Ev demeke dirêj bû ku li gundê Batê dîwana mele Ehmed ji mêvanan xalî bû. Lewre Mele çûbû Miksê serdana Mîr. Mele û Mîr hevalên hevûdu yê medreseyê bûn, bi hevûdu re di medrasa Mîr Hesenê Welî de xwendibûn. Di ser wan rojan re gelek sal derbas bibûn lê hevaltiya Mele û Mîr digel salên bihurî ajoti bû.
Ew rojên feqetiyê êdî li paş mabûn, Mîr şûna bavê xwe girtibû, bibû mîrê Miksê. Ehmed bibû şair û alimekî navdar, şiirên wî di medreseyan de dihatin xwendin û li nav gel belav bibûn. Ji çar aliyê welêt dihatin serdana mele, dixwastin cenabê wî bi çavê xwe bibînin, ew destê ku mewlûdê nivîsiye ramûsin. Lewre dîwana Mele ji mêvanan tu car xalî nedima.
Wext payiz bû spîndaran, darên mazî û berûyan, deviyên çiloyan hemû pelên xwe weşandibûn, tazî û rût bûn. pirêzên beyaran, kort û geliyan bêcan û zer bibûn. dêm û pesaran wek ji nû ve bahar hatibe carreke din çêre girtibûn, gundiyan tevdîra xwe yên zivistanê dîtibûn, hemû gund û gelî, çol û beyar li benda berfê bûn…
Mele da nav zeviyan, mêrg û beyaran, pişt re ket şiverêyan û gehişt zozanê Berçelanê, ava cemidî a zozanê wexar,berê xwe da qible bayekî cemidî li eniya wî dixist limêja xwe kir û dîsa meşiya…
Mîr bi xwe Mele Ehmed ango hevalê xweyê feqetiyê, destebirayê xwe pêşwazkir. Yê dibihêsîn ku Mele Ehmed ji Batê hatiye Miksê, dihatin qesra Mîr, serdana Mele. Mîr û Mele di derbarê her mijarê de sohbet xweş dikirin. Lê gava gotin digeriya dihat ser felsefa îslamê, sohbeta wan jî kûrtir dibû. li ser Yaresaniyan, felsefa wan ê Ehlê Heq. Û li ser felsefa Mensurê Helacî ku gotibû “heq ez im” bi gotinek din “En el Heq” Û li ser felsefa Mewlana Celaleddînê Rumî ku kamilbûna însan dişibîne neya ji bo bighêje koka xwe bi fîqan e dom û drêj diaxivîn…
Zêde neborî demsal zivirî, bû zivistan, welêt seranser simsipî di bin berfê de ma.
Berî ku Mele vegere Batê, êvara dawî ew û Mîr çûn medresa Mîr Hesenê Welî ku li vir xwendibûn. Bi şagirt û feqeyên medreseyê re dîwaneke bi pirs û bersiv, xweş sohbet, têr bi qedir û qîmet li dar xistin. Bi gotareke Seyda li ser Zembilfroş û ehlaqa pir û pak dîwana ew şev qediya..
Piştî limêja sibê ezman çîksayî bû, mele ji cimetê xatir xwest xurca xwe ya ji xalîça kermanşahê avêt ser milê xwe û kopalê xwe yê ji dara kevotê girte destê xwe û derkete rê…
Berê xwe da aliyê jorê, ailiyê çiyan û zozanan…ewrekî giran li ezmana çiyan peyda bibû, meh çirî bû, çirya paşî bû. ev ewrê giran nîşana berfê bû. Li çiyayên bilind û li vê zozanên freh berf bê ba nedibû, Mele vê baş dizanî. Berf û ba ku digiheştin hevûdu dixwurifîn, şaqizî dibûn, herwekî heyfa xwe ji baharê ji gul û çîcekan bistînin, li çiyayên bilind, li zozanên freh, li geliyên kûr bi kêfa dilê xwe dibarîn û diherikîn…
Mele rêya xwe nîvî kiri bû, giheştibû zozanê Berçelanê, ev zozanê ku pir jê hez dikir, ev zozanê ku gul û çîcekên wê, nesrîn rihan û beybûnên wê tim peyxam dabûnê, niha berf û bayê wê rê nedidayê, nidihişt çavê xwe veke, gavek pêşiya xwe bibîne. Bi kîjan alî ve berê xwe dizivirand nedibû. Ji her alî ve berf û bayê êrîşê wî mêrikê kal ê heftê salî dikir, wekî pê henekên xwe bikin berf û ba bibû babalîsk wî li dora xwe digerend. Herdu danên rojê xeniqîn di berfê de, pişt re şevê jî da ser…
Bihên li mele çikîya, stargehek,rawestgehek, tenê taldeyek diva..
Mele tundik da xurca xwe danî ser çokê xwe û pişta xwe da keviya berfê ji xurca xwe peleke kaxiz derxist û bi pêçiyên xwe yên qefilî serê pênûsê deynî ser kaxizê û ev helbet nivîsî.
Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê
Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê
Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê
Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê
Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
Pişt re kaxiz qat kir dîsa xist xurca xwe, û xurcê kir belîf da ber serê xwe û ket xewa ebed.
Kurteçîrok: Nazim Ozcan
www.candname.com