Meselok û Şîroveyên Biwêjan

RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE:

Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas  dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe.

Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne.

Dema xesî derdikeve hema bûk bi lez û bez diçe kerê kurtan dike û dikeve malê. Çi xwarin û pêxwarin hebin li kerê dike, derdikeve.

Dibe êvar û xesî vedigerê malê.

Ma  çi bibîne!! Li her derî dewsên kerê hene. Mala nû hatî dûtin xelopelo bûye. Bûka wê jî di quncikekî de rûniştîye û zire zir lê ye digirî.

Xesî dide ber qêran û dipirse: “Hey kezîkur, ma ev çi ji vê malê hatî ye!”

Bûk bi girîyê xwe ve bersiv dide û dibêje: “Ma dadê ez Perû ya reben çi zanim, dibe ku dema ez çûbûm kehniyê ker jî filîtîbe ketibe malê.”

Xesî bi zanebûn lê vedigerîne û dibêje: ” Erê dayê ez zanim, “Rêç rêça kerê ye lê welle fehl fehlên Perû ne!”

YEKÎ NAV JI NAVAN TINEBÛ ÇU RÎT SER FERŞÊ KEHNIYÊ:

Zilamekî heye ewqas bêkêr e ne kes pirsa xwe didiyê ne kes tiştekî jê dipirse. Ew jî ji vê rewşê zehf aciz dibe. Difikire bê “ka çawa çêbikê heta ku xelq behsa wî bikin û di axaftinan de navê wî jî bibore.”

Dike nake tiştekî nayê bîra wî.

Dawîyê ji xwe re dibêje: “Hema ne qenc e lê ez herim birîm ser ferşê kehniyê.”

Sibehî ji berî banga melê ji xew radibe û diçe kehnîyê. Karê xwe bi serbilindî pêk tîne û vedigere malê.

Dilê wî rehet e û li benda şitexaliyên jinan e.

Axir diya zilêm radibe diçe ser kehnîyê. Dinêre qelebalixa jinan e. Her kesî kemikên xwe dane ber pozên xwe û nifiran dikin:

– Lawoo, ev kê pişta xwe şikênandîye ritî ye ser vî ferşî!”

– Hey bezek di qûn de were ew ê rît î!”

– Polbixelê!”

– Qûnberedayîyê heram!”

– Wey şeqitiyo!” û hwd…

Welhasil dîya zilêm tê malê û zilam jê dipirse:

“Xêr e dadê ew çi qelebalix bû?”

Diya wî jî dibêje:

“Xwedê nehiştiye ku beradayî rîtî ye ser ferşê kehnîyê. Me nekaribû em nêzingê kehnîyê bibin lawo!.”

Kenekî li zilêm miselled dibe, dibêje:

“Xwediyê wî karê pîroz ez im dadê.”

Dîya wî şaşo maşo dibe. Bi rewşeke matmayî  jê dipirse:

“Kurê kerê te çima bêedebiyekî wiha kir? Ma tu zarokî hey gerden xelayî? Ma tu qet şerm nakî hey belqitiyo? ”

Zilam çawa ku Pira Malabadê afirandibe wiha dibersivîne: “Ma dadê heta niha kesekî behsa min nedikir, qene yekî navê min jî hilnedida. Te dît a ve niha gundî tev behsa min dikin…”

 

KEÇIKA EPRAXOKAN:

Jinek heye û keçeka wê…

Keçik jî ew keçik e ku ewqas ji xwe qayîl ewqas serhişk.

Rojekî karê jinikê heye dê biçe, ji der ve ji keçikê re dibêjê:

“Keça min va ye ez ê herim, tu jî hema ji bo şîvê Epraxan çêke heta ez vegerim.”

Keçik dibêje: “Baş e.”

Jinik hewl dide ku çêkirina epraxan jê re vebêje lê hema çi dibêje keça wê dibêje: “Temam ez zanim”.

– Keça min divê tu ewilê pelçimên xwe spehî bişo da ku şoratiya wan ji wan biçe.

– Temam dadê ez zanim.

– Paşê zadê xwe bişo.

– Temam dadê ez zanim.

– Dohnê xwe, avafiringiya/avtirşa  xwe, xwê û biheratên xwe berde ser.

– Ez zanim.

– De baş e, keça min. Nexwe dema te epraxên xwe kuç kir di jor de jî tertekî zibil deyne ser.

– Erê, erê, ez wê jî zanim.

– Ne ez jî zanim keça min gelekî zana ye(!). De baş e keça min va ez çûm, niha bi xatirê te.

– Oxir be dadê.

Axir dê diçe û keçik jî radibe de epraxên xwe çêbike. Tiştên diya wê  jê re gotî hemiyan dike, dawiyê tertekî zibil jî datînê ser qoşxanê û kuç dike.

Welhasil dibe êvar, diya wê vedigere malê. Dibêje:

– Keça min te xwarina xwe çêkir?

Keçik bi quretî bersiv dide:

-“bele dadê, te çawa gotî min welê çêkir. “Ez zanim” gelekî xweş jî çêbûne.”

Dayik diçê metbexê û derikê qoşxanê vedikê.

Ma çi bibîne! Zibilê ji kela rohn bûyî dikê ji qoşxanê bifûrê û bêhnekî ketiye her derî, ma yarebbi bêlome!!

– Ey Xwedê xesifandiyê, hey kezîkura kezîkur, ev çi hal e!”

– Ma ne te got wiha bike? Ê ne te çi got min hemî gotinên te yek û yek kir.

– Weyla qedav bi te bikeve ma ne min çi got te, her te got “ez zanim”. Ma min çi dizanî tu yê wiha binî serê min, ma min çi dizanî tu “keçika Epraxoka yî!

 

JI HEMÎ RENGAN DESTAVÊT ADUDKÊ KERENGAN: Dema ku karekî girîng hebe û yek rabe wî karê girîng bavêje aliyekî û karekî nepêwîst bike.

 

XIZMETÊ BÊMINET: Dema mirov ji derdora xwe re bikêr bin, ji her karên wan re bibin alîkar lê li hember vê başiyê xerabiyê bibînin. An ku  minetê ji başiyê hilnadin. Ji vê rewşê re tê gotin.

 

JI PISÎKÊ RE GOTIN GÛYÊ TE DERMAN E, WÊ JÎ ÇU RÎT Û AX DA SER: Ji rewşên wiha re tê gotin ku dema mirov bizanibe bikêrî hevalên xwe tê welê çêdike ku hevalên wî/wê nekaribin sûdê jê wergirin. Ango dixwaze derdora wî/wê pêwîstiya wan bi wî/wê hebin lê naxwaze alikariya wan bike. Ev mirov xweperest in.

 

LI TE XWEŞ TÊ, LI MIN XWEŞ TÊ, ÇI HEVÎR E LI WÊ TEŞTÊ: Çawa ku du mirov li hev nekin. Kesekî din jî were bêjê ez ê wan li hev bînim û nakokiya li nav wan xilas bikim. Lê her du mirovên niqaş dikin li hev bîne û wî/ê kesê paşê têkil dibê ji nava xwe bavêjin. Hingê kesê sêyemîn vê gotinê dibêje.

 

XWEDÊ FEHLÊN MARÎ DIZANÊ JI LEWRA DEST Û PIYÊN WÎ DIKE ZIKÊ WÎ: Xwedê başî û nebaşiya herkesî dizanê. Mirovên baş bin xwedê bi gorî başiya wan tevdigere û jiyanake xweş dide wan lê heke nebaşî, zilm, fitne û fesadiyê bikin Xwedê jî jiyanake kirêt û xerab dike para  wan.

 

YEKÎ GOT EZ Ê TE BIBIM CINETÊ YÊ DIN GOT ÎŞEV ÇARŞEM E BIKÊR NAYÊ: Yekî/ê divê alîkariya hevalê/a xwe bike lê hevalê wî/wê mihanan derdixe û xwesteka alikariya wan diterikîne.

 

Ê BI KOTEK HERÊ MAZÎ WÊ ÇI BINÊRE SERERVAZÎ: Yê ku kotek karekî bikê dê ew kar ne rast bê û her û her xerabiyeke tê de hebe.

Nav: Lehî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply