Mînakeke Romana Realîs ya Gundewariyê

Romanê gava şûna xwe dît û rê li ber metelokên berê girt di quncikê odeyan de, li kerresiyên ber dîwaran, li neqebên bajaran de însanê bi tena serê xwe mayî li ser dika romanê xuya kir. Bi romanê re pirralîbûn û pirrengiya rastiya jiyanê xwe li ber çavên xwendekar rabixista jî bi temamî zelalkirin û fahmkirina vê rastiyê ne pêkan bû. Bi romana modern re însanê ketibû nava fikarên xwedîtin û xweavakirinê wê rûtiya jiyanê wenda dikir û wê xeta xwarovîçko ya dem û jiyanê ya di berhemên berê de xuya dibû xera dikir. Çimkî ya di romana modern de li vîtrînê xuya dibû xerîbî bû.

Jiyaneke kurdan ya wan bi ber vê cureya nû yanî romanê ve bigêndirîne tunebû. Ne ez dibêjim ji wê jiyanê roman dernediket. Kesên dê ji wê jiyanê ji wê tecrubeyê romanê avabikirana hîn nehatibûn dinyayê. Jiyana kurdan wê derfetê nedida wan. Çimkî ji bo roman xwe bibîne pêdivî bi terkkirina hin taybetmendî û adetên berê hebû. Ji bo pêkhatina adetên nû guhertina adetên berê şert bû. Niha tê zanîn ku romanê hêz û qeweta xwe ji belavbûn û pelişîna feodalîteyê û ji destpêkirina têkiliyên bajarvaniyê stendiye. Bi girîftbûna van têkiliyan re însanan jî xwe bi tenê hîs kiriye. Lewma romanê jî rengê xwe guloka xwe çiqas çûye rengîntir kiriye.

Pêkhatina adedên nû ya jî guhertina adedên berê ji bo kurdan wekî cîranên wan di heman demê de neqewimî. Loma romana kurdî li gor cîranên xwe bi derengî bi çêja wê teamê hisiya. Hinek ji nimûneyên wê pêhisînê bi gavên hêja di ser avzêma metirsiyên vê cureya nû re xwe qevastin û hin ji wan jî bi gavên xwe yên bêsexbir di wê avzêmê de asê man.

Vêga em baştir û rihettir dibêjin divê nivîskar ji bo dersê bide xwendekarê xwe dernekeve ser rêya nivîskariyê. Herwiha bi xwendina berhemên edebî jî derdê xwendekar ne ew e ku xwe hînê zanisteke nû bike.  Helbet bi her xwendinê re bivênevê pareke jiyanê tevî lezeta xwe ger hatibe bidestxistin dibe nisîbê xwendekar. Çimkî jiyaneke nû, tevî dorhêla xwe bi avabûn û serpêhatiya xwe xwendekarê xwe li dorhêla wê jiyanê digerîne. Loma xwendin carinan kêfê dide meriv carinan jî zehmetê. Bi xwendinê re herçiqas xwendekar pê bizanibe ku tişta dixwîne ne rastî ye jî pê diêşe ya jî kêfxweş dibe. Neheqî, coş, şîn, şahî bandorê li xwendekar jî dike. Xwendekar ji tiştên pê dizane, ji serpêhatiyên hatine serê wî, ji tevgerên dîtiye kêfxweş dibe. Ya pê şaş dimîne gulokbûna peyvê ye. Bi kelîmeyekê dest pê dike û ew kelîme çiqas diçe li xwe zêde dike. Bi awirekî, bi xewnekî dest pê dike û ew awir û ew xewn xwe dirêj û firehtir dike. Xerîbiya karakter bi xwendekar dide zanîn ku di hêna ew bi tenê bûye de tenyatî para hinên din jî bûye. Gava ew xemgîn bûye, gava ew lîstiye hinin din jî kêfxweş bûnin an jî mirine. Gava ji derdê işqê di quncikê xwe yê tarî de xwe xerîb û bêkes hîs kiriye ji heman derdî hinan canê xwe daye, derbider bûye. Dewlemendiya edebiyatê ev e. Tayê gotinê her li xwe zêde dike û guloka gotinê pê re mezin dibe.

Eger edebiyata berê ji peyvekê ji gulokekê hatibe avakirin edebiyata îro ji peyvan û ji gulokan tê avakirin. Loma edebiyata îro dewlemendtir û romana îro rengîntir e.

Romannûsan di destpêkê de çîrokên berê ji xwe re dikirin mesel û ji wan metelokan karakterên xwe li ser xeteke rast diherikandin. Xwendekar dibû şahidê hemû hûrgiliyên wê meşê. Wê dema  standart ya di romanên berê de wekî berê ne li dar e. Ev taybetmendiyên romana nû ne.

Roman, bi mijarên xwe bi mekanên xwe û bi stîla xwe ketinin nava kategoriyên ji hev cihêtir. Romannûsan babetên dîrokî, mijarên cîvakî, psîkolojîk hilbijartine û tevna romana xwe li gor mijarên xwe honandine.

Cureyeke romanê jî jiyana gund, gundiyan, adet û baweriyên wan, jiyana wan, kêmasî û bêçaretiya wan ji xwe re kiriye mijar. Romanên weke tema li ser gundewariyê sekinîne bi zimanê xwe bi karakterên xwe ji romanên din cudatir in. Di romana bi kurmancî de ji bo vê kategoriyê ji romana ewil a bi kurdî Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo bi vir de nimûneyên vê kategoriyê çêbûnin. Weke mînak Gundikê Dono ya Mahmut Baksi, di bin sîwana vê kategoriyê de ye. Çîrokeke realîst e Gundikê Dono. Kurdên hinek ji gundewariyê haydar in, bi bi awayekî bûnin şahidê Hecî Zoravekî ya jî çîrokeke bi vî rengî.

          Bendewarên Adarê ya Mihemed Ronahî jî, bi mijara xwe, bi karakterên xwe, bi zimanê xwe û bi mekanê xwe di nava kategoriya romana realîst ya gundewariyê de ye. Bi zimanê xwe yê sade, bi mijara xwe ya jiyana realîst ya gund û gundiyan, bi karakterên xwe yên bêmecal, feqîr, nezan û bi naveroka xwe hemû xusûsiyetên vê cureyê dihundirîne.

Di xwendina Bendewarên Adarê ya Mihemed Ronahî de prîskên hêviyê carinan xuya bibin jî tarî zû dikeve erdê çimkî tevgera zêde ya sekan bo wê tune bêhn li xwe û xwendekarê xwe diçikîne. Bêhna kilameke kevn jê tê. Nivîskar weka ji bo neyê jibîrkirinê kîjan dengî bihîstibe daxilî hîkayeta berhema xwe kiriye.

Xaltiya Emê û Radyo, Kalo Şêx û îronî, dersa Seyda ya İşqê, dengê bilûrê, ezmûna bi ziman re ya li nexweşxaneyê, li ser rêya Stenbolê, bawermendî, nezanî, dilsafîtî hemû dibin tabetmendiyên Bendewarên Adarê ku wê dikin romaneke realîst ya gundewariyê. Lê belê ev xusûsiyet çiqas xwe meşrû dikin ciyê nîqaşê ye.

Hestên netewî, nirxên netewî, orf û adet bi awayên fonksiyonel helbet dibin mijarên romanê. Ev hest û nirxana, miletan li ser pê dihêlin û bi aheng û ahengdariya xwe ya guncav û aktûel ji bo berhemê dibin dewlemendî jî. Mihemed Ronahî di berhema xwe de di warê bidestxistin û bikaranîna mijaran de zehmetiyê nekişandiye. Lê mijar bi lez û bez bûnin tevger û derfeta seyrûsefra vegotineke têr nedîtine. Nêzîkbûna realîst ya tevgeran bi tena serê xwe maye. Ya çê ev e: Di Bendewarên Adarê de herçiqas neql û neqilkarî hebe jî nexweşiya dersdayînê û propagandayê tune ye.

Hamid Omeri-K24.com

Derbar ziman

Check Also

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê …

Leave a Reply