METODA LÊKOLÎNÊ Û HAWAYÊ XEBATA MIN

(Ji bo afirandina berheman)
Ciwanên Hêja!
Ev gotara min, li ser hawayê xebata min a ji bo afirandina berheman e.
Hêvîdar im hemû ciwanên ku hewesa wan li ser Çanda Kurdî heye, bixwînin. Kêm-zêde, wê her kes li gor xwe sûd jê werbigire:
Îro dostê hêja Doçent Zahir Ertekîn ê berpirsê Beşa Kurdî ya li Zanîngeha Çewlikê, telefonê min kir û pirsa hin hawayên xebata min a li ser berhemên kurdî kir. Piştî suhbeteke dirêj, min jî dest bi vê nîvîsa xwe kir.
Bêguman di van deman de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê derfetên mezin ji bo Çanda Kurdî derketine holê. Eger rewşenbîrên me wan derfetan bi kar neynin, ji bo ku temenê mirovan pir kurt e, wê ji aliyê wijdana xwe ve nerihet bibin.
Min çend car nivîs li ser Metoda Lêkolînê weşandine û li hin semîner û û konferansan jî bi axaftin, min behsa lêkolînan kiriye. Li virê ez ê zêdetir li ser hawayê xebata xwe ya ji bo afirandina berheman rawestim da ciwanên me, ger bi hindikî be jî sûd jê werbigirin:
Cara pêşî, min di salên 1963-64an de dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kiriye. Wan dema ji ber wehşeta Kemalîzmê, min û hemî peyrewên Medreseya Kurdî bi elîfbêtina erebî dinivîsandin. Lê 1984, dema ez roja 19ê meha Êlûnê li balafirgeheke Swêdê çûm ba polîn û min rewşa xwe got, min birin otêlekê. Eynî şevê, min sê proje bi qelemê nivîsîn ku ez ê tîpguhaztina Klasîkên Kurdî bikim, ez ê berhemên Folklora kurdî berhev bikim û Çîrokên Zarûkan ji çîrokên rawilan ên Folklora Kurdî çêbikim. Piştre hetanî sala 2000î, min gelek berhemên klasîk, yên folklorî û destnivîs bi dest xistin.
Sal 1985, min weşanxaneyek li Swêdê avakir.
Piştre sal 1987, min li Stockholmê broyek kirê kir û tê de çapxaneyeke piçûk jî vekir, min hin makîneyên çapê yên kevn jî kirrîn û xistin navê. Piştre ez çûm qursa grafikê ji bo şixulandina makîneyan.
Ez ji aliyekî ve li Nexweşxaneya Xaça Sor a Swêdê tedawî dibûm û ji aliyekî ve jî, ez li broya xwe dişixulîm. Pêşî min dest bi Klasîkên Kurdî kir û ew ji Elîfbêtina Erebî veguhaztin Alfabeya Latênî.
Ew 32 berhemên Klasîk ku min tîpguhaztina wan kiriye, hema bêje min tevê wan bi dersîtî xwendiye. Ji ber hindê min di wan de zehmetî nedikişand. Ez hin rojan 18-20 saet li ser berhemên ku di destên min de bûn, dişixulîm.
Jixwe ji ber wan îşkenceyên hovane ku Cuntaya Faşîst di girtina min a heşt caran de, êşeke wisa bêderman li min peyda bûbû ku ez ranediketim. Ha wisa li Swêdê ez neh-deh sal bê xew jiyame. Ez li ba pênc-şeş bizişkên cuda yên Nexweşxaneya Xaça Sor tedawî dibûm jî, lê çare ji xewa min re nedidîtin.
Gorbihişt Doç. Dr. Sten W. Jakobsonî gote min:
”Tedawiya nexweşiya te, di Zanistiya Tibê de tune. Em ne dikarin tedawî bikin, ne jî em dikarin navekî lê bikin. Ka tu bi xwe vê nihêniyê ji min re bêje…”
Ez nakevin nava wan şax û peran, lê 15-20 sal piştre min fêm kir ku Xwedayê mezin ew nexweşiya bêxewîtiyê ku dabû min, da ez şev û roj xizmeta Ziman û Çanda Kurdî bikim.
Ji ber ku Zimanê Kurdî jî ayetek ji ayetên Xwedê ye (Suret: Rûm, Ayet: 22).
Li Swêdê piraniya Kurdan û komeleyên wan, makîneya deqtîlo ya sergindor bi kar dihanîn. Jixwe ez di 1975an de fêrê nivîsandina bi deqtîloyê bûbûm.
Min computer û deqtîloyê, bi pale û bîçerê qiyas kirin û min biryara xwe da ku ez ê xwe fêrê nivîsandina computerê bikim.
Ez di 1986an de çûm kursa computerê, lê zimanê wê pirî giran bû, min dengê mamosteyan qeyd dikir û pêştre hin kesên zimanzanê swêdî ji min re tercûme dikirin.
Wê demê sê Kurd li Swêdê hebûn ku computer bi kar dianîn. Wan gelek alîkariya min kir û ez pir zû fêrê nivîsandina kurdî ya bi computerê bûm.
Îcar piştre min alîkariya her kesî kir. Hin ji wan kesan nivîsîne jî ku min heta sibehê alîkariya wan dikir.
TÊPGUHAZTINA KILASÎKAN
Ez her şev ji êvarê piştî razana zarûkan, li ber computerê rûdiniştim û min Klasîkên Kurdî vediguhaztin Alfabeya Latênî. Heta sibehê, min 50-60 rûpel dinivîsandin.
Dema ez birçî dibûm, min hin tiştên xwarinê datanîn ber xwe, hem min dixwa û hem jî dinivîsand. Vexwarina çay, qehwe û kêşana cixarê jî, her pê re berdewam dibûn.
Bi rojan jî, yan ez li Nexweşxaneya Xaça Sor bûm, yan jî ez li ba kal û pîran digeriyam û çûrok û meselokên ku digotin, min dengê wan qeyd dikir.
Bi vî rengî xebata min neh-deh sal doman.
Kîjan berhema klasîk dema kuta dibû, min pêre pêre dida weşanxaneyeke kurdî da biweşîne. Lê min tu tişt ji wan nedixwest, tenê ji her yekê 15-20 nusxe pirtûk didane min.
Lê bivê nedî, meriv ji xebateke wisan bi saetên zêde diweste û diqerime.
Hin caran masulkên stuyê min, dibûn mîna dar û çavên min tarî dibûn.
Piraniya rojan, ez diçûm Nexweşxaneya Xaça Sor û her carê 3-4 saet li wirê tedawî dibûm û .
Bêguman xebata zêde li ser hev û bêmoledan, hem jî bo yekî wek min nexweş, meriv ditengijîne û difelişîne. Lê ew gotina Qeymeqamê Êlihê ku (demeke ku min bi kurdî xeberdida) gotibû min ”Eşşekçe Konuşma” herweha ew çêr û dijûnên îşkencekaran ku bi Ziman û Çanda Kurdî dikirin, ji bîra min nediçûn û nedihiştin ku ez sistî têxim karê xwe yê nivîsandinê.
Di salên 1993-94an de ez ji nivîsandinê pir westiyabûm û ruyê min jî, ji cama computerê şewitîbû.
Di wan deman de kurê min Serdar di lîseya Computerê de dixwend. Wî gelek alîkarî da min û ez fêrê hawayê bikaranîna computerê kirim.
GEH KLASÎK, GEH FOLKLOR Û GAHÎ GUHDARIYA DENGAN
Dema Mekteba Mamostetiya Kurdî li Stockholmê vebû, ez jî rojên ku rêzimanî hebû, diçûm û diketin dersên Rêzimana Kurdî. Di salên 190-91ê de, ez ê êdî rind fêrê hawayê nivîsandina bi computerê jî bûbû. Xebata min bêrawestin û pir jî lezgîn didomand. Bi van hawayên li jêrê, min xebata xwe bi xazdarî û cihêrengî domand, mînak:
. Dema min 2-3 saet berhemên klasîk dinivîsandin, çi gava min his dikir û ez jê zêvir bûne, pêre pêre min dest jê berdida û di eynî demê de min dest bi karekî din dikir.
. Piştî nivîsandina klasîkan, min dest bi nivîsandina berhemên folklorî dikir. Bi sedan kasetên teyîbê yên çîrok, meselok, stran û wekî din li ber destên min hebûn. Min ew di deh salan de berhev kiribûn. Çend teyîbên min ên taybet jî hebûn û min ew kaset dixistin wan û guhdarî dikir.
Teyîbên min ên taybet jî, bi rastî taybetî bûn. Dema min peyvekê fêm nekirbûna, min dengê wê peyvê dirêj dikir û hemû tîpên tê de bi awayekî zelal dihatin fêmkirin. Ha wisa min li şerîdan guhdarî dikir û pêre pêre min ew bi computerê dinivîsandin.
. Dema ez ji nivîsandina dengê şerîdan diwestiyam, min ew jî digirtin û pêre pêre nivîsên ku min berê nivîsîbûn kontrol dikirin. Yan jî min mîzanpaja (pergala rûpelan) nivîsên kontrolkirî çêdikirin û ji bo çapê amade dikir.
. Dema ez ji kontrola nivîsan û çêkirina mizanpajê jî diwestiyan, ez pêre pêre vedigeriyame ser çîrokên rawilan ên Folklora Kurdî ku min ew berê amade kiribûn.
. Çîrokên Fabil pir xweş in û meriv naxwaze dest ji wan berde. Lê çi dema ez ji wan jî diwestiyam, ez vedigeriyame ser Nivîsên Destxet ên kevnare û min ew bi hin metodên teknîkî mezin dikirin û dixwendin, li gor rastiya wan a bingehîn jî dinivîsandin.
. Dema ez ji vî karî jî diwestiyan, demildest min dest bi wergerandina hin berhemên girîng dikir û ew werdigerandin kurdiya kurmancî.
. Di wan salan de min gelek belge û berhemên kurdî ji arşîv û pirtûkxaneyên swêdî, elmanî û rûsî jî bi dest xistibûn. Hin caran jî ez li ser wan berle û berheman dişixulîm. Yên pêdivî dihatin nîşankirin û di pêş de min ew jî dinivîsandin.
Wek mînak, nameya ku Pêxemberê me (xxl) ji Kesrayê Faris re hinartiye, bi elîfbêtika erebî ya 17 tîpî hatiye nivîsandin. Lê 70 sal piştî Hicretê, Ereban elîfbêtika xwe kirine 28 tîp. Îcar dema wê nameyê wergerandine elîfbêtika nû, tê de şaşî kirine. Ev e 1400 sal in, heta niha kesî ew şaşî nedîtiye, yan ger dîtibin jî kesî behs nekiriye. Min ew şaşî nivîsî û pêşkêşê Meydaya Kurdî kiriye.
Gelek car jî dema ez li balafirekê siwar dibim û bi hewa dikeve, ez computera xwe ya piçûk derdixim û meselokên cihêreng û wekê din dinivîsim û li rûpela xwe ya Facebookê diweşînim.
Şaxekî xebata min jî ev bû: Dema min navê kalekî Kurd an pîrejinekê dibihîzt, ez diçûm ba wan û min tiştên folklorî ji devê wan digirt û dianî, arşîv dikir. Di nava wan kal û pîran de gelek Suryan û Ermen jî hebûn ku ji kal û pîrên Kurd çêtir agehiya wan li ser çanda kurdî hebû. Yek ji wan jî XAÇOyê Miyadî bû.
Xaço, di temenê 80 salan de bû.
Me digot wî: XALÊ XAÇO.
Xalê Xaço gelek car dihat mala me. Dema çîrok û serpêhatiyan digot, demeke dirêj digirt.
Rojekê rihmetiya diya min bi xeyd gote min:
”Lawo, çima hûn nabêjin APÊ XAÇO, lê hûn dibêjin XALÊ XAÇO?”
Ev rewşa xebata min ku li jorê hate nivîsandin, hema bêje tev di eynî roj û şevê de çêdibû.
Bi vê rewşa ku min behs kir, ji 1985an hetanî 2018, 128 pirtûkên min hatine weşandin.
Ji bo xebata min a li ser hawayê nivîsandinê pirtûkeke 300 rûpelî jî têr nake, lê min evê pir kurt nivîsî.
Bi hêviya sûdwergirtinê, xasma Ciwanên Kurd, her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
Stockholm 19/ 02/ 2019

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply