Meseleya me a herî mezin ew e ku, em (kurd) bi piranî ji zimanê xwe, ji çanda xwe û ji dîroka xwe hez nakin….
Ji ber vê yekê jî, em berê xwe nadin van nirxên pîroz û em ew hêjayî mijûlbûyînê nabînin…
Ji ber ku em naxwînin, em ji van nirxan dûr û bêpar dimînin, haya me ji rastîyên me yên kevnare namîne û;
Ji ber van rastîyên tal, nexweşîya xwebiçûkdîtinê di beden û mejîyên me de belav dibe û dîsa ji ber vê nexweşîyê ye ku, em ji hevûdinê hez nakin….
Dema em ji hevûdinê hez nakin, em ji ax û welatê xwe jî hez nakin…
Û ji ber van “heznekirinan”, em ji kesayeta xwe jî hez nakin….
Û her wisa dizivire… Qeder e an na?. Qeder be jî, divê biguhere, pêwîst e… Em ê biguhêrin, em ê biguherin….
Xerzî Xerzan