Meşka Avê Li Ser Milê Zilamê Tîbûyî

Dawiya havînê bû. Germahiya hewayê zêde bibû. Hişkayî û germahî gelê Medîneyê bêzar hiştibû. Dema komkirina xurmayan bû. Gel hê nû bêhneke rihet standibû ku Resûlê Xwedê(sxl)bihîst ku ji  bakurê rojhilat talukeyek gelek mezin tê, ev talukeya dewleta Bîzansiyan bû û li ser vê gefê fermana seferberiyê da. Fêkî hê nû gihiştibûn, germahiya hewayê jî yekî dikuşt. Gel ji hişkesaliyê nû derketibû û vê gavê dixwestin ji feqiyên taze siûdê werbigrin.  Piştî vê sala hişkesaliyê dev ji sî û fêqiyan dûr ketin û di bin wê germa yekî bêzar dikir deji Medîneyê heta Şamê rêyek dûv dirêj çûyin ne tiştekî hêsan bû. Ji bo wesweseyên munafiqan nêveng amade bibû, lê ne ziwayî ne germahî û ne jî wesweseyên munafiqan arteşeke ji sî hezarî pêk dihat asteng kir, û ev eskerên Îslamê ji bo li hember Bîzansê bisekinin hareket kir.

Rêya çolê girtin. Tu digotî tav li ser serê wan agir dibarand. Ne berzîn têr dikir ne jî xurek. Kemasiya xwarinê û germa zêde ji xetereya dijmin ne kêm bû. Hin kesên bawerî kêm rêyek nêz de poşman bûn.  Zilamek bi navê Kab bîn Malîk di nava rê de berê xwe zivirand û berê xwe da Medîneyê. Eshab, ji Resûlellah(sxl) re gotin ” Ya Resûlellah, Kab Îbnî Malîk vegeriya”. Got: ” berdin bila biçe, heke di wî de xêrek hebe wê Xwedê wî dîsa bizivirîne”  Ji ser zêde derbas nebibû esheb ” Ey Resûlellah, Meraret îbnî Rebî jî vegeriya” Resûlê Xwedê(sxl) Dev jê berdin heke xêreke wî hebe wê Xwedê wî demildest vegerîne, nebe bere Xwedê ji nebaşbûna wî we rizgar bike” Ji ser zêde derbas nebibû esheb dîsa gotin” Ey Resûlellah, Hîlal Îbnî Umeyye jî vegeriya” Resûlê Xwedê(sxl) gotinên xwe yên derbarê her du kesên vegeriya bûn dubare kir.

 

Di vê navberê de hêştirê Ebûzer li paş mabû. Ebûzer her çikas hewl da bigihije qeflê muaffak nebû. Eshab dema li paş xwe nihêrîn û dîtin Ebûzer li paş maye ji Resûlê Xwedê(sxl) gotin: ” Ya Resûlelleh Ebûzer vegeriya” li ser vê gotinê Resûlê Xwedê(sxl) bi awayek aram got: “Dev jê berdin heke xêreke wî hebe wê Xwedê wî demildest vegerîne, lê nebe, ji nebaşbûna wî Xwedê we rizgar bike, dûr bike baştir e.”

Ebûzer her çiqas hewl dabe jî muaffak nebû ku bigihije qeflê. Ji hêştir peya bû, barê xwe rahişt li ser milê xwe û bi pêyatî rê ket.

 

Tav bi dijwarî serê Ebûzer dixist. Ji tîna bêzar bibû. Ji xwe derbas bibû û bi tenê dixwest bigihije  Peyxamber, heval û hogirê xwe. Dema diçû li kêleka asîmanan de parçeyek ewr dît, berê xwe da wî alî ve. Li ser kevir  çalek ji ava baranê kom bibû çengek av rahişt. Ji avê hinekî tehm kir lê zêde venaxwar, lewra hate hişê wî ku ji vê avê bibe û bide Habîbê Xweda(sxl). Lewma dibe ku Hazret tî bûbe û li cem wî jî av tunebe. Meşka ku li cem xwe anîbû tije av kir. Barên din jî girt milê xwe. Bi ciger kebab dest bi rêwitiya zor û zahmet kir. Ji dûr ve reşitiya eskerên Îslmê çavê wî ketin. Dilê wî lê xist kêyfxweş bû û bilez bû.

Ji aliyê eskerên Îslamê neferek dît ku reşitiyek ber wan ve tê. Ji Resûlê Xwedê(sxl) got: ” Ya Resûlellah(sxl) ji dûr ber bi aliyê me ve reşitiyek tê.”

Resûlê Xwedê” Çiqaş xweş dibû heke Ebûzer bibûya”

Reşitî hinekî din nêz bû. Yekî din bi qerîn bang kir” Sond dixwim ew Ebûzer e”

Resûlê Xwedê(sxl) ” Xwedê Ebûzer bibaxşîne, ewê tenê bijî, tenê bimire û bi tenê haşr bibe.”

Resûlî Ekrem(sxl) çû Ebûzer pêşwazî kir. Barên li ser milê wî rahişt û danîn ardê. Ebûzerê westiyayî û tîbûyî taqat ji dest da û bijîya ardê.

Resûlî Ekrem (sxl) : ” Avê bînin û bidine Ebûzer, lewra gelek tî bûye.”

Ebûzer: Li cem min av heye.

-Li cem te av hebû û tu venexwarî.

– Belê, dê û bavê min bere qurbana te bibin, li ser rê kevirekî li ser çalek de avek şirîn û cemidî dîtim. Cengek rahiştim û vexwarim pişt re xwe bi xwe gotim ” Habîbê min Resûlellah(sxl) heta ku venexwe ezê venexwim.”

Zeynep Azade

kurdihikaye.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply