Mele Ehmedê Palo û rola wî di helbesta Kurdî de

Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo ku bi esil ji devera Palo ya li Bakurê Kurdistanê ye û li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas kiriye, rolek mezin di huner û edebiyata Kurdî de heye.

Mele Ehmedê Plo di sala 1920 an de li gundê Sêra Çûrê yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Palo di jiyana xwe de rastî gelek zehmetî û xizanî û dijwariyên jiyanê hatiye. Wî di jiyana xwe de gelek berhem li pey xwe hiştin, lê mixabin piraniya wan heta îro jî nehatine weşandin.

Palo roja 9ê Gulana 1991 koça dawî kir û niha gora wî li bajarê Qamişlo ye.

Wêneya hunerî yek ji stûnên avakirina helbestê ye. Helbestvan bi riya wêneyên hunerî ku di helbestên xwe de bikar tînin wate û meremên hizrî û hestyarî bi awayekî bedew û hêsan digihînin xwînerên xwe.

Helbestvanê Kurd ê nemir Mele Ehmedê Palo jî yek ji helbestvanên Kurdistanî yên klasîk e. Wî bi şêwaz û wêneyên xwe yên hunerî û helbestvanî ku jêdera wan êşa wî ya taybet û êşa gel û welatê wî bû, helbestên pir bihest û kûr afirandin.

Xerîbî û dûrketina ji cih û war yek ji hîmên avabûna wêneya helbestî li ba Palo ne. Seyda di helbesta xwe ya bi navê Dîtina Palo Daxwaza Min e, wiha dibêje: “Cih û warê min î Palo. Ji bona min tu hêlîn î. Bi vî rengî nedî halo. Ji bo çavê mi dûr bînî. Tu daxwaza dil û can î. Dikim nakim te nabînim. Divoka canê heyran î. Gul û reyhan û nesrîn î. Di hola dar û çogan î. Serî gok e li ber kaşo. Di kox û kozika halî. Ji lewra bê hiş û dîn î.”

Bingeha wêneya hunerî di helbestê de ziman e. Seydayê Palo di ziman de derya bû. Ji bilî kurdî, ew di hucrikan de fêrî erebî, tirkî û farisî jî bûbû. Herwiha wî bi zaravayên kurdî yên sereke jî wek Kurmancî, Soranî û Zazakî zanîbû. Êdî ferhenga Palo têr û dewlemend bû û bi wêneyên qeşeng wiha pesinê xwerista Kurdistanê dide: “Ez dibînim tê xuya ne. Gewher û zêr û dirav. Rewşen û ronî vedane. Ser kelat û her deran. Guvguva bayê seba ye. Raserê çiyayên bilind. Xuşxuşa zad û giya ye. Me`ma berx û miyan. Zimzima dengê newala. Limlima avê çeman. Bax û bustanek bijar e. Gul stêrê asîman.”

Lêkolînvanek dibêje wê rojekê gora Palo li Mehmeqeya Qamişloyê bibe qibleya hogirên edebiyata kurdî û cîhanî, lê heyf û xebînet ku Seydayê Palo hem di jiyana xwe de û hem jî piştî koça xwe ya dawî, di bin tariyê de ma û gelek berhemên wî yên pir hêja hîn jî nehatine çapkirin û ronahî nedîtine.

Besam Mistefa-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply