Ez dema gund zarok bûm diçûme ber pez, îjar rojekî ez ji malê xeyîdîbûm, dema ez li mal dixeyîdim min hêrsa xwe û hemû weca xwe ser dayîka xwe ya belengaz de dirijand, ew çendek bû ez ingirî bûm xêncî min kes pişkêrî jî tunebû ku here ber pez, lingê min erd girtibû lewma newêribûn zêde li ser min de bihatana.
Sibetirê min pez ji êxil rakir ez çûme çiyê, pezê min çengvedaye ez herçiqas ji mal xeyîdibûm jî ez û xweza em bi hev re dikeniyan, ez qevdê kulilka çêdikim ser vî kevirî banzdidim ser kevirekî din, ser vî girî pez diavêjim li ser girekî din, heyam jî bihar e, pincarên cûrbecûr hêşîn hatine ez têra dilê xwe dixwim lê malê re nabim jiber xeyda xwe.
Piştî ku tav şirîn bû dinya edî germ bû min carekî siya xwe pîva çar ling û zengokek bû min got de hela hê zû ye.
Ba me cîhek heye em jê re dibêjin Berê Kaniya Fîrara, min pez avête berê kaniyê ez jî hinekî ketim qefa zinêr ber keresiyê min dîna xwe dayê bintara min de hema qasî erdê bêderekî gêzî hêşîn hatine, ez dûrîva gêziya dinhêrim diranê min hev dixwim lê çi bikim ez î ji mal xeyîdime ka ez ê ser çi rûyî gêziya biçinim û bibim malê, paşê dayîka min hate bîrya min ew çawa ber gêziyekî an jî derdaneke malê diçirçire, xîreta min temul nekir ez rabûm, min piştiyekî terikî gêziyên xwe çinîn kirin gurz û berê pez berve mal kir, berê pezê biharê jî ku bervemal dibû bimbarek qet nasekinî demeke kin de min pez bire nêzîkî malê.
Min dêhna xwe dayê diya min jî karê malê qedandiye, derketiyê pêşberî malê li ser sordîna rûniştiye benda min û pez e, çawa ku dît min jê re gêzî çinîne çik rabû ser piya, gazî min kir got Koçerooo dayê qurban be te dayê re dîsa gêzî çinîne, min dengê xwe nekir qaşo xeyîdîme min xwest ez hinekî mêr bisekinim, lê dayîk hey nêzîkî min dibe, berbi min tê, hat piştiyê gêziya da kêlekê û ez hembêz kirim, min jî hembêza wê de kire kûrekûr ez giriyam.
Dayika min dît ez giriyam wê jî dilê xwe xirab kir lê nehîşt qîz û buk giriyê me bibînin destê min girt em çûne ser cihoka avê me serçavê xwe şûşt, gazî qîz û buka kir got qîz bukno hema nanê Koçer îro bînin derva ez jî dixwazim îro li vir ser hêşnayê tev kurê xwe nan bixwim û piştî nan xeyda min jî qediya min berşivka xwe hilda ez çûme êxil alî qîz û buka min pez da bêrî….
Dayik û tendûr
Dayika min tendûr
Vêdixist
Bi qirciyan
Em jî kêlekê rûdiniştin
Û dicivîyan
Dema tendûrê dû dikir
Em tev direviyan
Ew tenê hundir de dima
Dayika dilovan
Piştî ku tendûr sahil dibû
Gazî me dikir
Digot werin min we re
Hevrîşk çekirîye
Pariyê devê xwe di
Bi devê me ve dikir
Digot mala min şewitî
We serma kiriye
Tendûr sar dibû,dilê dayîkê
Germî dima
Berbanga sibê de radibû
Em xewda diman
Kar û barê wê nediqedîyan
Nivcî diman
Ber hêza dayîkê em xwûşk û bira
Heyrî diman…
Yücel Aslan (Koçer)
www.candname.com