Duşem , 10 Tebax 2020

Mîrê Bêgor..! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

Werin.. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin.. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geş dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..

Wî ji Stenbolê destpê kir.. Di nav rewşenbîr û welatparêzên wê de mezin bû.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya Roja Nû û Stêr bi zimanê kurdî weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..  Û wî di kovara xwe Roja Nû, hejmara 11an, sala1943an de, li dor xwendin û nivîsandina zimanê kurdî wiha gotiye:

(Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî).

Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya bira û pismamên xwe xatir xwest û ber dilovaniya Xwedê.. Erê werin, werin piştî 39 salan em vî lehengê xwe bibîr bînin..

Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet ne xercên jiyanê ne..

Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, wî termê xwe diyarî fakultên bijîşkî li Parîsê kiribû.. Anku ew bê gor e! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Û rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.

Konê Reş
Qamişlo
02.12.2017

 

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Li Navxweyî Perwerdeya Taybet

Li navxweyî rewşa perwerdeya taybet her çiqas ne fermî be jî li gor dewletên pêşketî …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.