û wefadariya xwe jê re dide xuya kirin:
“ Bi Şêxê Îslamê, Şêxê Bêsilhê / Ez bimirim Gulê gotî û ez ya erdî me
Piştî wê re li darê dinyayê bimînim sax / Ez ya lawkê xwe yê korê Meidenî me
Hezar cara li min hayê…”
Herwiha vê rastiyê di strana Şêxê Canê jî tîne ziman ku evîndar ji bo evîna xwe dev ji her tiştî berdide û heta di warê bîr, raman an jî dîn û bîrdoziyê de jî evîn dibe rastiyek serdest:
“Ser xatira bejna te ya bilind û her du çavên reş û belek
Haware min ê dinya girtî û axiret berda
Eman neman neman, neman, neman, neman
Haware ez mecbûrê bejna te me hoy hoy hoy hoy…
Eman neman neman kovandarê Şêxa xwe me.”
Herwiha di stranên M. Arif Cizîrî de bihayek giran ji bo bedewî û delaliya keç û jinan re tê dîtin. Di vê navberê de bi taybet hurmetek bilind ji bo keçên Kurd tê dîtin û bihîstin. Di piraniya stranên wî de navê jinê tê dîtin û bihîstin. Yanî rastiyên civakî ku derheqa jin û keçan di nava Kurdan de mîna qanûnên bingehîn li ber çav tên girtin, ew bi kilamên xwe tîne ziman. Bi her awayî di stranên M. Arifê hunermend de, çanda Kurdî ya rastîn di hemû warên jiyanê de tê dîtin. Di jiyana hunermend M. A. Cizîrî de jî, jinê li ser his û ramanên wî gelek rolê xwe lîstiye. Di ciwaniya xwe de ew ciwanek pir jêhatî û xweşik bûye. Dema ji bo peydakirina nanê jiyana xwe yê rojane gund bi gund digeriya, dilê wî û gelek ji keçên ku ew didîtin, dikete hev û li ser gotina xêzana wî( Fatmayê ), yekemîn keça ku hisa evîna M. Arif livand, keçek bûye bi navê Gulê ji eşîreta Ertoşiyan û heta roja mirinê wêneyê Gulê pê re bû. Li ser xatira wê evîna paqij wî piştî zêdetir ji 20 salan ku li ser evîna wan derbas bibû, strana Gulê Mehrûmê xwend:
“ Gulê mehrûmê çiya bilindin lêlê
Hoy hoy hoy hoy hoy
Gulê berfê spî kir
Wilah malxirabê çawa qaz û qumriya lêlê, lêlê, lêlê…
Qaz û qumriya Gulê rebenê dînê hêlîn çêkir Gulê
Çawa qaz û qumriya Gulê lêlê hoy hoy de Gulê hêlîn çêkir
Gelî gundiyan û cîrana Gula Ertoşî ya min bî(bû) lêlê
Hoy hoy de welah çawa bi xelkê şikir Gulê
Wilah welato welato
Wilah ji ber Gulê min nemaye dîsa ne soz hoy hoy ne qinyato
Wilah çawa taliyê min û Gula Ertoşî bibî sefer gawir hatû…
Keçê mal xirabê mektûbekê ji min ra rêke lê
Lê oy, oy oy oy oy Gulê
Da bixwînim Gulê
Malxirabê dîsa Gula Ertoşî heke tu
nexweşî lêlê, lêlê, lêlê, lêlê Gulê ez nemînim
Bimirim welato
Wilah min nemaye soz û ne qinyato
Taliyê min û Gula Ertoşî bibî sefer gawir hatû.”
Mihemed Arifê Cizîrî bi deng û awazên xwe carna nifrîn, daxbarî û xemgîniya jina Kurd li dijî zordariya bav û mêran tîne ziman. Binêrin Mebrûm Xana Herkî çawa nifrîna li bavê xwe dike:
Keça Hisêyin Axa me, haware babo pêlê avê kaniya me
Ez rebena Xwedê fêrî belekê berfê me
Fêrî dengê berxa me
….
Seroka heftê û pênc malên Herkiya me
Erê babo te çawa ez dame malê dinyayê
Kurê mîrê Ecemoka
Te çima ez nedame Elî Axayê Şikak
Siwarê dîro û hûkanê binê beriyê qehremanê Kurdistanê
Ma tu nizanî babo min naxwazê bajêriyê
Kurê mîrê Ecemoka, dilê min dixwazê koçeriyê Elî Axayê Şikak
Li ser behra Wanê
Bejna Mebrum Xanê rîhana ter e wayê wayê wayê hezar cara wayê
Bejna Elî Axayê Şikak şitla rîhanekê av çû sere
Min yexsîrê babo te ez êxistim destê Ecemoka li vê dinyayê
Wilah wayê wayê wayê
Bejna Mebrûm Xanê rîhana ter e av çû sere….”
Di strana Xirabo de (ku afrandkarê wê M. Arif bi xwe ye), piraniya jinên Kurd mîna neynikekê rewşa xwe û zordarya zilamê Kurd ya li ser serê jina Kurd dibînin. Bêguman dibe ku dema hunermendê me di nava gund û herêmên cûr bi cûr ên Kurdistanê de geriyaye, ev stran ji zimanê jineke Kurd bihîstibe û piştre ew xem û xefetên giran kirine stran:
“ Bes e bes e bêtamo li vê dinyayê te ez helandim xirabo…
Yê xirab e lolo ji xwe xirab e
Bes e, bes e, bes e, bes e
Hezar cara bo te dibêjim bes e bêbabo bes e…
Wilah li ber dilê min wek şûşeke şerabê şirîntiro xirabê xelkê
Boçî xirabo, xirabo
Xweliya heft gunda xirabo li nav çava da
Xirab e ji xwe xirab e mêrê min yê xirab e
Ji gavanê gundê me xirabtiro xirabo…”
333 sitran tomar kirine
Navên mîna Besnayê, Gulê, Mebrûm Xan, Xezal, Binefiş, Helîma, Canê, Seyran, Eyşan, Beyazê, Xanê, Fatimê, Amînayê, Besnayê, Rehîma û hwd ku di nava Kurdan de navên rewacin, navê stranên Mihemed Arifê Cizîrî ne jî. Ji 350( bi gotinek din 333) stranên hunermendê nemir M. A. Cizîrî, bi piranî tev di nava gel de belavin û gelek kes hene ku di arşîva xwe de hemû kasetên wî parastine. Wî bi hunermendên mîna Meryem Xan, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan, Elmas Xan, Gulbihar û Îsa Berwarî re stranên duqolî xwendine, an jî bi wan re rûniştiye û kasêt tejî kirine. Heya dawiya jiyana xwe hevaltiya wî bi piraniya helbestvan, nivîskar û hunermendên Kurd re hebûye. Di jiyana xwe de xwedî kesayetiyek giran bûye. Ti caran ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re stran negotine. Ji bona wê jî giranî û navê xwe di nava gelê Kurd de bi rindî û paqijî hiştiye. Mihemed Arif Cizîrî xwendegehek e ji wan kesan re yên ku dixwazin zimanê xwe baş hîn bibin, an jî koka kilam û stranên bav û kalên xwe yên gelêrî û otantîk binasin. Sifetên: Mêranî, şerafet, jiyana bi rûmet, qîmet û nirxên mirovanetiyê, tev di deng û stranên Mihemed Arifê Cizîrî de tên bihîstin.
Ji mirin û wexera dawiyê
Jiyana nemir M. Arifê Cizîrî di çend qonaxan de derbas dibe: sala 1912an hat dinê. Ji zarokatiyê ji ber rewşa tevlîheva cîhan û Kurdistanê, bi xizanî mezin dibe. Di temenê 13-14 saliyê de ket girtîgeha Diyarbekir( Amed )ê, lê kêmtemeniya wî, ew ji mirinê rizgar kir. Ji bo ku azad bijî, xweş bistire, Kurdî bîbêjê û debara jiyana xwe bike, derbasî başûrê Kurdistanê bû û çû radyoya Kurdî li Bexdayê. Di civata hunermendan de cihekî taybet ji xwe re çêkir. Di salên 1950î de rewşa jiyana wî pir baş bû. Ji sala 1949an û pê de heya sala 1972an bi fêrmî di radyoya Kurdî de xebitî û xwedî miaşê mehane bû. Li sala 1979an çû mala Xwedê û bû Hecî Mihemed Arifê Cizîrî. Piştî wê demekê strangotin terikand, lê piştre dîsa dest bi kilamgotinê kir.
Li Amedê dixin zîndanê
Ji 1980ê û pêde piraniya jiyana xwe di bajarê Dihokê û di nava gel de derbas kir. Sala 1984an ji ber kalbûnê nexweş bû û ket nava ciyan. Piştî du salan şer û berxwedana li dijî mirinê, dilê wî di şeva 17. Kanûna sala 1986an li nexweşxaneya Azadî a bajarê Dihokê ji lêdanê sekinî û gehişte rêza wan navên nemir ku hertim bi serbilindî Kurd yê navê wan bi bîr bînin. Tirba Mihemed Arifê Cizîrî li goristana Şaxkê li rojavayê bajarê Dihokê ye. M.Arifê Cizîrî ji binemalek navdar û xanedan e. Ew yekemîn kes bû ku amirazê Tembûr bir başûrê Kurdistan û bi gotinek din hemû Îraqê. Gerên wî yên hunerî bi piranî bo welatên Suriyê, Libnan, Firansa, Îran û Kuwêtê bûne. Piraniya jiyana xwe bi hunermend Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî re derbas kiriye. Mixabin demek kurt piştî wefata wî, kurê wî Kerîm jî, di dema şerê Îran û Îraqê de çû ber dilovaniya xwe.
Xizanî zehmet e
Asya keça wî bi dayika xwe re bi tenê û bêkes man, lê xêrxwazên Kurd gelek hebûn ku li wan xwedî derketin. Pişt re Asya û dayika wê jî çûne rehmetê û niha neviyên wî li Dihukê dijîn. Di vê navê de pir pêwîst e zehmetiyên nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm û rêzdar babê Mêvan ku derheqa hunermend M. Arif û malbata wî de kişandine, neyên ji bîr kirin. M. Arifê Cizîrî bi riya strangotinê evîna jiyanê di dilê mirovan de şîn û geştir kir. Di warê bihêzkirina vîna mirovan ya li hember pirsgirêg, arêşe û nexweşiyên jiyanê de, rolekî mezin lîst. Niha jî dema du an jî çend kes li dora hev rûdinin û li ser feqîriyê û derdên nexweşiya jiyanê diaxivin, vê gotina Mihemed Arif bi bîra hev tînin ku di strana Xezal- Xezal de dibêje: “ Xêzanî zehmete Xezal… hoy hoy cefayê…“.