Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn û Navê Sînemxanê

Gelek caran di bavê Sînemxanê de diponijîm û min ji xwe re digot; çima Mîr Celadet Bedirxan navê keça xwe î delalî kiriye Sînemxan? Hem jî helbestvanê netewî Cegerxwîn, wî jî, navê keçek xwe kiriye Sînemxan.. Ta ku van rojên dawî, rastî kalemêrekî koçerê Botan, ji şîra Batiwa hatim. Navê wî Mela Haciyê Celam e. Ew di sala 1925an de li gundê (Kanî Rorkê/ Kurdistana bakur), nêzîkî bajarê Cizîra Botan çebûye û hêj li ser huşê xwe ye.

Wî çîroka Sînemxanê û geyayî Sînemxanê wiha ji min re got:

Di heyamê Mîrê Cizîra Botan Mîr Mihema de, yê ku xwediyê Birca Belek bû û gêra bajarê Cizîrê (Gêra Mîr Mihema), bi navê wî hatiye naskirin. Di wî heyamî de keçek ciwan û sipehî ji malbata mîrekên Botan li bajarê Cizîrê, bi navê (Sînemxanê) hebû. Ew keç zor aqilmend, zîrek û spehî bû.. Mîr Mihema qedrê wê digirt û pê dişêwirî..  Jina Mîr Mihema ji wê pêwendiyê aciz bû, jê werê mêrê wê dilketiye Sînemxanê de û ditirsiya ku rojekê wê ji xwe re bîne..  Vêca di rêka Mela Abdulcelîl re gunehekî mezin î bi bêbextî kirin stiwê wê de û bextê wê reş kirin.

Bi belavbûna vî gunehê bêbextî re, dilê Mîr Mihema jî, ji Sînemxanê şikest. Wî jî, ji Mela Abdulcelîl bawer kir û xwe dûrî wê vegirt.

Çendî Sînemxanê doza dîtina Mîr Mihema kir ku çîroka rast û durist jêre bêje û bêrîbûna xwe jêre diyar bike, lê Mîr Mihema xwe nedida ber dîtina wê. Ta ku di rojek buharî de, Sînemxanê sehkir ku Mîr Mihema derketiye Nêrgiziyê, seyranê, hema bê destûr xwe pêve gihand û ji kerba nava xwe re, ev gotin jêre got:

Mîro! Cizîr xweş Cizîr e

Di bere Şetyan e

Di ser re bexçê Mîr e

Du zilamên xwedî wijdan bîne;

Ka gunehê min e an

Gunehê Mela Abdulcelîl e?

Mîro! Sînemxan nexweş e

Bibire kêl û ferş e

Serî giha kezeba reş e..

Dibêjin, dema ku Sînemxanê ev gotin ji Mîr re gotiye, geyak li dor wan hebû, pêre pêre pel û kulîlkên wî geyayî ji ber bêrîbûna wê hatine weşandin. Ta roja îro xelkên Cizîra Botan ji wî giyayî re dibêjin: (Geyayê Sînemxanê).
Bi demê re, ji ber ciwanî, mêranî û bêrîbûna Sînemxanê, gelek melayan û dengbêjan rist û stran avêtine ser Sînemxanê.. Pesnê wê dane û wiha navê wê di derîkî fireh re derbasî folklor û wêjeya Kurdî bûye û gotine:

Navê te Sînemxanê pesnê te çû bi dinyê da

Anya te keverkaxete Alima qelem lê da..

Erê erê.. naxwe ji ber vê yekê Mîr Celadet Bedirxan û seydayê Cegerxwîn navên keçên xwe kirine Sînemxan.

Ey Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwînê Kurd! Digel xebat û têkoşîna we a bê rawestan, hûn li bêrîbûna xwe jî digeriyan..! De razên bi xweşî.. Razên bi xweşî, va her buhar geyayê Sînemxanê xwe ji pelan dadiweşîne. Navê we jî di seranserî Kurdistanê de deng vedide..

Konê Reş

Qamişlo, 1

8.10.2016

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Şiroveyek

  1. دەست و خامەێت وە هەر خوەش ،ئەزبەنی ، چیرۆکەک هەری خوەش ئو دل هەژێن ئو باڵکێشە . وەزێ گەلەک وێکچوون ناوبەرا مەم و زینێ خانی و داستانا سینەم خان دە دبینم . بەدەو بوون و جوانی و ژێری و زیرەکی خانمێن کورد ؛ هەر وسا ژی بەکرەشۆڤان وەکی نەیارێ دڵداری و ئەڤین ؛ ئو تەڤ دە ناژیری ئو کەمایەسی و کورت هێنانی میرێن کوردان ؛ بالکێش ژی ، هەڵدان و بەرز بوونا قەدر و نرخێن ئافرەتێن بوێر و ئازا ژ داکۆکی ژ خوە هەیا ئاوێتە بوونا وان بە ئەفسانە و داستانێ دیرۆکی، دەبێ کو وەکی کۆکێن هەڤپشکێن زین و سینەم خان بێتە تێ گەهشتن . چیرۆکا سینەم خان ئەو چەند دەسەلمێنێ و خویا دەکاتن کو فەلسەفەی خانی دە سەر ڕاستی ێن ژین و ژیارا کوردەواری هاتیە چێ کرن و ئافراندن .
    خودێ مالا هەوە و مالا باڤێ تە ئاڤا بکاتن ، ئەزبەنی ، چیرۆکێ سینەم خان کو هەوە ڤەدەگێڕی ئاستێ کوور و قوول و بەرفرە ژ زانیاری و زانستێن دیرۆکی و فەرهەنگی و چاندی ێن میر جەلادەت و جگەرخوونێ مەزن ژ کۆکا ڕەسەن ئا کوردان خویا دەکاتن . خودێ هەرتک سینەم خان ێن مە ، میر سینەم خان بەدرخان و سینەم خان ێن جگەرخوون مینا یادگارێن خوەش و شیرین و هێژا ێن مێرخاسێن مە ، ژ مە را بهێلێ .
    وەزێ خانمەک پڕ هێژا ژ ئامێدی ناس کر کو ناڤێ وی دڵدار بوو کو ئەز پچەک مام ب وێ ناڤێ ئو ژ وی خانما قەدرگران پرس کر کا وێ ناڤێ ژ چ دەر را هاتیە . ئەو ژی گوت باڤێ من هەڤاڵێ دڵدارێ شاعێر ( خودانێ ئەی ڕەقیب ) بوو و گاڤەک کو دڵدار دەزڤرێتە بەر دلۆڤانیا خودێ باڤێ من ژی بڕیار دا کو گەر هەر زارۆکەک ( کوڕ ئانکو کچ ) خودێ بدا من ، ئەز ناڤێ دڵدار ژ وی بکەم . دلێ ،من بە وێ چیرۆکێ دڵدار خوەش و گەش و تژی هیڤا گەرم و ئەرخایەنی بوو و ژ من رە خویا بوو کو کورد قەت نامرن و دێ هەر و هەر بمێنن . دایکا دڵدار خانم خوشکا قودسی ( ئێک ژ جار ئەفسەرێن خوەش ناڤ و دەنگ و لەهەنگێن کوردان کو هاتنە شەهید کرن ) یە . خانمەک دن ئا پڕ هێژا ژ قەڵادزێ قەدەم خێرخانم بوو کو ناڤ و دەنگێ قەدەم خێر ئا لورستان ب زیندویی هێشتبوو .
    سینەم خان و دڵدار و قەدەم خێر و گەلەک دن مینا وان تایبەتمەندیا جاند و فەرهەنگێ نەتەوەیی ئا کوردان خویان دەکەن و چیرۆکا سینەم خان کو Mela Haciyê Celam ب خوە رە پاراستیە بەلگەهێ زیندوو ێن ڤێ ڕاستیە . سلاڤ و ڕێزێن تایبەتی ژ Mela Haciyê Celam رە .

Leave a Reply