Xutbe: Mey û Ziyanên Wê

 يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (90) المائدة

Bawermendên birûmet!

Dînê Îslamê, girîngiyeke mezin daye tendûristiya mirovan.  Ew tiştên ku ziyanê didin beden û giyana mirovan; xwarin, vexwarin, bikaranîna wan di bedenê de û bi kîjan riyê dibe bila bibe bi tûndî hatiye qedexekirin. Di vê mijarê de Xuda Teala di Qurana Pîroz de wiha ferman dike: “ Gelî bawermendan! Bi rastî mey (şerab), qumar, peykerên (pûtên) çikandî, falên bizaran û (leystikên) şans pîs in, ji karê şeytan in. Nexwe xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn (li dinya û axretê) serfiraz bibin. Bi rastî bes, şeytan dixwaze di mey û qumarê de kîn û dijminahiyê bixe nav we û we ji zikrê Xuda û kirina nimêjê bide paş. Êdî ma ne bes e.[1] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de gotiye: Ji meyê xwe biparêzin, lewre  heçîke mey e dayika gunehan e. Ev hedîsa şerîf dide xuyakirin ku pirê xerabiyên derdikevin holê, sebebê wan mey û tiryak e. Ji bo vê yekê pêwîst e kesê misilman  xwe ji her cûreyên mey û tiryakê biparêze. Ji van derdorê hêman (made) ên ku ziyanê didin, xwe dûr bike.

Misilmanên birûmet!

Mey bedena mirovan xirab dike û dibe sedemê gelek nexweşiyan. Ji hêla tibê ve, hatiye tesbîtkirin ku  di mirovan de pêgirtiya fizîkî û hêmanî çêdike. Meyên ku tên vexwarin ji ber ku hişên mirovan dibe, kesê vedixwe wî têxe di rewşeke wisa ku êdî nizane ka çi dibêje û ka çi dike. Ji bo vê yekê, mey dibe sedemê nîqaş û pevçûnên  di nava dostan de. Pevçûnên ku ji ber mey û şerabê çêdibin, gelek caran bi mirinê dawî dibin. Ajotina erebeyan bi serxweşî dibe sedemê gelek qezayên trafîqê û rê li ber mirina gelek kesan vedike. Ji ber ku dînê Îslamê girîngiyeke mezin daye tenduristiya kesan û aramiya civakê, mey qedexe kiriye.

Misilmanên birûmet!

Di bin çi navî de dibe bila bibe, temamê hêmanên serxweşiyê çêdikin qedexe ne. Pêxemberê me jî dibêje: “Çi tişta serxweşiyê çêke mey e, û her mey jî qedexe ne.”[2]  “Çi tişta pirê wê serxweşiyê çêke, hindikê wê jî qedexe ye.”[3] Ji bo vê yekê, kesê misilman nikare meyê vexwe, bide vexwarin, bazirganiya wê bike û li ser sifreya wê rûne. Lewre li gor dînê Îslamê çawa ku mey qedexe ye, her wiha kirîn-firotin, û çêkirina wê jî qedexe ye. Kesê vê bike li ser zimanê pêxemberê me lenet lê hatiye kirin. Ew kesê ku bûbe esîrê daxwazên nefsê û meyê vedixwe pêwîst e ji vî gunehê xwe tobe bike û careke din venexwe. Kesê misilman di rojên şahî û ziyafetên xwe de nikare meyê îkram bike. Pêxemberê me wiha emir dike: “Ew kesê ku îmana wî bi Xuda û roja dûmahiyê hebe li ser sifreya meyê nikare rûne.”[4]

Misilmanên birûmet!

Eger em Xuda û pêxemberê wî nas bikin, qedrê mal û tenduristiya xwe zanibin û ji jin û zarokên xwe jî hez bikin, pêwîst e em ji meyê xwe biparêzin. Vexwarina meyê li hember emr û fermanên Xuda û pêxemberê wî serhildan e. Xuda Teala di roja dûmahiyê de bi nêrîna rehmê li kesê meyê vedixwe nanêre.

Mele Cewadê Girdarî

[1] El-Maîde 90-91

[2]  Mislim, beyheqî.

[3] Ebu Dawud, Tirmizî, Nesaî, Ehmed. Tac c.1 r.143.

[4]  Ehmed, Tirmizî, Şewkanî Neylûl Ewtar c.6 r. 195

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply