Mezher Xaliqî: Kultura Kurdî yek ji dewlemendtirîn kultura cîhanê ye

Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mezher Xaliqî li Berlînê simînarek derbarê kultur û mûzîka Kurdî de pêşkêş kir û kultura Kurdî bi yek ji dewlementirîn kulturên gelên cîhanê binav kir, ku tevî zulma sedan salan a gelên serdest, lê kultura Kurd karî jinav neçe. Herwiha parastin û arşîvkirina kultur û mûzîka Kurdî bi girîng zanî.

Hunermend Mezher Xaliqî ji K24ê re got: “Em yek ji dewlementirîn gelên cîhanê ne ku me karî kultura xwe ya bi sedan salan biparêzin û pêşkêşî gelê xwe û cîhanê bikin.”

Hevrûkirina mûzîka Kurdî ya resen û mûzîka nû tewereke din a gotara hunermend Mezher Xaliqî bû û di vê derbarê de ragihand, mûzîka Kurdî ya resen ji kûrahiya civaka Kurdî tê û di nava xelkê de tê qebûlkirin û dimîne, lê mûzîka nû demkî ye û diçe.

Mezher Xaliqî dibêje: “Mûzîka kulturî be, ji nava xelkê hatibe û ji nava dilan derketibe, dikeve nava dilan. Anku heger jêdera wê mûzîkê ji civakê be, tabî civak jî wê qebûl dike.”

Tevî dewlementbûna kultura Kurdî, Mezher Xaliqî metirsiya xwe ji windabûna helperke û semaya Kurdî wek beşeke zindî ya kultura Kurdî li hin navçeyên Kurdistanê veneşart.

Humermendê Kurd got: “Li hin deveran dibêjin ku em nikarin destê hevdu bigirin, ev yek ji azadiya helperkeya Kurdî ye û ciwantirîn nerîta helperkê ye.”

Hunermend Mezher Xaliqî hunermendekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ye û ji heyama 50 salî ve bi awayekî zanistî û professional kar li ser mûzîka Kurdî dike. Ji sala 2000î ve jî kar li ser arşîvkirina kultura Kurdî dike û damezrênerê Instituta Kelepûra Kurdî li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye.

K24

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply