Mesela Pêguherîna Kerê

Li welatekî jinebiyek û kurê xwe tev de dijîn. Rojekê, jinebî û kurê wê di rêkê de diçin, wê herin nava rezên xwe yên derveyî gund.

Bêhnekê diçin şûn re, pîremêrekî li kerekî bozî Şamî swar bûye, tê digîhêje wana û bi wana re dimeşe. Behneke şûn re pîremêr û kurê pîrê dikevin nava sohbetê. Hinekî ji vir de, hinekî ji wir de diaxivin û sohbet germ dibe, dilê pîremêr jî xera dibe! Her du lingên xwe di kêlekên kerê re dirêj berdide. Kumê xwe ji serê xwe dadixe, şeh û neynika xwe ji bêrîka xwe derdixe û dest bi şehkirina porê xwe û riha xwe dike. Piştî şehkirinê bêhneke miskê jî ji bêrîka xwe derdixe û bi ser xwe de dirêjîne! Dawî xwe li ser pişta kerê vedizilîne û bi lêvkenî ji kurê pîrê re dibêje:

– Birazî, tu nayê ku em bazarekê bikin?

Kurê pîrê şaşmayî dibêje:

– Bazara çi, Mamê Sofî!?

Pîremêr dîsa bi devkenî dibêje:

– Birazî, tu kerê min dibînî, wele wekî hêstirekê ye! Kerekî bozî Şamî ye ku di ser re nîne! Ku tu bi ya min bikî, ez vî kerê xurt û ciwan bidim te û tu jî dayika xwe ya pîr bide min, em pev biguherin! Herwiha emê bibin xizmên hev jî!

Kurê pîrê herçiqasi dilê wî di kerê de heye jî, ji ber dayika xwe şerm dike ku bikeve bazareke wiha. Di ber xwe de hinek nifiran li Sofî dike û sohbetê dibire.

Tu nabêjî pîrê guh li ser sohbetê ye! Dema dibîne ku sohbet qut bû, pîrê diçe ber kurê xwe û dibêje:

– Kurê min, ew mesela pêguherîna kerê çi mesele bû, we çima birî? Ka dîsa behsa wê bikin!

Hesen Huseyin Deniz-pen-kurd.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply