Meryema ya Sebrî Silêvanî

1-Tu bi kê va çûbûyî? Di dilê te da xem û gazinên kê hebûn? Û te mirina kê dabû ber çavên xwe? Dizanim, te tenê sîya rêwîtîyên min ên berê bi xwe re biribû. Di dilê te da tim hêvîye jiyaneka din hebûn, daxwaza destpêkeke din, yan jî arûzeya çîrokeke din. Bilî mirina evîne min, te mirina evîne her kesî dabû ber çavên xwe. Min çi kiribû? Bi xem û gazinên biyanî û xerîb, keştiyên şevîn çêkiribûn, hemû umrê xwe teva kiribû.

2-Tenê guleka min hebûya û ez di xewna vê gule da razaba yan jî şiyar bûma, belkî hêsta penaberîyê ji jiyana min tevahî derketibûya lê wiha nabe. Li ser vê dinyaya malkambax da ne guleke min heye ne jî rengekî min heye. Bêgul û bêreng hatim û diherim. Bêgul û bêreng jiyam û dimirim. Yanî ne zarokatiya min asayî bû li ser rûye zemîne ne jî kalbûna min ji rêzê bû di nav zar û zêçan da.

3-Tirs peyitandina hebûna me bû lê haya kesî jê tune bû. Her kes ji kesekî tirsîbû. Jin ji mêran, zarok ji jinan tirsîbûn. Mêr ji dagirkeran tirsibûn û dagirker jî ji xwe tirsibûn . Yên ji Xwedê tirsibûn, pirr kêm bûn. Yên Xwedê nas dikirin, yan jî ji Xwedê hez dikirin, hindik bûn.

4-Heke di hundirê mala me da rêz û hezkirin hebûya qedrê biyanîyan bêtir nedihat girtin. Lê tu jî ji min baştir dizanî ku tim di hundirê malê me da rêz qortika herî dawî bû û hezkirin di kefa destan da bîzotek agir bû.

5-Kingê min her kes di dilê xwe da kuşt û terk kir, min hingê weris û wersira tenêtiyê bi dest xist û hemû temen û hebûna min bi çawê tenêtiyê hate rapêçandin.

6-Min hemû xewn û xeyalên xwe hîştin demsala pêncan; bi taloq kirineka mecbûrî û bi sê talaqên bêfitû. Belkî di demsala pêncan da bi keştiyên sipî rêwîtîyê bikim, bi hespên hesinî herim welatên dûr, bi balafirên wek teyran ezmanan biguherînim. Belkî di demsala pêncan da xewna jiyaneke din bibînim, li ser hespê sipî herim qedera xwe û kedera xwe hilbijêrînim. Belkî di demsala pêncan da kulmek gangilok diyarî evîna xwe yî bêbihar bikim.

7- Mêr ewil dayikên xwe di dilên xwe da dikujin, pişt re evînên xwe dikujin. Di çavên her mêrî da laşe jiyaneke mirdar û bêwate heye. Di çavên her mêrî da mezela zarokekî hatiyê kolandin. Di çavên her mêrî da hêsir ji barîn û biharên xwe şerm dikin.

8- Kê bêgunehî windakirîye ku ez bibînim! Axa me tim sar û reş bû. Gunehên min yê herî mezin jî hêvîya jiyanekê û daxwaze dineke din bû. Bihuşt pir dûr bû, zor û zehmet bû. Bihuşt di dilê helbeskaran da birîneke kûr û xedar bû. Bihuşt di behra tarîye da çirûskeke per û bask şikestî bû.

9-Rojekê reng û peyvên min jî dê azad bijîn û azad bifirin. Rojekê were ez ê qedera xwe bi destên xwe binivîsîm, min kuder hilbijart ez ê li vir rawestim, çi xwest ez ê wê bibêjim. Rojekê were ez ê roja zayîna xwe rasteqîn, bi reng û peyvên xwe azad xêz bikim, li hember hemû dinê, li hember hemû zaliman, li hember hemû zilaman.

10-Gunehê hemû mirîyan di stûya me da ye. Em tu caran îflah nabin. Min nedipa ku jiyan ewqas bêmaf û bêolan bibe. Min texmîn nedikir ku însan ewqas bêwîjdan û bêmerhemat bibin. Min îhtîmal nedida ku mêrîvên ez nas dikim ewqas min rûreş derxînin û hêvîşikesti bikin. Di binê her kevirî da axîna mirîyekî min heye. Di her koşeya jiyanê min da nalenala mirîyekî min heye. Tim li ser min çavên mirîyên min hene û ji min dipirsin: Tu ji bo çi mafên me nadî?

11-Bavo, dem tim dema telqînê ye, yanî êvar e, rih li ser bîhna xwe diçin xewna xwe, bîstankê hewşa me li ber lingan çû, konê me bi ser me da hilweşîya roja ku dayika min li ser min mirî. Dem tim dema çûyînê ye, her ku hawîrdora xwe mêze dikim vedicinîqim, didu kevirên berê li ser hev nemînin, xatira çilmisînê, tim li ser me sîye çûkên koçber heye. Dem tim dema veqetandinê ye. Min fêm kir ku tu caran didu dilê dişibin hev, li ba hev namînin, bi hev re nabin.

12-Ez û dem, ne wek hev bûn. Ez ji rêye civakê derketibûm û di dema da tim sûretên reş û tarî derdiketin pêrgî min. Dinya bi xof bû, jiyan bi tirs bû û însan bi xemsarî û bêxîret bûn. Li ber min kemîn û dafikên pirr kevn û gelek xedar hebûn; çimkî di vê kemîn û dafikan da hemû hawîrdora min, hemû nasên min, hemû dostên min hebûn. Ez û dem, çîrokeke berê bûn. Azazîl û Lucîfer dest bi çîrokekê din kiribûn.

13-Jinên min dilên xwe şev-roj bi derzî û şûjînan qulqulî dikin, wekî din nikanin bijîn. Jinên min nişkê va pîr dibin, xwedan zar û zêç dibin, tim dabara xwe û malxwê malaê xwe dikin.

Di dilê mêrên min da koremar hene. Koremarên mêrên min ewil barê mala xwe ve didin, paşê barê ciran û civatan xwe ve didin. Mêrên min bêkoremar nikanin li çavên hev binêrin, nameyên îsyankar binivîsîn, nikanin tevna jiyanên xwe bihonîn.

14-Ez tim bîst û sê salî me, tim eynî xewne dibînim: Keçikeka ciwan û nazenîn im û dayika min li paş min, bavê min li pêş min, bîrên reştarî dikolin. Dipirsim: Hûn ji bo çi wan bîran dikolin. Dibêjin: Hemû umra me bi bîrkolandine derbas bû. Li ser bîran dirawestim û kûrahîya bîran dinêrim. Bûkanîya xwe dibînim. Dayika min dibêje: Min bûkanîya te bi girîye xwe şûşt. Vê carê bavê min diaxîve: “Min bîr bi xwîna xwe tije kir.”

15-Di jiyana min da “rastîyên jandar” ewqas pirin ku qet nikanim bihejmêrim û deftera wan bigirim. Rastîyên jandar dişibin êtûnê; jê wan filitandin tune ye. Rastîyên jandar dişibin Duhoka kevn; lê veger tune bû. Rastîyên jandar dişibin zimanê qûleyê Babîlê; ji nav derketin bêîmkan e.

16-Biyanîbûn bû nasnameya me. Li ber çavên me cîhan tim çîrokeke dûr û dirêj bû, ji çîrokên Şehrezad. Bêencam bû, kesî kes nasnedikir, kesî pişta xwe nedida kesî, her kes bêkesê hev bû. Di neynika qedera her kesî da kesekî biyanî xuya dikir, kesekî biyanî diaxivî, kesekî biyanî diçû û dihat.

17-Di nav kom û qewma xwe da ez tim bûm “pirsiyarê bêbersiv.” Yanî tim tenê bûm, di bin dara jiyanê min da kes tune bû; min nedikanî herim bin dara jiyana wan rûnim, yan jî bijîm. Ez û ew, em tim ji hev dûr bûn, ji hev cûda bûn, ji hev sar bûn. Pirsiyarên min, di hebûn û dina wan da, di mêjû û dilên wan da, di hizr û fikrên wan da tune bû. Ji bo vê bersivên pirsên min di hebûnake din da bû, di dineke din da bû, di destpêkeka din da bû.

18-Tim li ber çavên min jîyan mîna koremarekî reş bû û însan jî mîna cemedê zivistanê sar bûn. Min hemû xewn û xeyalên xwe, hemû êş û janên xwe li ser kaxizên reş û tarî vala kiribûn. Rojekê were ez ê hemû kaxizên umra xwe bi hemû sir û razên xwe, bi xwe re biherim, yan jî ez ê di bîrên dilê xwe da veşêrim. Jîyan û însanan çi da min, ez ê wê bi wan dim: Gulistana jinan û çolistanê mêran. Ez bi xwe gulistanek bûm lê di çolistanekê da hatibûm dinê û ez ê çolistanekê dû xwe bihêlim.

19-Di jiyana me da didu astên herî bilind hene: Felsefe û helbest. Lêbelê ne felsefeya bi rojan me dikir û pirsiyarên mêjîyên me dibersivand ne jî helbesta bi rojan me dikir, hestên dilên me aş dikir. Felsefe jî helbest jî ji paş rastîya me diman, rastîya me yî dilşewat û dijwar, rastîya me ya bêxwedî û bêkes, rastîya me ya êtim û sêwî.

20-Li her derê me sînorên sexte û tixûbên rastî hene. Sînorên sexte bi destên dagirkeran, tixûbên rastî jî bi destên me hatin dorpêç kirin. Xencî em nikanin bêsînor û bêtixûb bijîn û bimirin. Divê di çaralîyê me da û derûnîya me da, yanî di hemû hebûn û tunebûne me da sînorên sextê û tixûbên rastî hebin.

21-Her ku mirov dewlemend bû laşê wî qerase û ruhê wî biçûk bû.

Her ku mirov zengîn bû, zik û binzikê wî reştarî, xewn û xeyalên wî jar û qels bûn.

Her ku mirov mal û milkê dinê daqurtand gowde û bedena wî gihir û mezin, dil û mêjûya wî hûr û pûr bû.

22-“Birînên min ên kevin hê jî germ” bûn lê dilê min li ber bayê evîneke din ketiye. Dilê min biaqil nabe, dilê min îflah nabe, dilê min niştecîh nabe. Evîneke din wê were birînên min ên germ bikewîne û peyvên biyanî li ser dilê min da birijîn. Evîneke din wê were û wê dest bi çîrokeke din bike, kes nizane navê vê çîrokê çiye lê mîna hemû çîrokên din ew jî wê bi birînên germ dawî bibe.

23-Di komedîya da her kes bi hev re ye, her kes bi hev re dikene, her kes bi halê xwe xweşhale lê di trajedîya da her kes bi êş û janên xwe va, bi derd û kederên xwe va, bi elem û azarên xwe va tenê ye. Di trajedîya da, tu rastîye xwe û yên din baş û vekirî dizanî û dibînî: Kes nikane werê alikariya te çimkî her kes mîna te aciz û bêçare ye, her kes mîna te bêkes û bêxwedî ye, her kes mîna te xerîb û belengaz e.

24-Ez li ser welêt da digirîm û welat kulm bi kulm axa sor diavêje ser rûye min.

Dîsa jî dawîya hemû çîrokan tê, tenê dawîya çîroka min û welêt neye.

Her kes çû ji jîyana min lê welat hîç neçû di cîh û warên xwe da ye.

Welat xewna hemû cîhanên min bû, di wateya xwe da.

Welat gora di dilê min da bû, di çol û çeperên xwe da.

Welat sirgûnên di ruhê min da bûn, di rê û rêçikên xwe da.

Welat evînên per û bask şikestî bû, di kûrahîya çavên min da.

Û ew welatê min Kurdistan bû, di çar parçeya binemala min da.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply