Melek Rojhat: Ti caran bi tirkî stranan nabêjim

Hunermend Melek Rojhat berî bi berdewamî di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de hatinçûn dikir lê ev demeke dirêj bû, ku serdana Başûr nekiribû. Vê carê mijara giştpirsî û serxwebûnê vê xanima hunermend tîne Başûrê Kurdistanê. Ew dixwaze bi rêya hunera xwe piştgirî bide giştpirsiyê.

 

Melek Rojhat derbarê serdana xwe ya dawîn de ji Rûdawê re got: “Min helbest û awazeke taybetî ji bo mijara serxwebûnê amade kiribû. Lê mixabin, ji ber tûşê bûyereke trafîkê bûm û ketime nexweşxaneyê, min nekarî tomar bikim. Niha rewşa min a tendurustiyê ber bi başiyê ve diçe. Lewma hatime Hewlêrê û li gel çend hunermendekê mijûlê tomarkirina stranekê ne li ser serxwebûna Kurdistanê.”

 

Niha li Hewlêrê ye

 

Hunermend Rojhat diring û pêwîst dibîne, ku hunermend jî bi deng û rengê xwe piştgiriya maf û daxwazên gelê Kurdistanê bikin, lewra dibêje: “Divê hunermend bibe zimanê gel û netewa xwe. Ez pir kêfxweş im, ku hunermendên herçar parçeyên kurdistanê piştgirî didin giştpirsiya Başûrê Kurdistanê. Bi hêviya Xwedê ez jî dê bi deng û awazza xwe xizmetê bikim.”

 

Niha li cîhana mûzîkê de duet û stranên hevbeş roj bi roj zêde dibe. Melek Rojhat jî beriya niha li gel stranbêj Bilind Îbrahîm duet kiribû, derbarê projeyên duetên nû de got: “Gelek hunermdnên Kurdistanê dost û hevalên min in lê min heta niha daxwaza duetê ji wan nekiriye. Lê niha naveşêrim, ku plana me heye li gel hunermendên navdar ên Kurdistanê duet bikim.”

 

Rewşa hûnerê Bakûr

 

Hejmareke hunermendên Bakûr, ji ber rewşa vî parçeyî derketine derveyî welat. Melek ji ji rewşa Bakûr dilgiran e. Ew pêşbînî dike rewş baştir be lê dibêje: “Niha li Bakûrê Kurdistanê rewş ne baş e. Dema Kak Mesûd Barzanî serdana Bakûrê Kurdistanê kir, ji bo berjewendiya kurdên bakûr hinek axaftin kirin lê mixabin guh nedanê. Bi nêrîna min eger guh bidana dê serkeftî biban. Mixabin niha gelek parlamenter, rewşenbîr û hunermend di zîndanan de ne.”

 

Bi taybetî piştî qedexekirina çendîn navendên hunerî û çandî li Bakûrê Kurdistanê, li ser berdewamkirina karê xwe yê hunerî Rojhat wiha dibêje:

 

“Niha Tirkiye ne mîna berî ye. Em nikarin bi azadî aheng û konsertan sazbikin. Tenê em dikarin stranên evînî û yên dawetan bêjin.”

 

Demek beriya niha Melek Rojhat li bajarê Stenbolê tûşê bûyreke trafîkê bû û bi giranî birîndar bû. Wê behsa bûyerê kir û got: “Ez ji mirinê filitîm. Xeletî ne ya min bû. Di encamê de bi giranî birîndar bûm. Neştergeriyeke giran bo min hate kirin. bi xweşhalî niha rewşa min baş e. Hinek bandora wê ser dengê min hebû lê niha ez baş im.”

 

Melek Rojhat, ku hê 25 salî ye, heta niha nezewicî ye. Ew dibêje, ji bo hevjîniyê pir hestiyar e. Mercên wê yên hevjîniyê jî bi gotina wî wiha ne:

 

Mercên hevjîniyê

 

“Ez di mijara evîn û sozdariyê de pir zehmet im û hestiyar im. Zû rê nadim hemû kes bê nava jiyana min. bi rastî ez gelek giringî bi hinek tiştan didim, ku dixwazim di hevjîniya min de hebin. Divê yê hemberê min xwedan vîjdan be, nirxê hezkirinê bizane, rêz û pêzanîna wî ji bo dayik, bav û mêvanan hebe. Ya giring kurdperwer û neteweperwer be. Li gel van jî rêzê ji hunera min re bigre.”

 

Beşek ji hunermendên Bakûrê Kurdistanê stranên tirkî dibêjin lê Melek naxwaze ye stranên tirkî bêje. Lewma diyar dike: “Ez ti caran bi zimanê tirkî stranan nabêjim. Çimkî naxwazim bi zamanê wan stranan bêjim. Wan ti caran ziman û çanda me qebûl nekirine. Lewma eger ne naçar bim, bi tirkî jî naaxivim.”

 

Melek Rojhat kê ye?

 

Di sala 1991ê de li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayik bûye. zarokê heştemîn ê malbata xwe ye. Ji zarokatiya xwe ve stran gotine. Di sala 2002ê de yekemîn albûma xwe ya stranan a bi navê “Eşqa Dilan” belav kir. Di sala 2006ê albûma duyemîn a bi navê “Jana Evînê” belav kir. Di sala 2007ê de cara yekemîn serdana Başûrê Kurdistanê kir û çend konsert saz kirin. Albûma xwe ya dawîn bi navê “Dûriya Evînê jî di sala 2011ê de belav kir.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply