Dibêjin, ku wênekêş bi teherekî mayîn cîhanê mêze dikin û dibînin. Carekê, gava gilî hatîye li ser wênekêşan, Pîkaso gotîye, wekî zêndînîgarî karê korane: wênekêşê eyînsî ne ku tiştê ew dibîne dineqişîne, lê çi ku ew pêva diheyîre û texmîn dike.
Gelek hostên firçê yên li cîhanê naskirî di nava efrandarîya xwe de cîhkî bi taybetî dane welat û gelê me. Wana ne ku tenê tebîyeta Kurdistana rengîn, deb û rabûn-rûniştina gelê me, lê usan jî wergirtin, cil û berg û timtêla kurdan bi firçê nitrandine. Wênekêşên xerîb herdem bala xwe dane rewş û timtêla kurdan. Ji ber ku cil û berg, xemil û wergirtina mirov ew teherê jîyana wî ye. Lê cil û bergên netewî, xazma yên dîrokî ew şêweyê jîyana gel ya wê demê ye. Di vî warî de xebatên wênekêş û netewzanê almanî navdar Maks Karl Tîlkê (1869-1942) gelekî balkêş û giranbahane. Ew hesab dibe mîrê wênekêşîya cil û bergên netewên cîhanê. Taybetmendîya efrandarîya Maks Tîlkê hema di wê yekêdane, gava ku bi saya wêneyên wî gelek lêkolîner û netewzanên cîhanê nasîya xwe didine çanda gelaye medenî ya ji dema kevnar destpêkirî û heya nîveka yekemîn ya sedsala 20-î, wê yekêra tevayî dîroknas usan jî xusûsîyên deb û jîyana netewan derdixine meydanê û dinirxînin.
Maks Tîlkê dîroka cil û bergên gelên cîhanê heseb kirîye wek dîroka çanda hemtomerî. Nenihêrî gelek zanyaran li ser cil û berg û wergirtina netewan nivîsîne, lê wana bêtir guh nedane wê yekê, ka bê cil çawa hatine birînê û bi çi perçeyî hatine dirûne, li kîjan deverê û li kîjan heyamî ev yanê ew cûrên cilan li xwe kirine, di demên şîn û şayan de wergirtina mirovan çawa ji hevdu hatîye cudakirinê û tiştên mayîn. Di vê derecê de Tîlkê ne ku tenê hostê firçêyî erhede ye, lê usan jî lêkolînvan û netewnasê mezine. Gelek nivîsar û şiroveyên wî yên bi naveroka netewnasîyê hela baş nehatine arzûkirinê û makkirinê.
Di wêneyên xwe de Maks Tîlkê nimûnên cil û bêrgên gelek netewên Avropayê, Afrîkayê û Rojhilatê yên here bedew û pirrawaz derxistîye meydanê. Ewî bi çavên netewnasan wergirtin û xemla her êtnosekê mêze kirîye, xusûsî û taybetmendîyên wana qimet kirîye. Lema jî wêneyên wî gelekî geş û bedewin.
Maks Tîlkê kengê û bi çi awayî bi kurda re bûye nas? Mijara netewên Qawqazîyayê û pêra jî ya
Ev kar bû bingeha sazkirina mûzêya Qawqazîyayê wek sazîke serbixwe. Di destpêka sedsala 20-î de rêwîvan û netewnas Alêksandr Kaznakov bû berpirsyarê vê mûzêyê. Di mûzêyê de wê demê îdî gelek nimûnên deba netewên vê herêmê kom bûbûn. Sala 1909-a ew berbirî wekîlê padşê Rûsyayê li Qawqazyayê– Îlaryon Voronsov-Daşkov dibe û hîvî ji wî dike, wekî ew wek serokê heremê hukmî li ser berpirsyarên komarên vî parewalatî bike, ku ew nimûnên cil û bergên netewên deverên xwe kom bikin û bidine mûzêyê. Bi wê armancê komên zanyaran jî têne amadekirinê û verêyî hemû goşên Qawqazyayê dikin. Piştî salekê di wî warî de karekî hêle tê kirinê: ewqas nimûnên çanda medenî kom dibin, ku Alêksandir Kaznakov pirsa weşandina atlasa nimûnên cil û bergên netewên Qawqazyayê bilind dike. Ji bo amadekirin û çapkirina vê pirtûka netewzanîyê sala 1912-an wênekêşê almanî navdar û pêşekzanê cil û bergên netewan Maks Tîlkê bi destûra Padşê Rûsyayê Nîkolayê II vexwendî Tîflîsê dikin.
Berî wê yekê, ku em bêne li ser mijara kurdî ya di nava efrandarîya Maks Tîlkê, hewceye bi kurtayî nasîya xwendevan û bîneran bidne hinek rûpêlên kar û jîyana vî hostê zêndînîgarîyêyî meşûr. Ew sala 1869-an li bajarê Braslaûyê (Almanîya) ji dayîkê bûye. Sala 1886-an li akadêmya bedewtîyê ya Bêrlînê tê hildanê. Hela salên xwendekarîyê ew bi rêwîtî diçe Îtalyayê û Tûnîsê. Piştî akadêmyayê ew li Bêrlînê wek wênekêş-dêkorator kar dike, dû re diçe Madrîdê û wek wênekêş-bergir (kopîvan) derbazî li ser xebatê dibe. Hema li vira jî şureta wî ya wênekêşîyê dîhar dibe. Sala 1900-î ew li Parîsê wek îlyûstrator-neqişvan kar dike, paşê dîsa vedigere Bêrlînê. Ew wê demê îdî hatibû naskirinê wek pisporekî cil û bergên netewan. Sala 1911-an li Bêrlînê li pirtûkxana Lîpêrhaydê pêşengeha wî ya yekemîn vedibe, ya ku ji hêla dewletê û civakê ve bilind tê qîmetkirinê. Hukumet ji bo pirtûkxanê hemû xebatên wî dikire. Wê hênê nav û dengê wî li Avropayê zûva bela bûbû, li Rûsyayê jî ew îdî naskirî bû. Lewra jî ewî sala 1912-an vexandî Tîflîsê dikin, ku wêneyê cil û bergên netewên Qawqazyayê ber bigre û bikşîne. Tîlkê du salan li wir kar dike, pêra jî li mûzêya Qawqazyayê wek profêsor dersên zêndînîgarîyê û wênekêşîyê dide.
Di destpêkê de Maks Tîlkê dixweze wêneyên cil û bergên netewan yekcar bikşîne, ku li mûzêya Qawqazyayê dihatine parastinê. Lê paşê ew dixweze li nav netewên vê heremê bigere û li cîhda cil û bergan li mirovan bike û bikşîne. Ew usa jî dike. Ji bo wî ew karekî hewaskar bû, lê pêra jî dijwar bû, gelek caran astengî jî derdiketine holê. Ji ber ku ne hemû deveran bû, ku mirov qayîl dibûn, wekî wêneyên wana bikşînin. Berpirsyarên mûzêyê, pêşekzan û zanyar bi pêşneyarîya Maks Tîlkê re qayîl dibin: ew jin û mêrên ji netewên cihê-cihê yên pêşverû dibînin û vexwendî dikin, cil û bergên li mûzêyê parstî li gorî netewan û wergirtinê li wana dikin û piştî wê yekê wêneyên (fotoyên) wana ber digrin, ku dema xwe bêtir unda nekin, mirovan jî dirêj nedine seknandinê û ji karê wane herroje nebirin. Dû re Tîlkê ji wan fotoyan wêneyên cil û bergên netewan bi firçê dikşîne. Bi vî teherî li mûzyêya nimûnên çanda medenî ya netewên Qawqazyayê li Tîflîsê wêneyên cil û bergên kurdî jî peyda dibin, ku bi wan cil û bergan re tevayî hetanî îro têne parastinê.
Gava şerê cîhanêyî yekemîn destpê dibe, Maks Tîlkê bi mecbûrî xebata xwe nîvcî dihêle û vedigere Bêrlînê. Pêşekzan dibêjin, wekî ewî wê demê gelek wêne bi xwera birine. Li mûzêya Qawqazîyayê, ku îro tê navkirinê wek mûzêya Gurcistanêye dewletê, her tenê 83 wêneyên wî mane, ji kîjana bêtirî 10-an li ser kurdane.
Li ser vê mijarê çend berhemên wî derketine: «Dîroka hemtomerî ya cil û bergan ji dêmên kevnar destpêkirî haya dema naha» (hevxudanê vê pirtûkê wênekêşê almanî navdar Volfgang Brûne), «Jinên Qawqazyayê» û yên mayîn. Lê ya here giranbaha pirtûka wî ya bi navê «Cil û bergên Rojhilatê, dîzayn û reng-awazên wan»-e, ku sala 1922-an li Bêrlînê çap bûye. Di vê pirtûkê de nimûnên cilên netewên Qawqazyayê yên cihê-cihê derketine: yên gurcan, asêtînan, gelên Daxistanê û besta Kaspyayê, ermenîyan, teterên azerî û gelekên mayîn re tevayî usan jî yên kurdan.
Sala 2006-an li mûzêya Gurcistanêye dewletê ya li ser navê S.Canaşîa pêşengeha xabatên Maks Tîlkê hate damezirandinê. Ew li Tbîlîsê bû bûyereke çandêye mezin. Salekê dû re katolaga efrandinên Maks Tîlkê ya bi navê «Cil û bergên gelên Qawqazyayê» li vira ronayî dît, ku Tamara Gêladzê, Bonî Nêyfê-Smît û Êldar Nadîradzê amade kiribûn. Di vê katalogê de wêneyên wî yên bi mijara kurdî jî derketin.
Gelekî hewaskare, wekî Maks Tîlkê wêneyên hemû komên netewan baş ji hevdû cuda kirîye, ku şedetîya şûret û merîfeta wî ya netewnasîyê jî dide. Ewî cil û bergên kurdên musulman û yên êzdîyan cihê kişandîye ji bo taybetmendîya wane civakî û olî derxe meyadanê.
Ev wêneyên Maks Tîlkê, ku îro em raberî we dikin, bêgûman di çavkanîyên Rûsî, înglîsî û almanî de gelek caran li ber çavên lêkolîneran û maşoqên çanda meye medenî dikevin. Lê em bi mexsûs gelek wêneyan ji berhema zanyarên me ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» ji ber digrin û navê wan jî li gorî nivîsa li bin wana derdixin.
Efrandarîya Maks Tîlkê ya li ser mijara kurdî hewcê lêkolînên bi taybet û heralîne. Gelek wêneyên wî meva ne belîne. Hinek wêneyên wî yê bi êlêmêntên cil û bergên kurdên Sûrmelîyê û binecîyên Mêsopotamyayê yên kurd me li çavkanîke almanî ditin û wan jî îro diweşînin. Gerekê bê gotinê, wekî çend wêneyên Maks Tîlkê yên li ser kurdan salên 1930-î li Avropayê û Sovîyêtê wek markên poştê hatine çapkirinê.