Sêşem , 29 Îlon. 2020

Memê bê Zîn

Çawa navê Amûdê bû Amûda Şewitî

 

Wê êvara sar, ji wê zivistana sar, gava bavê min mîna birûskê kete derî û bi ser diya min de qîriya:

– Ew te çi dîsa li ser êgir ji bîr kiriye, keçê?

Min got qey wê aniha filmekî din ji filmên tirsê yên bavê min dest pê bike. Weke cara din, diya min kortik danîbûn ser agir û bi cîrana me re ketibû axavtinê. Bavê min î birçî wê rojê mal serobinoyî hev kiribû. Lê vê êvarê, diya min jî behetî ma bû û bi hev re ber bi tifika vemirî û papora xerabe de bazdan. Diya min ber bi min ve hat:

– Ev bêhna şewatê ji kû tê, lawo?

Bê yî ku ez bifikirim, min destê xwe ber bi aliyê ku ba jê tê, vekir û min got:

– Haa… ji wî alî tê.

Hîn pirsa diya min di devê wê de bû, gava cîranên me jî ketin derî û heman pirs dikirin. Hemûyan bi hev re bazdan ber bi aliyê ku ba jê dihat…
Bayê mirinê bû!
Li Amûdê, mala me dûrî navenda bajêr bû. Dema ku tevde çûn û ez tenê di nav wê reşayiyê de hiştim, her kesî xwe li cihê qerebalix û bêhnê girtibû û bazdida. Ji ber ku ez biçûk bûm, ne min wêrîbû ez derkevim, ne jî min wêrîbû serê xwe di derî re derxim nav tarîbûna wê çola reş, a ku mala me di nav de hatibû çandin. Wê kêlîkê min tirs nas kir.

Diranên min li hev diketin. Ez giriyam. Ez ji dengê xwe tirsiyam ku here kesekî, cin be, diz be, yan reşkê şevê bê min birevîne an bikuje. Mîna jojiyekî xwe qalik xîne, min xwe di quncikeke oda bavê xwe de xistibû bin mitêlê. Ji nişk ve, derî vebû û serê jineke çavzer û porgij kete hundir, pê re lingek jî. Piştre, seriyekî din û yekî din û yekî din..
Jineke cilreş, çavtirsiyayî û reqsok, rûqermiçî û sar bi her çar çavên xwe ez dixwarim. Dengê dilê min dihate guhê min. Min nema karîbû bikira hawar. Zimanê min di devê min de şikestî bû. Bêhneke seyr ji aliyê çepê yê sînga min dihat. Bavê min hate bîra min. Naxwe bêhna şewatê ji dilê min dihat û min berê wan da aliyê ku ba jê dihat. Ji cezayê ku bavê min dê bide min, ez tirsiyam. Lê gelo wê sax bigihên ser min? Gava min xwest ez dilê xwe vekim, çarde dest dirêjî devê min bûn û pê re heft serî. Lê berî ku bigihên min, fîzînî bi lingên wê ket û mîna bablîsokekê li hev geriya û bi xûşîniyeke lezok çû û cihê xwe da bêdengiyê. Tirsê bayê wê şevê sartir dikir. Pê re dûmaneke sar dihat, bêhneke sar, ezmanek sar, erdeke sar û berî hemî dilekî sar, tenê û qefilî. Wê êvarê heta bi mala me hatibû guhertin: xaniyekî cemidî, kelpîçên wî ji xemgîniyeke kor hatibûn çêkirin, xemgînî û koranî ji dêvla herrî û kayê ve. Beştên wî ji êşeke lal û pencere ji agirekî kerr, ku hawara ti Xwedayî ne dibihîst gava ku bi xezeb dil dişewitandin.

Wê şevê, dê û bavê min dereng vegeriyan mal. Hindik mabû rih ji min biçûya, gava ku diya min bi lez kete derî, ez di hembêza xwe de veşartim û giriya:

– Qey çi bûye, yadê?
– Na lawo, tiştek nebûye.

Ez hîn bi tirs bûm, ku bêje bêhna şewatê ji sînga min derkeve, lê diya min li diyayeke din bû:

– Naxwe hûn çima wilo dereng man? Û tu… ditirsî?
– Tirs? Na lawo, na! Tenê vê êvarê jineke xerîb, cilreş, porgij û heftserî hatibû Amûdê.

Peyvên diya min ez behetî hiştim. Naxwe her tişt li ser vê jinika ku ez qutifandim, dizane. Min jî da dû û min dîsa pirsî.

– Navê jinikê çi ye, yadê? Berî niha jî hatibû Amûdê û wê dîsa bê, yan na?
– Erê, lawo. Berî bîst û sê salan carake din hatibû vir. Ev cara diduyan bû. Xwedê me ji ya sisiyan bistirîne, lawo.

Gava min dît ku diya min naxwaze zêde bibêje, min xwest ez tenê navê wê nas bikim:

– Yadê, pirsa dawî. Navê wê jinikê çi bû?
– Navê wê “Şewatê” bû, lawo. Îro şewat hat navê xwe da Amûdê û çû.

Ji wê rojê heta îro, navê vî bajarê ku Xwedê ew ji zû de di nav konikê pîrêpîrê de ji bîr kiriye, maye “Amûda Şewitî”. Ramanên min ên tevlihev ez mîna qazî mazî teqlomeqlo dikirim. Naxwe ev agirê kevn ê di sîngê de vêketî, ku rojê deh caran vî dilî dişewitîne, mirov dikare çi navî lê bike, gelo? Hîn pirsa min li ser zimanê min bû, piştî çil û yek salan careke din pêjna wê jinika çavzer, porgij, cilreş, rûqermiçî û heftserî dihat. Min çavên xwe li dora xwe gerandin.. Ne bav, ne dê, ne xwişk, ne heval, ne dost, ne kes û ne kûs. Tenê ez û ew jinika rûqermiçî, porgij, heftserî û qerase.
Dinya reş û vala bû… Me li çavên hev dinerî…

Helim Yusuv- helimyusiv.com

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Çar çîrokên Ciwanmerd Kulek ”ÇAR YEK”

Pirtûka nivîskarê kurd Ciwanmer Kulek a bi nave “Çar Yek” di nav weşanên Avestayê de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.