Cergê wê tije bibû, ji axîn û janên sedsalî. Hesret û hizora xwe ji nava xwîna keliyayî a bedena westiyay çirçirand. Here kîjan birîna bedena vê axê derman bike , kîjan rupela dîrokê bigoherîne, kîjan sinorên mirinê pak bike ji çîrokên veşartî, kîjan helbest u romanê ji dilê welatê rojê binvîse û bixwîne. Yekîtî û zanîn u jîr pêwîstin ji welat re.
Rûpelên dîroka nivîskî vekirin, tenê sultan û şer û ceng pesin kirine, ji serdestan re dîrok destelate hêze îqtîdare. Wî xwest dîroka gel tev mirovahiyê ya ku bi hezaran sale nehatiye nivîsandin bixwîne û lêger bike.
Hilkişiya çiyayê bilind, li esmanê çanda ku bisalane tê asmîle kirin, biriyara legerîna heqîqetê bixwe ji nan û avê jî pêwîstire. Asta dîtina heqîqetê bixwe zanîna zanistên civak u dîroka mirovahiyê ye.
Dayika şal reng esmanînê vebuyî” ku ev rengê şalê û sipî ji çanda here esîl a gelên Arîye taybet Kurdan. Li bakorê welat Dayik bi destê hovên sedsalê hat Şehîd kirin, bê ku tikes bikare jî cenazeya wê ji erdê hilde.
Guhê xwe girtin , çav kure kirin , lê wijdan qet winda nebû. Morala xwe cardin da serhev û meşiya têkoşîna bi jan û ked. Lêgerîna Azadiyê ji Azadiyê bixwe jî giringtire. Loma navê xwe kire ŞEHID.
Ew teqiya, ku wek wî nafikrim. Ija dawî çeka wî sixêfên paşverû bûn. Bertek ji bu însanên wisa bê hurmet bêdengiye, li tiştekî famakin mal kembaxa. Xwe liber baranê şil dikin.
De rabin gelî biran, destan bikin nana destan, bişkînin textê Romê bistinin em hemo kelhan, bibin tasek ava sar ji şewata dilê Kurdan. Ji elbuma cenga jinê .
Lênûsa peyvan da ber xwe. Ferhengoka biçuk, ji peyvên bi watedar a Romana nivîskarê dilşewat xist nava refikên zimanê dayikê.
Wî felsefa “Mihatma gandî” xwend. Fêrî aştiya sivîl bibû. Dojmin hare dev birçiye gurê hare berbere ev yek çewa dibe . Dora got: divê weke “chee guivara” ez ê beriya hertiştî welatê xwe azad bikim, dora jî tev dinya û mezlum bila azad bikim. Herdû hîvî di qurika wî de asê mane ,carna têkoşînê dide. Wî baweriya heyî, ku armanc û potanseyla gel di avantajek xort re bibe bertek. Ew roj nêze yan çend çerx û zemen divê !
Welatê Rojê , şaristaniya bi hezaran salan. çewa dibe ev welat azad nebe , hûn bibin yek ew mizgîne. Gelo ya heyî ew viyana hewe divê , gelo ya heyî ew yekbûna hewe divê.
Hêlîna gerdûn xira kir. Cihê ku, tirs lê ji dayik buye, sêgoşeya mirinê sinorên sayiks û pîko ye. Niha tirs kal buye sinor jî xav bûne . Lê dîsan derman û çareya vê sêgoşa tirs u koştin talankirnê bidawî nebuye. Wî pênêvîsa xwe rakire ser kaxeza sipî ya lênûsa xemgîn, destkir û peyvek nivêsand ew jî “KURDISTAN”.
Şiloveye nazdarê , xwendekarek di destpêka hestan û dildariyê de, bum hilim u firyam dîsan daketim ser erdê hêsiran mîna şiloveya meha adarê!
Dergoşa miriyan bes bihejînin, Rojên bahoz û bager ji rûpelên Dîrokê bese dubere wan mişte şaşiyên xedar bderînin. Vaye gelo hertişt heye vaye ew hezkirin heye ku hûn bixwazin. Peyama mirovek yaxî.
Qeyser û Sasan û osmanî û wehabî-selefî û Roman dîsan dixwazin xwe nû bikin. Lê xweyaye Kurd dîsan dinavbera nal u mîxan de maye, gelo çima díroka xwe sodê jê wernagrîn? Dîrok dîsa dubareye û şaştî di miştin.
Wî Nîşan li kevirê kevnar hilkoland navê Şehîdekî, boya wê ji rengê sorgulan nexişand bi tîpên zimanê şirîn, ku bibe çira u Dîrok. Ew jî bibe lêgerê janên axê.
Dixwest darekê biçîne
ku siya wê dildaran bihewîne. Pelên wê dawî qûrça hewayî biweşîne bu rihekê. Tuvê wê bibe hezkirin!! hezkirin dibe mirovatî .
Pêrgî wê hatibû. Dikir nekir kabosa 4 salan, rê jêre venekir ku bimeşe û silavê lê bike . Niha jî ew firsend çû kî dibêje carekdin kabos bixwe mirin nebe!!.
Yê nezane bila bizane, ji hatina vê dinyayê sergerdan û poşman im. Derdek di sînga min de heye, ger dil nebe kes nizane