Almanaka çandî û hunerî ya 2020an – Mewlûd Oguz

https://soundcloud.com/podcast-kurdi/mevlut-oguz-derkenar-almanaka-2020an

Ji Podcast Kurdîyê rojnamevan û podcaster Mevlüt Oğuz di beşa nû ya Derkenarê de behsa buyer û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê kiriye û hewil daye bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.

Oguz ji bo almanakê dibêje, min xwest bi çavekî din li sala borî binêrim, Tevî ku 2020 saleke zor û zehmet bû jî, wekî ku tê xuyakirin kurdan gelek çalakî li dar xistine û berhem sazkirine. Li wêneyê manşetê nenêrin, di almanakê de beşên muzîk, wêşangerî, pêsangeh, konser, sînema, şano, çapemenî, dîrok û erdnîgarî jî hene; herwiha xelatên hatine dayîn û hunermendên ku îsal wefat kirine jî di bernameyê de hene…”

Fermo em bi hev re li Almanaka2020an binerin:

Îro 21ê Berfanbarê, dirêjtirîn roja salê ango Şeva Yeldayê ye û ji sersalê re tenê hefteyek-deh roja man… 2020 bi koronayê derbas bû û xuyaye ku dê sala 2021ê jî bi derzî û vaksîna koronayê derbas bibe.

Rêxistina tenduristiya Cîhanî (WHO), 11ê Adarê koronavirus (Covid-19) wekî pandemî ragihand. Li gorî daneyên malpera Worldmetersê, hejmara pêketiyên koronayê, ji 75 milyon borîye û li seranserê cîhanê, zêdetirî milyonek û şeşsed hezar kes jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane… Beriya destpêka koronayê bi çend hefteyan, 11 û 12ê Çile, li Amedê, bi beşdariya zêdetir ji 300 aktorên civaka sivîl, Tora Ziman û Çanda Kurdî hat avakirin. Di komcivînê da biryar hate dayîn ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Uryan û seferberîya ji bo Kurdî û gavên şênber bên avêtin.

Piştî peydabûna yekem haleta tûşbûna Covid-19ê bi demeke kurt, rewş wekî pandemî hat ragihandin û koronayê kir ku hemû çalakî, pîrozbahî û organîzasyonên mezin bêne rawestandin; Newroz, 8ê Adarê, 1ê Gulanê, 1ê Îlonê, roja Aştiya Cîhanî ûwd. Her wiha hema bêje hemû çalakiyên çandî û hunerî sekinîn, yan jî bo demeke nediayr hatin taloqkirin; tenê beşek ji wan, bi awayê online hatin pêkanîn. Tevî ku saleke zor û zehmet bû jî, kurdan gelek çalakî lidarxistin û berhem sazkirin.

7ê Sibatê, li Amedê, pirtûkxane û mekanekî wêjeyî û hunerî bi navê Wêjegeh Amed vebû.

Li Wêjegeh Amedê ligel gelek çalakî û bernameyan, di navbera tarîxên 25ê îlonê û 30yê cotmehê de, bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Diyarbekirê û bi piştevanîya Qad bo Çandê, Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bo cara sêyem, bi temaya ‘Dahatûya Pêjnkar’ hat lidarxistin. Abdullah Peşêw, Bavê Nazê, Ehmed Huseynî, Cîhan Roj û Lal Laleş jî di nav de, gelek nivîskar û şa’iran beşdarî li bernameyê kirin.

MUZÎK:

  • Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî, Hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Stranên Radyoya Erîvanê bi enstrumanên klasîk bi navê “DÎSA” wekî albûmekê hatin belavkirin;
  • 10 stranbêjên Kurd ji helbestên helbestvanê kurd Kadir Buyukkaya albûmeke Kirmanckî ya bi navê “Vengê Royî” (Dengê Robar) tomar kirin.
  • Ciwan Haco, 11ê Adarê bi du singileyên bi navê “Şevên Spî” û “Wilo” û 30ê Mijdarê klîbeke bi navê “Ti Ciwan î” ku di sala 1992yan de hatiye kişandin, piştî 28 salan, cara pêşî bi temaşevanan re parve kir.
  • Aynur Dogan, Hedûr; Agit Işık, Hez; Hêja, Stranên Neşûştî; Rûşen Alkar, Hêdî Hêdî; Rewşan, Tov; Nîhal, Şev; Bilind Îbrahîm, Min Bes To Divêyî; Mehmet Atli, Morî û Mircan; Tara Mamedova, Xewna Giran û Harun Elkî albûma bi navê Rev belav kir.
  • Herwiha Hunermendên wekî Ciwan Haco, Mehmûd Berazî, Harûn, Rûşen, Rewşan, Tara vîdeoklîpên nû weşandin.
  • Pervîn Çakar ligel Tara Jaff sîngileke bi navê “Qimil” çêkir.

PIRTÛK Û KOVAR:

  • Li gorî daneyên PENaKurd, di sala 2020an de, 71 niviskarên kurd girtî ne.
  • Bi edîtoriya Nesîm Doru, Ferhenga Têgehên Felsefî derket;
  • Mehmet Oncu, 4 cîld Gotinên Pêşiyan weşandin ku tê de 50 hezar gotinên pêşiyan cih digirin.
  • Weşanxaneya Sîtav ê ev berhem çap kir.
  • Romana Îrfan Amîda, Derî Vekirî Bihêle Wê Hechecik Vegerin ji Lîsê, romana Şêrzad Hesen, Hesar û Kuçikên Bavê min ji Darayê, romana Firat Cewerî, Derz ji Avestayê gihişt ber destê xwendekaran.
  • Şener özmen, Şêxo Fîlîk, Murad Dildar, Abdurrahman Elçek û Fewzî Bîlge kitêbeke çîrokan derxistin.
  • Avestayê hemû berhemên şa’irê mezin Berken Bereh çapkirin.
  • Herwiha Siwarekî Bêniştîman a Osman Mehmed, Xunçeyên Heyamê ya Rizgar Elegez, Tarantîno û Babê min a Şêxmus Kurt û ‘Destê Min Li Destê Te Digere’ a Mem Ronga çap û belav bûn.
  • Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî çap kir.
  • Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Erdnîgariya Kurdistanê-1: Agirî ya Evirehman Onen;
  • Weqfa Mezopotamyayê, Duzimanî: Zarok û Perwerdehî ya Cemîl Guneş weşand.
  • ERKAM SOFTê ji bo perwerdekirina zarokan seteke bi navê Bêjan çap kir û herwiha yekem lîstîka online ya zarokan çêkir.
  • Weşanxaneya SELê ku bi Tirkî weşanê dike, hemû berhemên Mehmed Uzun ji nû ve çap kirin.
  • Bloga Zinarê Xamo, Hindik û Rindik ket 14 saliya xwe ku heta niha 7 hezar nivîst weşandine û herwiha pirtûka wî ya bi navê Strirîyên Me ji Nameyê derket.
  • Sewsa Necat Zivingî ji Darayê, Ezdaya Rengîn Kardelenê bi etîketa Lîsê derket.

WERGER:

  • Abdullah Încekan, helbestên 8 helbestkarên almanî wergerandin Kurdî û Nûbiharê çap kir.
  • “Bhagavad Gîta” (Stranên Xwedê) yek ji deqên girîng ên edebî ku, beriya îsa bi 200 salî, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin, bi wergera Hasan Hüseyin Öztürk derket.
  • Nameyên Tolstoy û Ghandî bi wergera Fexriya Adaya; yekem romana Dostoyevskî “Merivên Reben” bi wergera Hesenê Metê; romana Robert Louis Stevenson a “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde” jî bi wergera Ciwanmerd Kulek û Sûc û Cezaya Dostoyevski bi wergera Medeni Ogut derket.
  • Helîm Yûsiv bo farisî hat wergerandin û biryar e Mehmed Uzun bo îtalî bê wergerandin.
  • Her wiha biryar e di sala nû de kovarên bi navê Herd, Kurdeçîrok û The Rexşan dest bi weşanê bikin û kovara Barê wekî kovara helbestê weşana xwe bidomîne.
  • Her wiha di mehên Mijdar û Berfanbarê de, li Wêjegeh Amedê bi rêveberiya nivîskar û wergêr Samî Hêzîl, bi navê “Girava Wergerê” û “Bîra Hevpar” du kargehên cuda hatin lidarxistin.

KURDÎ:

  • Li Amedê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Li Stenbolê Hereketa Zimanê Kurdî li hat damezirandin.
  • Bo cara ewil li Stenbolê di banê şaredariyê de, li ÎSMEKan dersên Kurdî hatin dayîn.
  • Hejmara dersdarên Kurdî û kanalên fêrkirina Kurdî li ser platformên dîjîtal zêde bûn.
  • Di serdema koronayê de jî sazî û dezgehên Kurdan xebatên xwe ranewestadin, bereksê wê xurt û şên kirin:
  • Bi pêşengiya akademisyen û nivîskar Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Zanîngeha Kurdî ya Onlinê hat lidarxistin.
  • Akademiya Îsmaîl Beşîkcî, di serdema payîzê de, bi seranavê Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî kargeheke Kurdî vekir.
  • Weqfa Mezopotamyayê, bi beşdarîya akademîsyen û folklorzanên kurd “Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê” çêkir.
  • Komeleya Lêkolînên Kurdî ligel dersen Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersên Hewramî jî dane destpêkirin û kanaleke Youtubeê bi navê “Kurt û Kurmancî” vekir.
  • Bi pêşengiya Adnan Firat û bi mijara, Destpêkê Edebiyata Kurdî, Dersanaya Kurdolojiya Online ya Kurdî hat vekirin.

PÊŞANGEH/KONSER:

  • Bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO), Hunermendê MA Muzîkê, bi navê Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê, li cih û warên dîrokî wekî Şikeftên Hesûnê, Keleha Zêrzewanê û navçeya Gêla Amedê konser dan.
  • Herwiha Tora Ziman û Çanda Kurdî û Wêjegeh Amed, Nûbihar, Amîdart û Chalak Eventsê jî çalakiyên online birêve birin.
  • Pêşangeha Ahmet Guneştekin bi navê Jûra Bîrê li Stenbolê û Amedê; Nehatiye Dîtin a Zehra Dogan li Stenbolê hat lidarxistin.
  • Herwiha hunermendê ciwan Hogir Ar jî pêşangeheke online li dar xist.

SÎNEMA Û MODE

  • 21ê Çile, bi edîtoriya Leyla Arisoy û Ayşenur Ozelê kovara Modeyê Kubar dest bi weşanê kir.
  • Hevkara me Fatoş Yildiz dest bi bernameyeke sînamê bi navê Kadraja Kurdî kir û heta niha 8 beş parve kirine.
  • 7ê Tîrmehê bi edîtoriya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus Kovara Sînemayê, Temaşeyê dest bi weşanê kir.
  • Kovara Kürt Tarihi di hejmara 40î de dosyeyeke taybet li ser Sînemaya Kurdî weşand.
  • Derhêner Alî Kemal Çinar di dema koronayê de li mala xwe kurtfîlmekî bi navê Dilop kişand û li ser YouTubeê weşand.
  • Bi produksiyona Mehmet Aktaş û derhêner Hisên Hesen di şert û mercên koronayê de fîlmekî bi navê Bûka Baranê hat kişandin. Di fîlmî de Şilan Duzdaban, Bengîn Elî jî tê de cî digirin.

ŞANO:

  • 13ê Cotmehê, di demeke ku şanogerên Kurd derfetê nabînin derkevin ser dikê, bernameyeke bi navê Hinek Henek ku ji skeçên henek û yariyan pêk tê, dest bi weşanê kir û rastî eleqeyeke baş hat. Di tîma Hineke Henekê de, lîstikvanên Teatra Jîyana Nû, Teatra Mencer, Şanoya Bajarê Amedê û Teatra Yekta Hêvî hene. Derhêneriyê Nazmî Karaman dike û lîstikvanên wekî Yavuz Akkuz, Rugeş Kirici, Özcan Ateş û Abdullah Tarhan û Avşîn Adiguzel lîstikvaniyê dikin.
  • Şanoger Berfîn Zenderlioglu, bi hevkariya Şermola Performans û Chalak Eventsê kargehekê şanoyê bi Kurdî lidarxist. Kargeh ji ber pandemiyê demekê online jî dewam kir.
  • Lîstika yekem a ku Tuncay Ozel ku wî bi xwe nivîsiye û tê de lîstiye û mijara wê bendava Ilisuyê û Heskîfê e, Keypha12500, cara ewil, 27ê Mijdarê Stenbolê hat pêşandan.
  • Lîstîka Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘Bêrû’ ku ku ji aliye nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Nazmî Karaman dikir, li Stenbolê û Rihayê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê dike hat qedexekirin.
  • Bi kordînatoriya Mîrza Metîn Komîteyeke Şanoyê Komîteya Kurdî a Eurodram ê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî û encama bijartina 2020an eşkere kir. Komîteyê, şanonameyên Mistoyê Heco, Kemal Orgun û Yusuf Unay hilbijartin.
  • Şanonameya Mîrza Metînî Dîsko 5 No’lu ji kurdî bo ingilîzî û Erdkêşî bo Almanî û Frensî hat wergerandin.
  • Mîrza Metîn bi şanonameya xwe ya Dîsko 5 No’lu bo Festîvala MENA – Beyond The Mask Festival New Yord (online edition) hat vexwendin û şanoname bi performansa Sinan Eczacibaşi, bi ingilîzî hate xwendin.
  • Hestû Tv, bernameyeke mîzahî bi navê Şildim Bildim û çend lîstikvanên ciwan ên batmanî rêzefîlmeke bi navê Îşev li ser înternetê weşandin.
  • Danser û koreograf Dîlan Yogun, performanseke dansa modern ya bi navê Gav Bi Gav pêk anî û di çarçoveya WêjegehAmedê de helbest-fîlmekî bi navê Medûsayê çêkir.

ÇAPEMENÎ:

  • Bi kordînatoriya Mihemed Salih Bedirxan û Rabîa Çetîn platforma podcastên bi Kurdî, Podcast Kurdî 21ê Adarê dest bi weşanê kir.
  • Le Mond Diplomatika Kurdî, di bin banê Weşanên Rûpelê de û bi kordînatoriya Yado Ciwan ve ji nu ve dest bi weşanê kir, Dîplomatîka Kurdî mehane û wekî PDF tê weşandin.
  • E-rojname hat girtin û Rojnameya Welat ji nû ve dest bi weşanê kir.
  • 1ê Tebaxê, li Qazaxistanê cara yekem televizyoneke kurdî bi navê Yekbun TV dest bi weşanê kir.
  • Weşanxaneyek din a Kurdî bi navê Weşanên Payîz dest bi weşanê kir.
  • Botan International û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Kargeheke Rojnamegeriya Kurdi li dar xistin.

DÎROK-COGRAFYA:

  • 9ê Çile, ava bendavê Ilisuyê gihişte Heskîfê; Navenda Heskîfê 10ê Nîsanê di bin avê de ma û 5ê Tîrmehê bi tevahî noqî ava bendavê bû.
  • Keleha Zêrzevanê ya li navçeya Çinara Amedê, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê.
  • Pira Malabadê û Keleha Wanê ketine listeya demkî ya mîraten dinyayê.
  • UNESCOyê parêzgeha Silêmaniyê, wekî ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kir.

XELAT:

  • Xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad” bo cara 27an hatin dayîn û di beşa nûçeyên Kurdî de peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettin Kiliç û Ayşe Surme wergirtin û herwiha Medya Uren a Jinnewsê layiqî xelatê hat dîtin.
  • Suat Baran bi dosyeya xwe ya bi navê Kitêba Elbakof, Xelata Helbestê ya Arjen Arî wergirt.
  • Xelata Çîrokan a Şêrzan Kurt jî Kenan Erdencî bi çîroka xwe ya bi navê Demên Xwerû qezenckir.
  • Xelata taybet a Artissimayê îsal Zehra Dogan wergirt. Artissima yek ji pêşangeha hunera hevçerx a Îtalyayê ye û her sal li ser navê hunermenda îtalî Carol Rama didine hunermendên jin.
  • Jina Kurd a bi navê Bijîn Hesen a 28 salî a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya Xelata Salê ya Entegrasyonê wergirt.
  • Rojnamevanê Kurd Alan Kaval li Fransayê bi nûçe-analîza xwe ya derbarê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê “Xelata Albert Londres ya 2020an” wergirt.
  • Nivîskara Kurd Sara Omar ku niha li Denmarkê dijî, xelata herî prestîj a edebiyata wî welatî ya bi navê Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr wergirt.
  • Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr bi wergirtina Sara Omar, yekem car e ku nivîskarek ji Rojhilata Navîn wê xelatê distîne.
  • Fîlmê ‘Barê Giran’ yê Yılmaz Özdil, di “Festîvala Navneteweyî ya Enqereyê” de xelata “Baştirîn KurteFîlmê Tirkiyeyê” wergirt.
  • 3yê Adarê, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Xelata Pênûsa Zêrîn da nivîskar Firat Cewerî;
  • Eta Nehayî bi romana xwe ya bi navê “Grewî Bextî Helale”, di bîstemîn Xelata Wêjeyê ya Mehrganê de ku li Îranê tê dayîn, di beşa “Romana bi Zimanê Zikmakî” de xelata romana herî baş a îsal wergirt.

WEFAT:

  • Îsal gelek nivîskar û rewşenbîr û hunrmendên kurd ji nav me bar kirin ango kiras guherandin:
  • Mîrê Bisqê Seid yusiv di 26ê Sibatê de li Stenbolê koça dawiyê kir.
  • Hunermend Seîd Gabarî (Bavê Bêkes) 4ê Adarê di xwe de li Hewlêrê;
  • Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî 5ê tîrmehê li Amedê koça dawiyê kir.
  • 7ê Tîrmehê, kemanjenê naskirî yê ji Kobaniyê, Hemedê Dûman ango (Mihemed Xelîl Xazî li Enqerê wefat kir.
  • Nivîskar, zimanzan û siyasetmedar Hemîdê Smaîlaxa (Hamit Kılıçarslan) 27ê Mijdarê, li Enqerê wefat kir.
  • Helbestkar Usênê Qeremanî (bi navê xwe yê naskirî Mehmet Çetin) 9ê Cotmehê li Stenbolê ji ber penceşêrê wefat kir.
  • Seydayê Gurdilî (Mele Amadettin Yetiz) 3yê Berfanbarê, ji ber koronayê li Batmanê koça dawiyê kir.

Sala 2020an bi koronavirusê, bi amar û îstatîstîkan; bi haletên tûşbûnê û qedexeyên derketina derve (lockdown); bi rûpoş û dezenfektanan derbas bû û xuyaye wê 2021 jî bi vaksîn û derzîyên COVID-19e derbas bibe. Bi hêvîya saleke xweş û geş; bi hêviya ku rojekê berî rojekê, ev şewba giran, bi temamî ji holê rabe. Di sala nû de, çi meqsed û miradên we hebin bên cî inşala. Ji niha ve sersala we pîroz be û di sala nû de jî, bila guhê we li Podcast Kurdiyê û Derkenerê be. Her şad û bextewer bin. Dembaş.

*Ev almanak cara pêşî wekî podcast li ser Podcast Kurdiyê hatiye weşandin.

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Almanaka 2020an


**Hemû beşên Derkenarê:

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply