Sêşem , 22 Îlon. 2020

Mele Mistefa Barzanî di Helbesta Osman Sebrî de

Osman Sebrî navê nemiriyê ye bi raya min. Ji min ve wisa xuya ye. Ne ji jiyanê tirsiyaye, ne ji mirinê. Tu dibêjî qey çend car li ser hev jiyaye û dê bijî. Mineta xwe tune. Hindava “prosaic” û “poetic”ê de ye. Ne mineta xwe ji wateyê heye, ne ji hêmayê. Ji kesî nexwariye, diyar e. Dikarî bibêjî jiyan û helbesta wî yek e.

Herçî Mele Mistefa Barzanî ye, olaneke kevn e li dilê min. Her li hespekê kumêt siwar e, tifengek li mil e. Yekem weşana îllegal a min dîtî, kovara Xebat bû ku alîgirên partiya wî belav dikirin. Berg û rûpelên zer, tîpên reş ên bi qemçik û rêşî. Û kilama behsa mirina wî li dûrî welêt dike ku bavê min her distirî.

Ez ê dubare nejîm, lê ew olana kevn olanek divê. Rabûm min dest bi antolojiyekê kir: Sed Helbest bo Mele Mistefa Barzanî. Ji Kafkasan heya Kirmaşanê, ji Urmiyê heya Efrînê gellek helbestvan bo Barzanî helbest nivîsîne. Hin ji wan ji xwe re kirine edet ku salê helbestek binivîsin, weke Hejar Mukiryanî. Lê ji her helbestvanî helbestekê digrim. Min ji çil helbestî, ango helbestvanî derbas kiriye. Îca ez ê her helbestê li ser riwekeke endemîk a welêt raxêlim. Dostekî 96 heb bo min peyda kirin, man 4, dê her hebin.

Antolojî sê beş e: Jîn, Têkoşîn, Şîn. Ji binnavan diyar e ka çi cure helbest diçin kîjan beşê. Lê helbestên Osman Sebrî li tu beşê nayên! Gava hatim ser helbestên wî, fikr û plansaziya antolojiyê lê asê man. Min digot qey çi helbestvan hene her qencî û berxwedêriya Melê nivîsîne. Lê na, Apo wî rexne dike. Osman Sebrî, Barzanî wisa rexne dike ku tu têxî nav antolojiyê, ji rêya armanca pêşîn dûr dibî. Lê ku yeka Apo têde nebe ya ez dikim nabe hizbayetî? Weke “antolojist” mafê min heye diyardeyekê tune bihesibînim?

Osman Sebrî

Osman Sebrî di sê helbestên xwe de behsa Mele Mistefa Barzanî dike. Herduyên pêşîn rasterast li ser wî hatine nivîsîn: “Serdarê Bilind” (SB) û “Gazin ji Barzanî” (GB). SB di 15ê Adara 1970yî de hatiye nivîsîn, GB di 15ê Hezîrana 1970yî de. Ya pêşîn pesn e, ya duyem rexne. Di nav sê mehan de ka çi bûbe boçûna helbestvên guheriye. Helbesta dawîn ne rasterast bo Barzanî ye, lê rexneyî ye ku navê xwe “Bersiva Hoşeng” (BH) e û dîroka nivîsînê 15ê Adara 1977an e.

Risteya pêşîn a SB wiha ye: “Serdarê bilind gel te gîhand warê azadî” (44). Di vê helbestê de Barzanî serdar e, xwedî ye, bavê dilovan e, gewreyê Kurd e û “keştiya gel” gîhandiye “saxa aşitî.” (Peyva “aşitî” girîng e; di nav komunîstan de gellek caran li şûna peyva komunîzmê dihat bi kar anîn.)  Digel van pesnan rexneya bo “cahşên siyasî” jî bala meriv dikşîne. Yên navên wan nayên hildan gellek in, lê yên navên wan tên hildan Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî ne. Herdu jî ji baskê çep ê Partî Dîmukratî Kurdistan bûn. Min nû bihîst ku gotineke Îbrahîm Ehmedê nivîskarê Janî Gel heye, dibêje: “Her ca Kord est, unca Îran est.” Yanê her ciyê Kurd lê ne ew der Îran e. Şaş û metel mam, lê mijar ne ev e. Di helbesta nav borî de rexneyên Osman Sebrî bo Ehmed û Telebanî, zêde giran in:

Waha dibînim, va tîrijên roya me dertên

Îbrahîm Ahmed, tevî Celal serî di ber tên

Tên ber derê te pabûs û sernizm û fihêtkar

Nizanim dê çawan rave te kin wan rûyên zengar

Zengarî bûbûn ji bêbavî xiniziya reş

Piştî çêriyan li Bexdadê têr xwarin kerbeş (44)

Îbrahîm Ehmed

Celal Telebanî

Helbestvan bo wan dibêje: “Neqenc”, “rûreş”, “caşikên nezan”, “ehmeq”, “caşên siyasî”, bê şerm û fihêt.” Di pey re gotinê tîne du celeb “caş”ên li Sûrî:

Li Sûriyê jî du celeb caş derketin meydan

Her celebekî di rêkê ra dan ser şopa wan

Lê gel dizanîn bêbav çawan hatin firotin

Li Şam û Bexdê bi destê Beis ew hatin dotin (45)

Herdu risteyên dawîn jî ev in: “Bijî ji bo gel, her tu bijî Serdarê kurdan / Bijî serbilind gewreyê kurd di nav Kurdistan” (45).

Helbesta GB, yanê “Gazin ji Barzanî”, weke min li jorê gotî sê meh piştî GBê hatiye nivîsîn. Lê di pirtûkê de li pêş e (42-43) û dirêjtir e. Herdu risteyên pêşîn weha ne: “Serdarê bilind te keys neda me em te pîroz kin, / Ji bo felata Kurdistanê te xwedî doz kin.”

Guherîna boçûna Ap Osmên têkildar e bi gengêşiyên siyasî yên li Rojava. Ev yek mijara lêkolînê ye. Hêvîdar im dê şareza dîtin û zanînên xwe binivîsin. Ji helbestê xuya ye ku navbera Sebrî û Barzanî de dijminatiyek çêbûye. Helbest weha didome:

Zûka te berê xwe guhazte min bi neyarî!

Holê dixwazî min biderxî di nav vî warî..

Peyva te kirî derheqê min gelek giran bû,

Peyvek dererê ne sezayê şêrê Barzan bû.

Çawan te karî wê gotina bibêjî!.

Jehra di dilê xwe de mayî holê birêjî…

Rast e berî vê çil salî bû xeydek di nav me,

Perdeke gelek reş û tarî xwe dabû çav me. (42)

Mele Mistefa Barzanî

Weke xuya ye helbest dibe name. Jixwe Apê Osman notek daniye li bin helbestê, dibêje: “Ev helbest bi destê kek Hebîb Kerîm, ku di wê demê de sekreterê PDK bû, gîha destê M. Mustafa Barzanî” (43). Behsa hin tiştan tê kirin ku tenê herdu dizanin: “Wê gavê dîsa derheqê min tu bû sitemkar, / Kirek wekî wê navê bike çi kesê hişyar” (42). Xuya ye dilê wan ji hev dimîne, lê bi gotina Apê Osman berê Barzanî dikeve “reya felatê.” Li gorî helbestê helbestvan piştî vê yekê “rûpelên reş” diçirrîne û rika dilî diguhêze bi “hezkirinek xweş.”

Osman Sebrî gotinê tîne bûyerên piştî vê aqûbetê. Bi Barzanî e ye, lê “her du li pêş in”, yanê Osman Sebrî û Barzanî li pêş in, xwe ji wî kêm nake. Li gorî helbest-nameyê hin kes dixwazin navbera herduyan xera bikin. Osman Sebrî bo wan sîfetên weha bi kar tîne: “Nemerd”, “bêbav”, “qehpebav”, “namerd”, “sût”, “gellac.” Lê ew kes çi bikin jî helbestvan dibêje ez dev navêjim “Serdarê Kurdan.” Bo têkoşîna netewî divê hin nakokî bên ji bîr kirin:

Welat hewceyî têkoşîna me hemiyan e,

Ne Kurdê bîrbir, gundî jî vê rastiyê zane.

Rewşa gelê Kurd divê îro em wek bira bin,

Heya bikarin di şeva Kurd wekî çira bin. (43)

Digel vê yekê dilê helbestvên zêde şikestiye. Ber xwe dikeve û dengê helbest-nameyê bilind dibe:

Têkoşerê çil salî re “xaîn” nayê gotin:

Dema bê gotin zor fihêt e, rastî tê sotin.

Dirêjiya vî çil salê han herdem zîvar bûm,

Gel tev dizane vê rastiyê her bê hefsar bûm.

Hefsarê xurtan hê tucaran neket serê min,

Qelsî û kêmî hê tucaran nehat derê min.

Karî bipirsî li dora xwe, hemî hevalan,

Kesek heye ku bawer neke vê gotina han? (43)

Apo navberek datîne bi risteya “Her kes ji me bi ramana xwe ketiye Xebatê.” Em li vir êdî helwesta helbestvên dibînin. Lê gelo peyva “Xebat” bo çi bi tîpa girdek dest pê dike? Qey kovara min behskirî ye!? Dibe ku ew jî weke peyva “aşitî” “kod”ek be.

Ber bi dawiya helbestê ve êdî şîretin hene. Li gorî dengê ji helbestê difûre divê Barzanî tiştên biçûk daneyne ser xwe. Lê bêminetî jî li dar e: “Neyê bîra te ku mineta kesî hilînim, / Tenê di te de hêviya me Kurdan dibînim” (43). Helbest bi duayên tendirûstî û serkeftinê diçe serî.

Osman Sebrî heft sal şûn de behsê dîsa tîne ser Mele Mistefa Barzanî. Di helbesta “Bersiva Hoşeng” de qala hin kesan tê kirin ku dibêjin:

“Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû wêran,

Di nav xerîta cîhan de radibû navê Kurdistan,

Teqez dê hebin hin gotin û peyman,

Di navbera Barzanî û Şahê Îran.” (210-11)

Xuya ye hin kes piştî girêbesta Cezayîrê sebra xwe bi gotegotan tînin, xwe dixapînin. Osman Sebrî bi carekê diqîre:

Ev e gotina min, ji van celeb kesan:

“Bimirin, biqesin herin nik şeytan,

Divê hûn bizanin ku Barzanî xwe kuşt,

Xwîna cengewerên kurd bi dolaran şuşt,

Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,

Ji bo we keran her bindestî hişt” (211).

Girêbesta Cezayîrê. Sal 1975 bû, Îran û Îraq li hev kirin, Kurd li ortê man, hatin qetilkirin. Osman Sebrî bersiva vê yekê dide. Sala bersivê 1977 e. 40 sal derbas bû. Kerkuk. Têkçûn. “Xaîn”tî.

Du nemir. Yekî gorrek xwest li axa xwe ku ji dûr ve nexuye. Yekî gorrek dixwest ji Yezdanî “di sersiya” çiyan de. Herdu jî olan didin ji hevrazekê.

Selim Temo- vinkovar.blogspot.com.tr

Çavkanî: Osman Sebrî. (2005). Dîwana Osman Sebrî. Amd. A. Balî. Berlîn: Evra Verlag.

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

PIRTÛKEKA NÛH: GULÎZAR

Malbat bela-wela ne û evîndar ji hevûdu dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.