Duşem , Berfanbar 10 2018
Home / Muzîk / Milyaketên Parêzkar ên Muzîka Kurdî

Milyaketên Parêzkar ên Muzîka Kurdî

Dawiya sala 1972an bû…

Di wan rojan de, bi qezenckirina îmtîhana zanîngeha Çarlsê, min qeyda xwe a beşa bijîşkê çêdikir. Necmettîn Buyukkaya û Omer Çetîn piştî darbeya 12ê adarê, ji ser Îraqê derbasê Sûriyê bibûn û li wir bê çare mabûn, ku bi bihîstina wê rewşê ve, min di hatina wan a Çekoslovakyayê de, bi zor û zehmet be jî, alikariya wan kiribû. Bi belgeyekê Laesse Pase ya bêbinî û sexte min wan anî Çekoslovakyayê. Lewra ji bo wan, bi awayekî qanûnî, temînkirina cihekî,malekî ne mimkûn bû. Ji xêncî parvekirina oda min a di xanîya xwendekaran de, ku ew jî bi qaçaxî, çareyeke minê din tûne bû.

Ez jî wek wan li Pragê gelekî nû bûm. Min ji kesên nas-nenas hema kê hebe, alîkarî dixwest ku heval, kekên min bi awayekî qanûnî li Çekoslovakyayê bimînin an jî qenebe destûrê bidin ku derbasî welatekî din bin. 

Herweha ez hîn bûm ku, muzîsyenekî meşhûr, bi navûdeng ji başûr, ku bi navê Qadir Dîlan li Pragê dijî. Kesekî gelekî behredar , biqebîliyet û navdar bû. Awazdanîna sirûda Ey Reqîb ji aliyê wî hatibû çêkirin. Qadir Dîlan ji zû de Akademiya Musîkê ya Pragê qedandibû û di radyoya Dewleta Çekoslovakan, beşa erebî de yek ji berpirsiyarên nas û navdar bû. Dîlan di heman wextî de, li Çekoslovakyayê temsîlkariya Partiya Komunîst a Îraqê dikir. Ji bo wî bibînim, min astengî û pêşîgirtiyên ewlehiyê ya rejîma komunîst li pey xwe hîşt û xwe gîhand daîra radyoyê, me hev dît û min ji bo wan herdu hevalan alîkarî jê xwest.

Ez, xortekî bakurî, ku nû dest bi zanîngehê kiriye, ew jî him musîkjenekî navdar û him jî xwediyê ciyekî taybet û giring bû. Ji pê ve nûnerê  Partiya Komunîst ya Îraqê li Çekoslovak bû. 

Qadir Dîlan digel wan salên xwe ên sirgûnê, di parastina kesayeta xwe ya kurd û kurdperwer de serketî bû. Ji Tirkiyê re radestkirina Necmettîn û Omer îhtimaleke qewî bû. Min di serî de ji bo sekinandina  teslîmkirinê wan alîkarî jê xwest. Wek kekekî, bi sebr, ez guhdarî kirim û got “dilrehet be, em nahêlin ew werin radestkirin”. Min spasiya xwe pêşkeş kir û ez rabûm ku derkevim. Herçiqas me teze ji hev nas dikir jî, min bi hezkirin hemêz kir û verê kir.

Çend hefte dû re, digel astengiyên ewlekariyê, dîsa min xwe gîhand cem Qadir Dîlan. Vê carê jî min ji wî, bi navê Radyoya Dewleta Çekoslovakya, bi awayekî resmî dawetkirina Beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê xwest. Hemberî vê xwesteka min, ne mîna cara ewil bû, bê deng ma, ku di vê mijarê de daxwazker nedixuya.

Min got “Kek Qadir, rojê saetek be jî, ji bo têgiştina tesîra Radyoya Rewanê a li ser kurdên bakurî, divê tu herî wira û bibînî”. Pey re min jê re behsa ji bo weşana Radyoya Rewanê her roj êvaran bi kelecaniyeke mezin bendemayina kurdên bakurî kir. Di gundan de, mehên havînan ji bona gûhdarkirina radyoyê, li banên malan raxistina kulavan, qelandina dendikên zebeşan, çêkirina çaya semawerê… Ji bo weşaneke bêasteng û bêgirûz bi wan radyoyên rêzê ve girêdana qabloyên kem û kevnare wek anten…

Kek Qadir gelekî di bin bandora gotinên min de mabû. Dema ez gûhdar dikirim, hêsir ji çavên wî dihatin xwarê, dil zirav bû. Pişt re, Kek Qadir got, “temam çi ji destê min were ez ê bikim”. Kek Qadir di dawiyê de, li gorî şert û mercên wan rojan, di karekî ne mimkîn de miyeser bû. Dijwariya birokrasiyê û ew astengên tevdîrên ewlekariyê li pey xwe hîştibû, ku dawetname ji aliyê gerînendeyê giştî yê Radyoya Çekoslovakya hatibû îmzekirin, nisxeke dawetnamê ji Moskovayê re û nisxa din jî serokê Partiya Komunîst a Îraqê re hatibû şandin ku partî jî li ser burokrasiya Sovyetê lobiyê bike. 

Çend hefte pey re, Kek Qadir bi wesita xwendevanekî kurd, ji min re xeber şandibû, ku dixwest ez herim ba wî. Ez çûm, lê helbet dîsa wek berê di wan kontrolên ewlehiyê re derbas bûbûm. Min hildan odeyeke ewlemend. Pişt re Kek Qadir kete odê, milên xwe ên dirêj vekir û min hemêz kir. Bi kelecanî got, dawetname ji aliyê Sovyetê û Erîwanê hatiye qebûl kirin. Di bin çavdêriya serokê radyoyê de, ji bo çend xebatkarên radyoya Rewanê, destûra çûyina Çekoslovakyayê derketibû.

Ew serfiraziya min a wê demê nayê terîfkirin. Min ê ew dengên di zaroktî û xortaniya xwe de, di qutiyeke mezin de guhdar dikir, xwediyên wan dengên efsûnî zindî temaşe bikira. Rojên min bi xeyalên dîtina wan ve derbas bûn.

Demek pey re, Kek Qadir dîsa ji bo min bibîne xeber şandibû. Vê carê Moskovayê tarîxên hatina xebatkarên radyoyê Rewanê dipirsî. Me bi hev re qerar da ku, ger di Newrozê de bihatana, dê ji bo xwendekarên kurd li Çekoslovakya diyariya herî baş bibûya. Ji bo hatina wan a 18 an jî 19ê adara 1973 an, dîsa ji hev re nivîsandinê dest pê kir. Digel burokrasiya komunîzma eware, me ew rojên xwe dabûn qebûl kirin. Em ê bi hatina xebatkarên radyoya Rewanê ve hînbûna, ka dema ew dawetname wergirtine çawa şaşwazî û dilxweşî bûne. Cara yekemîn bû ku derfeta derketina derveyî Yekîtiya Sovyetê dîtibûn.

Di wan salan de, di navbera Mele Mistefa Berzanî û Bexdayê de peymana 11ê adarê 1970 hatibû îmzekirin, ku gorî wê peymanê pênc sefîrî dabûn kurda. Mele Mistefayê Rehmetî xwasma xwestibû ku balyozîya Pragê bidin kurda. Rêvebiriya Baasê jî ew daxwaza wî qebûl kiribûn. Mistefa Berzanî hevalê xwe, Muhsîn Dizeyî, bi sefîrtiya Pragê wezîfedar kiribû. 

Tariq Aqrawî di heman salan de serokê Yekitiya xwendkarên kurd ên Awrûpayê bû. Ji rêxistina me re, deriyên alîkariyê yên welatên rojilata Awrûpa vekirîbûn. Ez çûme balyozxanê, min xeberek da apê Muhsîn ku wê xeberê em hemû dilşad kiribûn. Apê Muhsîn apekî heqîqî bû. Apê hemû xwendekarên kurd bû. Wan salan, ji bo kurda di nav bakur, başûr, rojhilat û rojava de ferq tunebû, em hemû yek bûn, wek bira bûn. Tu car cihêtiyên îdeolojîk û dînî nediketin navbera me. Kurdên mensûbên fikr û dînên cuda, di bin sîwana kurdayetiyê de li hev bûn. 

Apê Muhsîn ji bo pîrozkirina Newrozê hemû îmkanên sefaretê bi kar anî, hotela herî luks ya Pragê, Hotel Parîs, kirê kir. Berpirsiyarên organîzasyona pîrozbahiyê Tariq Aqrawî û Mirhem Yîgît bûn. Mîrhem Yîgît di wan salan de nûnerê PDKê bû, ku ew û Kek Tariq gelek nêzîkê hev bûn. Di dawiyê de, ew roja ez bi hesret û kelecenî li bendê bûm, hatibû. Ew organîzasyona wê rojê, di wê heyamê de li welatên komunîst ne mimkûn bû. Ew kesên me bi dengê wan, hêj di zaroktiya xwe de nas dikir, bi fîzîkî li hemberî me bûn. Di nav wan de, serokê beşa kurdî ya radyoya Rewanê, Xelîlê Çaçan û xanima wî bêjer Eznîva Reşîd kesayetên herî bandorker bûn. Eznîva Reşîd şexsiyeteke dilovan û dilnerm bû, ku bi dengê xwe bîst û heft sala bû hêviya kurdên bêhêvî. 

Erê nîhayet Newroz, ew roja me herî zêde dilşad û serfiraz dike, hatibû. Kurd ji çar perçên Kurdistanê, wek ferdên malbatekê di Hotel Parîsê de, ku ji her kevirekî hotelê bîna hûner û kulturê dihat, hatibûn ba hev. Me ê bi hezaran kîlometre ji welêt dûr, ew cejna xwe ya ji xeynî başûr hersê perçên din qedexe ye, pîroz bikira.

Li wir başûr, bakûr, rojava, rojhilat nîn bû. Komunîst-antîkomunîst, şoreşger-parêzker, pêşverû-paşverû jî nîn bû… Bes kurdên endamên maleke mezin hebûn. Wek endamên wê malbata mezin, bi heman dilşadî û serfiraziyê me Newroza xwe pîroz dikir. Dengê Mîrhem Yîgît bi kemana Qadir Dîlan û cimbişa Muhammed Zaza ve, ku wek harmoniya kulîlka heftber bû, li Pragê ji me re diyariya Newrozê bû. 

Apê Muhsîn bi kesayeta xwe a pîroz ve, wê şevê em hemû wek zarên xwe, birayên xwe hemêz kiribû. Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd jî wek milyaketên ji aliyê Xwedê ve ji rojgereke din hatibin şandin, bi teskîn, dilxweşî û hezkirina xwe ve, em kurdên li dojeha sirgûnê ji êş û elemê dikişandin, derdixistin. Bi kesayetên xwe ên bedew û xwedî esalet, em metelmayî hîştibûn. 

Dema Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd dest bi axaftina xwe kirin, ne wan ne jî guhdêran dikaribûn hêsirên xwe bidin sekinandin. Ji rehmetî Necmettîn Buyukkaya, Omer Çetîn û komunîstê hişk lê xwediyê rihê nazenîn Qadir Dîlan bigre, hemû kesên li wir bi heman hêstan herikîbûn wê axa em kiribûn em. 

Min ev Newroza bi şexsiyetên pak û abide re pîroz kir, wê di nava sê Newrozên ku di jiyana min de nayên ji bîr kirin, cihê xwe bigirta. 

Piştî Newrozê, divê delegasyona kurdên Rewanê heya çûyina xwe, rojê çend saeta li radyoya dewleta Çekoslavakan bimana. Min zanîngeha xwe bîra dikir û her roj li ber derê radyoyê li benda derketina wan dimam. Peyre em, bi hev re, li wê Praga ku min jî baş nizanî bû, digeriyan. Her keliya min a bi wan re, dê di bîr û hişê min de, wek dema herî serfiraz a jiyana min cîh bigirta. 

Roja dawî, min romana Erebê Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca, ku li Awrûpayê bi tîpên latînî hatibû weşandin lê negihîştibû ber destê wî, da mêvanên me yên ji Rewanê da ku bidin Erebê Şemo. 

Di verêkirinê de, Eznîva Reşîd wek dêyeke heq û Xelîlê Çaçan jî wek bavekî, bi hêsirên çavan, min hemêz kiribûn. Adrês û nimareyên rewşenbîr û hunermendên kurda dabûne min, ku di nav wan de kesên wek Erebê Şemo, Qanatê Kurdo jî hebûn. Herçiqas demeke kurt be jî, min bi hebûna wan hizûr û aramî dîtibû. Di vê çaxa, ku ez bi keser û hesretê tengezar bûbûm, wan herdu milyaketên Xwedê bi hezkirinê min teskîn kiribûn û hilfirîbûn. 

Bi vegera xwe a Rewanê ve, dîtin û serpêhatiyên xwe, apê Erebê Şemo jî tê de, ji hemû rewşenbîrên kurd re behs kiribûn. Pey re nameyek ji apê Erebê Şemo hate adrêsa pansiyonê. Name bi tîpên krîlî hatibû nivîsandin. Di tavilê ez versiyona kurdî a bi tîpên krîlî hîn bûm. Bi vî awayî heya mirina apê Erebê Şemo, me ji hev re name şandin, derdê xwe ji hev re got, hêst û hîsên xwe bi hev re parve kir. 

Bi wê wesîlê ew dîwarên bilind ên di navbera min û hevalên ji Sovyetê hatibûn hirşandin. Dîsa bi wê wesîlê ez bûbûm kesekî wisa, ku car caran ji apê Qanatê Kurdo û apê Heciyê Cindî re name dinivîsî, ji wê gerstêrka dûr xeber werdigirt û ew xeberan radigihand kurdan. Min adrêsa wan bi kelecanî ji Kendal Nezan û kurdên din ên rojavayê Avrûpayê re şand. Bi vî awayî, cara yekem bû ku ew dîwarên em ji hev qetandibûn, dihatin hilweşandin. 

Lêbelê min nizanîbû, ku têkilîdanîna kurdên Sovyetê û yên Avrûpayê ji bo wan rîsk e, talûkeyan tîne meydanê. Ez di welatekî komunîst de dijiyam, ku ji min re nivîsandin an jî telefûn kirin, ji wan re tu rîsk çênedikir. Pirtûkên derheq kurdan ên li Yekitiya Sovyetê de dihatin weşandin, ji min re dihatin ku derfet hebûya bi çûyina Parîsê re an jî dema Kendal dihat Pragê, min ew teslîmê Kendal dikirin. Li gor soz û qirarê me, ew pirtûkên bi alfabeya krîlî hatibûn nivîsandin, wê bi elfabeya latînî bihatan wergerandin û weşandin. Lê heta ew jî nebû. 

Haya Kendal ji tekiliyên min û kurdên Sovyetê hebû, ku xwest ji wî re jî vîzê bixwazim da ku em bi hev re herin wira. Bi micadeleyeke çend mehan, min balyozê Çekoslovakya yê Yekitiya Sovyetê qanî kir ku vîzê ji wî re bistînim. Ji min re tu pirsgirêk tune bû, lê ji bo Kendal wergirtina vîzê dijwar bû, ku ew di welatekî kapîtalîst de dijiya.

Di sala 1978an de, ji bo çûyina min û Kendal a Yekitiya Sovyetê, min hemû pirsgirêkên burokratîk safî kiribûn. Hetta min sefîrê Yekitiya Sovyetê îqna kiribû, ku vîzeyê li şûna pasaporta Kendal, bi ser kaxizeke din ve ke. Kendal hate Pragê, min bona me herduya vîze wergirt. Em ê bi hev re derketina rê, lê ez di welatekî komunîst de dijiyam, diwîzê min tune bû, hetta perê min jî tune bû, ku min perê heyî jî dabû mesrefên Nîyazî hosteyê rehmetî û Çapxana Araratê ku ji aliyê min bi illegalî hatibû damezrandin û li Awrupayê çapxana kurd a yekemîn bû. Dema min dît, ku Kendal naxwaze pere bi deyn bide min, min ew trenê siyar kir û berê wî da Yekitiya Sovyetê. Ez ê bi mehan ji bo vîza xwe û ya wî biçûma bihatama, hemû tevdîra xwe li gor wê bikira, lê di dawiyê de, li gara trenê destê xwe jê re bakira, oxira xêrê jê re bixwesta. Bi wî perê xebata min a mehê havînan û mehên heyama perwerdehiyê, min di sala 1979an de careke din vîze wergirt û çûme Rewanê. Min dîsa xwe li Radyoya Rewanê, di nav milê Eznîva Reşîd, ku di dilovaniyê de dayikeke bêsînor bû û Xelîlê Çaçan de, ku herdem bi tebat û wek bavekî mîhrîvan bû, dît. 

Di wê heyamê de, apê Xelîlî Çaçan bi şev û roj beyî ku ji qanûn û zagona fikare bike, arşîva radyoya Rewanê ji bona min kopî kir. Di wî karî de herkes seferber kiribû, ew qeydên muzîka kurdî ên bi profesyonelî hatibûn çêkirin û sedan saetan zêdetir bûn, di navbera çend rojan de ji min re hatibûn hazirkirin. Te digo qey xebatkarên radyoyê karekî rêzê dikin û hîç nedixwestin ez bi pirsgirêkên di pêşerojê de ji aliyê rejîmê ji wan re çêbe, bihisim. Bi wan kopîyên arşîvê, ku di wî karî de menfaetên şexsî û dîwarên tirsê ji holê hatibûn rakirin, stranên me di dîrokê de cara yekemîn bû ku digihiştin hemû kurda. Di sala 1984an de, dema ez berpirsiyarê Enstutiya Kurdî ya Bonnê bûm, ew muzîka ku wan di kopîkirinê de her tişt dabûn ber çavan, di dîroka kurda de cara yekem bi heyşt kasetên bi navê “Anatolojiya Muzîka Kurdî” hate weşandin, ku muzîka me, wê ne bi tenê danê êvarê ji radyoya Rewanê bi weşaneke cizînî û xişînî, dê her zeman û her derê bihata guhdarkirin, ku ew jî saya serê apê Xelîlê Çaçan bû.

Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd, însanên humanist bûn ku ez di jiyana xwe de gelek kêm rastî kesên wek wan hatime. Ew hesret û berîkirina min a malbat û welatê min, ku ji hivde salîyên min vir ve heye, bi dîtina wan ve wunda dibû, diçû. 

Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd ew kes in, ku bi derfetên xwe ên bisînor, li diyarekî xerîb, musîka kurdî wek zerokeke xwe dîtine, bi dehan salan parastine, ji bo pêşketinê emirê xwe feda kirine û di wan rojên dijwar de ji mirinê xilas kirine ku wek kulîlka heftber kulîlk dane vekirin û vegerandine welêt. 

Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd, ku xwediyê kurdperweriyeke esil, paqij û zelal bûn, heya vê rojê hêvî, hêz û hezkirin dane min û wek stêrkekê di dilêmin de jiyan, ku heya hebim jî dê bijîn. 

Dr. Yekta Uzunoğlu-Rûpela Nû

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir