MESELOK, A XOCE NISREDÎN E YAN A BEHLÛLÊ DÎWANE YE?

Bi dehê salan digotin ku ev meselok, a Xoce Nisredîn e. Lê derket holê ku ya Behlûlê Dîwane ye û li Dîwana Mîrê Kurd ê Amêdiya ku niha di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye rûdaye.

Behlûlê Dîwane, kekê Harûn Reşîdê xelîfeyê Îslamê bûye. Her kesî Behlûlî şêt dizanibû, lê belê ew kesekî pir zana û bîrewer bûye û hertim bi kincên wek yê şêtane geriyaye.

Meselok weha bûye:
Rojekê Behlûl çûye dîwana Mîrê Kurd a li bajarê Amêdiyê.
Sifreya xwarinê hertim di çaxê xwe de li Dîwana Mîrî dihate raxistin û her kesî dixwar. Lê kesî negotiye Behlûlî ku ew jî xwarin bixwe.

Rojeke din Behlûl bedlek kincê maqûl li xwe kiriye, di ser de kurkek jî li xwe kiriye û çûye Dîwana Mîrê Amêdiyê. Dema civat çav pê ketiye, her kes ji ber ve rabûye û wî birine li jora dîwanê dane rûniştandin. Piştre dema ku sifreya xwarinê hatiye rastkirin, her kes dev pê kiriye û xwariye. Lê Behlûlî xwarin nexwariye. Jê re gotine:
– Çima naxwî?
Behlûl bi guşê kurkê xwe girtiye û biriye ser sifreya xwarinê, gotiye:
– Kurkê min de bixwo, de bixwo…

Li nava Kurdan, xasma jî li Bakûrê Kurdistanê her kes dizane ku ev meselok, a Mele Nisredîn e û bi zimanê tirkî tê gotin.

Çendî ku li gor hin rîwayetan Mele Nisredîn ji gundekî Deşta Mûsê ye û bi nijada xwe Kurd bûye jî, lê belê ev e sed sal in ku Tirk û Tirkiye lê xwedî derdikeve, navê wî jî wek HOCA NASRETTIN dibêjin. Heta salên 1970 û 80yî jî li Bakûrê Kurdistanê her kesî digot Mele Nisredîn, lê peyrewên Medreseya Kurdî digotin MELAYÊ MENŞÛR.

Piştî ku min belge bi dest xist ku ev meselok, ne ya Mele Nisredînî ye, lê ya Behlûlê Dîwane ye û cihê ku ew serpêhatî lê çêbûye jî Dîwana Mîrê Amêdiyê bûye, zêdetir cihê baweriyê ye. Ji ber du sedeman:
Heta niha çu kes ji bo Mele Nisredîn negotiye ku ew serpêhatî li kurdê rûdaye û cihekî kifş jê re nehatiye gotin. Tenê dibêjin ku li civatekê Mele Nisredîn wisa kiriye.
Ya duyem, piştî avakirina Komara Tirkiyê û ku saziya Zimanê Tirkî jî avabûye, piraniya berhemên kurdî û yên miletên dî wergerandine zimanê tirkî û herwekî ew malê Çanda Tirkî bin, di 715 pirtûkan de weşandine.
Lîsteya wan pirtûkan û du pirtûk ji wan, niha di arşîva min de ne.

Bi hêviya ku ciwanên me li ser vê meselê û yên wisa lêkolîn bikin û rastiya wan derxînin holê…

Zeynelabidin Zinar

(ji rûpela Zeynelabidin zinar hatiye wergirtin)

26/ 04/ 2020

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply