Mewlanazade Rifat û ”Serbestî”

Milletên ko xwedî dîrokeke nivîsandî û tekûz nebin, herwekî ew millet hîç nejîyabin.” 
30 Gulan 1913 
Dr. Abdullah Cevdet Mewlanzade Rifat; xwedîyê îmtiyaz û midurmesûlê rojnameya Serbestî bû. Ew kesayetekî namdar û têkoşerekî aktîf ê milletê kurd bû; bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête nasîn. Mewlanzade Rifat, kurê Abdurrehman Nacîm e û di sala 1869an de li Stenbolê ji dayik bûye. 

Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya edebî û sazgêrîya kutibxaneyan tê nasîn. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye, endamê malbateke ji giragirên bajarê Silêmanîyê ye û malbata wan li wê deverê bi leqeba xwe ya Mewlanbegzadeyan têne nasîn. Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Mewlanzade Rifat û Serbestî, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Lewra Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ko bi rêvebirîya kurdekî hatîye neşirkirin. Ji ber vê, di nav çapemenîya wê demê de navê Mewlanzade Rifat û Serbestî, bi hev re bûne yekpare. 

Yekemîn hejmara rojnameya Serbestî, di 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 (16yê Sermawêza 1908) de hatîye neşirkirin. Li gor hejmarên berdest û dîroka çapkirina wan, jîyana weşandina rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman wek guherîna rewşa civakî û sîyasî ya wê demê, di vê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî dewre bi dewre guherîn çêbûne; ko di vê xebatê de ew guherîn, bi ser sê dewreyan ve hatine destnîşankirin. Di her yek dewreyê de çawa ko polîtîkaya rojnameyê guherîye, herweha piranîya koma nivîskaran jî guherîye. Bi taybetî jî di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guherîye. Li gor beyannameya CTKê di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşaneke Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) kar kirîye, pirranîya nivîskaran kurd in û naveroka nûçe û nivîsên wan jî li ser kurd û Kurdistanê ye. 

Neşrîyata rojnameya Serbestî, bi berdewamî nebe jî, li ser hev nêzîkî diwanzdeh salan dom kirîye. Di vê mudetê de, di nav hejmarên wê de li ser gelek babetan nivîs û nûçeyên cur bi cur hatine belavkirin. Ji bo derxistina fihrist û tesnîfkirina nivîs û nûçeyên rojnameyê, xebateke hîn berfireh divê. Lêkolînên berfireh ên li ser Mewlanzade Rifat û xebata wî ya çapemenîyê û bi taybetî jî rojnameya Serbestîyê, dê ronahî bide ser gelek bûyerên sîyasî û civakî yên navbera salên 1908-1922 yê Dewleta Osmanî û xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan. 

Rabirdû û dîroka çapemenîya milletekî, bîra tomarkirî ya wî milletê ye û ji alîyekî ve jî dîroka wî ya komelayetî û neteweyî dide nîşandan. Faktorê tewr girîng ê netewetî û netewebûnê jî xebata çapemenî û weşangerî ye. M. Salih Bedixanî di nav rûpelên Rojî Kurd de ev girîngî weha anîye ziman: “Milletên ko girîngîya pêdivî nedin çapemenîya xwe û milletên ko rayagiştî ya wan xwedîyê rêyeke durist û metanetê nebe, hêza wan jî wekî hêza sirûştî ya ava ko li zevîyek berfireh belavbûyî, heder û wenda dibe. Lewra milletên wisa, ji ber vê xafletê, daîmî ji xeternakîya bêrêxistin mayin û têkçûnê xelas nabin… Heçî qewmên ko bê tarîx û bê nivîsandin û rojnave ye… Ew qewm wekî însanekî kerr û lal e.” Ji nav rûpelên vê xebatê jî dê xuya bibe ko M. Rifatî, di rêya azadbûnê de girîngî û pêdivîya çapemenî û rêxistinbûnê baş têgihiştîye û jîyana xwe di vê rêyê de derbas kirîye. Em dikarin bêjin ko ev gotina wî ya li jêr, naveroka têgihîştina wî dide dîyarkirin û bûye rêbera pratîka wî: Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdanê xwe nekir malzemeyê yekî. 

Dawîyê dixwazim li ser rêbaz, çavkanî û amadekirina vê xebatê jî kurteagahdarîyekê bidim; di vê xebatê de bi giranî ji çavkanîyên dereca yekemîn yanî ji hejmarên berdest ên Serbestî û pirtûkên M. Rifat hatîye îstîfadekirin. Herweha ji bo xwendevan û akademîsyenên kurd ên ko bi tirkî nizanin, navê pirtûk û çavkaniyên bi zimanê tirkî, di nav kevanê de bi kurdî jî hatine nivîsandin. Digel vê, ji bo wergera metnên pirtûkê ji mamoste Cemîl Amedî re; ji bo nirixandin û pêşgotin û piştgirîya materyalan ji Dr. Murad Issi re; ji bo serrastkirin û balkêşiya li ser hinek têbinî û nûqteyan ji mamoste Ramazan Pertev, Mesud Serfiraz, Veysel Bîrsinî û kek Talat Înanç re gelek spas dikim. 20.03.2016 

Pêşgotina Seîd Veroj ji bo kitêba wî ”Mewlanazade Rifat û Serbestî”

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply