Miqrob Li Behramê Jî Kari Bijî

Mîkro Organîzmayên Behramê !

Jî hebûna însana de heta anha em li bersivekê digerin. Gelô em jî  ku hatine û em derin ku? Dema me bersiv li ser rûyê erdê ne dît me berê xwe da asîman. Her çiqas lêkolîn, texmîn û ceribandînên bê hesap hatibe kirin jî hîn me jiyan ji dervêyî vê dinyê nedîtîye.

Behram(Marsa) bê guman gerstêrka herî nêz û hêjaye. Zanyarên gubgube her dem lêkolînên şiklo miklo li ser vê gerstêrkê dikin. Bi hezarn car şûnwarên hebûna jiyanê  di demek kevn de li ser rûyê vê erdê hatîye dîtin lê belê tenê bûye sebeba texmînan.

Lêkolîner û zanistên Unîversîta Arkansas ê ev demek dûdirêjê li ser hinek lêkolîn û ceribandînan kezeba xwe peritandin. Piştî lêkolîn û ceribandinên zêdeyî salekê encam derket holê; miqrop û hinek formÊn weke miqroban li ser ruyê Bêhramê dikare bijî û nemire. Erê me znayarîyek biçûk bi destxist belê ev zanyarî texmînên hebûna jiyanê li ser Behramê gelekî xûrt kir.

biolab.jpg

Belkî bê bîra we di nivîsek a berê de min bahsa hebûna gasa metanê ji we re kirbû. Hebûna gasa metanê yekser bi hebûna organîzmayan ve girêdayîye. Ji xwe dema maşîneya kişfê ya Nasa yê Curiosity û hinek maşîneyêndin hebûna metanê pesend kirin, lêgerînên hebûna jiyanê xûrtir kir û texmînên hate kirin ku mîkro organîzma hîn jÎ li ser rûyê and binerda Behramê de hebin.

Dema zanist texmînan li ser hebûna jiyanê li Behramê dikin, li gorî şer û mercên wê dikin. Gelo hebûna metanê tê ser çi wateyê? Weke me got, hebûna metanê li ser bi organîzmayên zindî ve girÊdayÎye. Ev orgaîzmayên kû metanê çêdikin metanojenin. Zanyaran metanôjen xistin bin şertên gelekî zôr û zahmet belê nemirin û xwe bi jiyanê girtin. Heger li Behramê hebin ji xwe wê ji ber ziravbûna atmospferê têkevin bin qûm a sor da ku xwe ji şewqên ûltavîolet xwe bi parêze.

Ev çavdêrî û ceribandin di hundirê laboratûwaran de di salekê de hat kirin û xûya kir ji 7 rojan heta 21 roja ew miqrop nemirin. Di bin şertên bê tav, serma û germ û heta pesta etmospferê jî daxistin. Dema em  li dinya xwe binerin da kû di bin qeşaya û heta germahîyên pir bilind de jîyan rêya xwe dîtÎye. Gelo çawa nabe li vê gerduna ewqasî mezin jîyan peyde  ne bûbe?

Umran Akhamur

astrokurdblog.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply