Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû

Li kampusa Zanîngeha Mardîn Artukluyê (MAU) pirtûkxaneyeke ku ji 100 hezarî zêdetir kitêb lê hene vebû. Pirtûkxane bi kapasîteya xwe mezintirîn pirtûkxaneya li bajarê kurdan yê Tirkiyeyê ye.

Sahaf pirtûk - kitêb

Mezinahiya pirtûkxaneya ku li kampusa zanîngehê vebûye 11 hezar û 600 metrekare ye, 3 qat e û bi hemdem hezar kes dikare lê bixwîne. Li danegaha wê zêdetirî 100 hezarî pirtûk hene.Ji zanîngehê lêkolînerekî ku nexwest navê wî bê zanîn ji Sputnikê re ragihand ku, li pirtûkxaneyê odeya komputeran, 7-8 odeyên civînê yên bi projeksiyon, 2 odeyên semînêran, kabîn ên xebatê, waneyên fonksiyonel, salona sînemayê, saloneke pêşandanê, muze û cafeyek jî lê mewcûd e.

Xwendekarên Zanîngehê weke endam têne hesibandin. Herwiha her kesên ku bixwazin dikarin xwe li pirtûkxaneyê qeyd bikin û ji pirtûkxanayê û ji derfetên wê îstîfade bikin.

SALONÊN XWENDINÊ ŞEV Û ROJ VEKIRÎ NE

Loading

Lêkolînerê Zanîngeha Mêrdînê ji Sputnikê re ragihand ku, “Li pirtûkxaneyê ligel personelên teknîkî, pergalê amerîkî yanî pergalê refên vekirî û self-xizmet jî heye. Herwiha salonên xwendinê bi şev û roj vekirî ne.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku wî ta niha gelek pirtûkxaneyên zanîngehan dîtine, tevî pirtûkxaneya Zanîngeha Anadoluyê ya Eskişehirê pirtûkxaneya herî xweş û baş ev der e û got, “Tekane kêmasî û handîkapa pirtûkxaneyê kêmbûna personelan e, bi taybetî personelên paqijiyê kêm in. Wekî din her tişt porfekt e.”

Xwendekarekî ji beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ji Sputnikê re axivî û got, “Ez doh çûmê pirtûkxaneyê û lê geriyam. Pirtûkxaneyeke gelek baş û hêja ye lê em bêriya mamosteyên xwe yên ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hatine bidûrxistin dikin, lewra ew pirtûkxaneyên zindî bûn.”

Çavkanî: https://https://krd.sputniknews.com/nerin/201711086909015-amed-huner-loading-mekan-//cand_u_huner/201711216984137-mezintirin-pirtukxane-merdin–/

krd.sputniknews.com – Mevlut Oguz

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply