Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin

Helbesta navdar a Ehmedê Xanî, Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin.

Serokê Enstîtuya Xwendina Kurdî ya li Berlînê Firyad Fazil Omer ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze ji cîhanê re bigihîne ku çawa Alman Schiller û Goethe yên wan hene, çawa ku Îngilîz Shakespeare yê wan heye, çawa ku Faris Fîrdewsî û Sedî  Hafizî yên wan hene, Kurd jî xwedî Ehmedê Xanî ne.

Her çende berê Mem û Zîn bi zimanê Îngilîzî hatiye belavkirin jî, Firyad Omer li gel wergerekî Amerîkî, Mem û Zîn bo Îngilîzî jî wergerandiye û belav kiriye.

Wergêr Mitcih Cohen ji Rûdawê re diyar kir: “Ji bo min edebiyata cîhanî ye û dê bigihe her kesî, ev tîrajeke biçûk e, ez dibînim, lê belê pirtûkeke nuwaze ye.”

Zimanzanê başûrî û soranîaxêv, Xaniyê kurmancîaxêv wergerandiye Almanî û ew dixwaze Melayê Cizîrî jî bi Almanî belav bike.

Firyad Fazil Omer dibêje, ji bo wî giring e ku Melayê Cizîrî û Nûrî Şêx Salih jî wergerîne Almanî.

Wergêrê Îngilîzî ku ezmûneke wî ya zêdetirî 40 salan heye, Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku banga dewletbûna Kurdan dike, yek ji sê wergerên xwe yên herî giring dibîne.

Mitcih Cohen diyar kir: “Yekem tişt, ez ji helbesta wî hez dikim. Ji bo min helbesta wî mîna hingivê babetê ye di pîşeya wergerê de. Dema ji min re hat pêşkêşkirin û min xwend, ji bo min gelek xweş bû. Pere ji min re hatin dayîn, ku gelek caran wiha nîne di wegera helbestê de, herwiha ji bo min pareke biçûk a hevsoziyê ye bi Kurdan re.”

Firyad Fazil Omer ji salên dûr û dirêj ve ferhengên bi zimanê Kurdî û Almanî çêkirine û ew dibêje wergerên niha yên edebiyata Kurdî bo Almanî têne kirin, bingehên hemûyan ferhengên wî ne.

Wêneyê Kurdan di nav raya giştî ya Almanyayê de hîn jî girêdayî bindestî û parçebûnê û li vê dawiyê jî weke şerker û şervanên baş tê naskirin.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply