Mezintirîn nimayîşa muzîka cîhanê û kurdî tê pêşkêşkirin

Serokê Orkêstra Kurdistanê Heval Hemed ragehand ku bi beşdarbûna hejmarek mezin ji mûzîkjenên kurd û biyanî wê Orkêstra Kurdistanê mezintirîn nimayişî mûzîkî li Hewlêrê Encam bide.

Heval Hemed ji BasNews re ragehand: “Bi beşdarbûna 34 mûzîkjenên bi şiyan û bi serperiştiya Maystro Çeto Newroz, 7 mûzîkên cîhanî û 3 mûzîkên kurdî wê di 23,06.2016 de li hola Seed Ebdullah li Hewlêrê pêşkêş bikin. Di beşekî din ji daxuyaniya xwe deHeval Hemed amaje bi wê yekê kir, ev du mehin em wek Orkêstra Kurdistanê li ser van mûzîkan rahênana dibin jibo ku em ciwantirîn nimayişê pêşkêşî cemawerê xweşewîst bikin.

Herwiha got: “Her kes diker li vê ahingê amade bibe û hatina vê ahingê bê berambere, lêbelê bi hêvîne ku cemawerê delal jibo konsêrtên bê alîkariya me bikin û pilêtên ahingan bikrin û hêvîdarim ku dewlemndên bajar û hemû aliyên hikûmî û hizbî li ahingan amadebibin, jibo em karibin piştevaniya Orkêsta Kurdistanê bikin.” Orkêstra Kurdistan – Hewlêr, yekemîn Orkêstiraye ku di sala 1997 li Kurdistana Başûr hatiye ava kirin. 

basnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply